Gerîla li Şirnexê li ‘Yekîneyek Veşartî’ xist

Hêzên Gerîla bi berdewam li ‘Yekîneyên Veşartî’ yên artêşa Tirk dixe ku hêviyan xwe bi wan ve girêdane.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê daxuyan ku wan li ‘Yekîneyên Veşartî’ xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîla yên li Amed û Çewligê lidar xistine agahî da:

“9’ê Hezîranê saet 12.00’an yekîneyeke veşartî ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li qada Çiyayê Filehan a herêma Besta Şirnexê bûn, ketine bin kontrola hêzên me. Heman rojê saet 17.00’an ev yekîneya veşartî hatiye şopandin û hêzên me ew ji xwe re kirine hdef. Ji nêz ve li wan hatiye xistin û mewziya dijmin bi temamî hatiye tinekirin. Di çapemeniya dijmin de têkildarî çalakiyê hatiye gotin 2 leşker hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne lê di vê çalakiyê de 7 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa dagirker a TC’ê bi desteka balafirên bê mirov mirî û birîndarên xwe rakirine û li dijî qadê topên hawan û obûsan avêtine.

 ÇALAKIYÊN AMED Û ÇEWLIGÊ

Hêzên me yên YJA Starê 9’ê Hezîranê li navçeya Pîranê ya Amedê li dijî girê Qurmik ku artêşa dagirker a TC’ê lê bicih bûye çalakiyek pêk anîne. Di çalakiyê de wesayiteke bi tîpa kirpî hatiye rûxandin û 2 tîmên taybet hatine kuştin.

3’yê Hezîranê hêzên me li dijî Fermandariya Qereqola Jandarma ya Bilicê ya navçeya Gêxî a Çewligê ya artêşa TC’ê çalakiyeke pêk anîne. Di çalakiyê de hatiye dîtin ku 1 leşkerê dijmin hatiye kuştin.”