Gerîla li Çelê lê da: 4 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê, danê vê sibehê li Çelê li leşkerên artêşa Tirk dan. Di çalakiyê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, danê vê sibehê saet di 07:00 de, hêzên gerîla li hemberî leşkerên artêşa Tirk ên li ser girê Şehîd Botan ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin.

Hat gotin, di çalakiyê de herî kêm 4 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê li herêmê liv û tevgera hewayî dest pê kir.

Wekî din, hêzên gerîla duh êvarê jî li heman herêmê li qada Genîştepeyê du çalakiyên sûîqestê kirin. Li ser encama van çalakiyan agahî bi dest neketin.