Gerîla, helîkoptêra skorsky xist û 14 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ragihand, 8’ê Hezîranê li Çelê ya Colemêrgê helîkoptêreke ji hêla hêzên gerîlayan ve hatiye xistin.

HGP’ê diyar kir ku ji sê  aliyan ve helîkoptêr dane ber guleyan û helîkoptêr ketiye geliyê Şehîd Cûdî.
Derbarê babetê de Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ev agahî dan:

Di nav çarçoweya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me yên Eyaleta Zapê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker operasyonek pêk anîne. Hêzên me tevgera dijmin a li girên Koordîne û Hawanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê şopandine, 8’ê Hezîranê saet 21.30’î derbeke li helîkoptêra bi tîpa skorsky dane, ku ji hêzê biguherîne hatibû qadê.

Ji 3 aliyan ve helîkoptêr ketiye ber guleyan, derb xwariye û ketiye geliyê Şehîd Cûdî. Piştî vê operasyonê balafirên keşfê, balafirên şer, helîkoptêrên kobar ên artêşa TC’ê ya dagirker dest di qadê werdaye, qerqoteya helîkoptêrê û cenazeyên leşkerên ku hatine kuştin ji qadê dûr xistine.

Li gorî agahiyên berdest du jê pîlot 14 leşker hatine kuştin. Piştî vê operasyonê 9’ê Hezîranê berêvarkî artêşa TC’ê ya dagirker li ser qadê giştî kefş kiriye û bi balafirên şer qadên Ertûş, Karker û Kokerê bombe kiriye.