Gerîla Egîd ê ji Reqayê: Gefên DAÎŞ’ê didomin

Gerîlayê HPG’ê Egîd Reqa yê ku tevlî nav refên PKK’ê bûye, bal kişand ser vî tiştî ku Reqa hatiye azadkirin lê gefên DAÎŞ’ê didomin.

Egîd Reqa yê ku li Reqayê ji dayîk bûye, 4 bira û 5 xwişk in. Gerîlayê HPG’ê Egîd Reqa bûye şahidê zilma çeteyên DAÎŞ’ê.

Egîd dibêje ku, “Rewşa aborî ya malbata min baş bû lê piştî ku Ceşil Hur Reqa dagir kirin, rewşa me gelekî xerab bû, em hatin asta mirina ji birçîbûnê. Dema ku Reqa hate azadkirin, debara me jî baştir bû. Dema ku min dît aboriya malbata min baş dibe min jî biryar da ku deynê xwe yê li hemberî gelê Kurd bidim.”

‘DAÎŞ NE LI SER XETA ÎSLAMÊ YE’

Gerîla Egîd diyar kir ku zext li wî hatine kirin ku ew jî tevlî DAÎŞ’ê bibe û got ku, “Ez wê demê ciwan bûm û bi rêya olê hewl didan bandorê li me bikin. Wan diyar dikirin ku ew li ser xeta Îslamê ne lê ligel ku ez misilman im ez a niha bêtir fêm dikim kî li ser xeta Îslamê ne.”

DAÎŞ’Ê BERÊ ÊRÎŞÎ JINAN KIR

Egîd diyar kir ku DAÎŞ’ê berê êrîşên jinan kir û got ku, “Êrîşa pêşîn a DAÎŞ’ê li dijî jinan bû. Qedexeya pêşîn li ser jinan hate kirin. Ji jinan re hate gotin ‘Dema ku tu ji malê derketî divê tu dera te neyê dîtin û divê tu çarşefa reş li xwe bikî’ Ji mêran re jî digotin ku ‘Divê her kes biçe mizgeftê û yên ku tevlî wan nabin jî kafir in.’ Me berê got qey ew ê DAÎŞ gel biparêze lê piştî ku diyar kirin ew ê serê mirovan jêbikin, tirsê ewqasî xwe li ser gel ava kiribû ku kesî nikaribû dengê xwe bikira. Dema ku mirov beqekê têxe nav ava germ ew ê di cih de ji avê derkeve lê dema ku mirov têxe nav ava cemidî û agir li binê tasika avê vêbixe, ew beq hêdî hêdî ew ê bimire. Çeteyên DAÎŞ’ê jî li bajaran ev metod bi kar dianîn.”

Gerîlayê HPG’ê Egîd Reqa diyar kir ku DAÎŞ ji aliyê hêzên navneteweyî hatiye avakirin û got ku, “DAÎŞ berê li Tirkiye, Tûnûs û Iraqê hate avakirin. Bi beşdariyên li Tûnûs û Iraqê avadaniyeke wisa çêbû û di heman demê de bi bikaranîna olê bandor li ser Ewrûpayê jî hatiye kirin.”

‘MIN ÊŞA GELÊ KURD DÎT’

Egîd bal kişand ser vî tiştî ku ew spasiyên xwe li gelan dike yên ku gelê wî ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kiriye. Egîd got ku, “Welatê min bi salan di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ma û min dît ku welatekî dagirkirî çawa ye. Sûriye netewe-dewletek e, ligel ku di warê neteweyî de tu kêşeyên me tune, bi dagirkirina çeteyan re min êşa gelê Kurd hîs kir û ji bo ku ez diyar bikim ez bi gelê Kurd re me, min biryar da ku ez tevlî nav refên PKK’ê bibim.”