Gerîla Cesûr: Hestên me yên tolhildanê mezin dibin

Gerîla Cesûr Roboskî ku piştî komkujiya Roboskiyê tevlî nava refên gerîla bû got, "Ez ji bo xeyalên hevalê xwe yê zaroktiyê pêk bînim, li vir im."

Dewleta komkujer a ku gelek komkujî bi serê Kurdan de anîne, 28’ê Kanûna 2011’î li gundê Roboskî yê ser bi navçeya Qileban a Şirnexê komkujiyeke din a hovane pêk anî. Di vê komkujiyê de 19 jê zarok 33 kes bi xwinmijî hatin qetilkirin.

Qîrîn, feryad û fîganên ji Roboskiyê bilind dibûn, niha cihê xwe ji hestên hêrsbûn û tolhildanê re hiştine. Ciwanên ku hevalên xwe yên zaroktiyê qurbanî dayî vê komkujiyê, tevlî nava refên gerîla dibin û dibêjin, "Hestên me yên tolhildanê bi rêxistinî mezin dibin."

Gerîlayê HPG’ê Cesûr Roboskî ku di salvegera duyemîn a komkujiya Roboskiyê de, tevlî nava refên gerîla bû yek ji van e. Cesûr diyar kir ku beriya dewleta Tirk jî Roboskî li gelek zext û zorê re rû bi rû maye, lê belê tu carî serê xwe netewandiye, welatê xwe neterikandiye. 

'DEWLETÊ BACA BÊ QEYD DIGIRT'

Cesûr anî ziman ku dewleta Tirk hema bêje di hemû operasyonên ku ‘li derveyî sînor’ û êrîşên li tevahiya Botanê pêk dianîn, gundê Roboskiyê bikar dianîn û hewl didan ku gundiyan bikin cerdevan, ji bo vê zext li gundiyan dikirin û wiha pêde çû: 

"Gelê me bi girtin, kuştin, destgîrkirin û ev jî nebese bi polîtîkayên qirêj re rû bi rû dihiştin. Gundê Roboskiyê li ser sînor e, li vê derê kolberî hem weke çandekî ye hem jî ji hêla aboriyê ve ji bo ku derfetekî din ên gelê herêmê tune, neçar in ku vî karî bikin. Ev ji bo hemû gundên li ser sînor derbasdar e. Ango li vê herêmê weke çavkaniya debarê ye. Ji bo ku qereqol ji vê yekê agahdar in bi aweyekî eşkere ‘Baca veşartî’ digirtin. Lê belê ev, bacên ku bi fermî di bin qeydan de tên girtin nînin. Ango digotin ‘baca qacaxvaniyê wê qacax be’. Lê belê di demên dawî de ango Kanûna 2011’î ligel bacên xwe didan jî leşkeran ji kolberan re gotibû ‘bila ev dawî ye’. Mirov fêm dikir ku hem ji bejahiyê hem ji bi hewayî amadekariyên wan hebûn. Jixwe di encamê de hevalên me şehîd xistin."

'SEKNA GELAN, ROBOSKÎ LI SER PIYAN HIŞT'

Cesûr Roboskî bal kişand li ser raperîna gelê Kurdistan û Tirkiyeyê ya piştî komkujiyê û wiha derbirand; “Piştî komkujiyê sekn û xwedîderketina gel, bi rastî êşa gel hindik be jî sivik kir û bû çavkaniya moral û hê jî çavkaniya moralê ya ku malbat li ser piyan dimînin û dimeşin. Ne tenê Roboskî, tevahiya Kurdistanê xwedî lê derket û gelên Tirkiyeyê jî li hemberî vê komkujiyê bû xwedî sekn û helwest. Roboskiyî, piştî komkujiiyê jî serî netewandin û wê netewîne jî."

'XWESTIN CILÊN GERÎLA LI CENAZEYAN BIKIN!'

Roboskî, bi bîr xist ku piştî komkujiyê leşkerên Tirk cilên ciwanên hatî qetilkirin biguhere û wiha pêde çû; "Dewleta Tirk xwest çi bike? Em bînin bîra xwe; xwestibû ku cilê 33 welatiyên hatî qetilkirin biguhere û cilên gerîla li wan bike. Lê belê ji bo hêj dem di ser de derbas nebûyî gel xwedî li cenazeyan derket, ev lîstika wan vala derket. Lê belê dixwestin bi vî awayî li ser komkujiyê binixumînin. Wan deman gerîla bi dehan çalakiyên serkeftî nêzî sînor pêk anîbûn lewre dewletê dixwest heyfa vê ji gel, mirovên kolber derxin. Divê em vê tu caran ji bîr nekin.

Heta niha tenê yek leşker an jî berpirsyarê ku ev komkujî pêk anî, nehatiye darizandin. Ev di bîra civakê de hê jî zindî ye, hê jî ev komkujî û berpirsyarên wê jibîr nekirine û nake jî.

Dîsa eşkere bûye ku dewletê, kujer parastine, xwedî li wan derketiye û ev hişmendî hê jî didome. Ragihandin û çapemeniya Tirk jî ji bo ser vê komkujiyê binixumînin, bikar anîn. Çapemeniya Tirk di weşanên xwe de bi zimanê desthiladarî û artêşê komkujî da. Li dewleteke wiha ku komkujî jî tên rewakirin, baweriya ti weatiyî lê nemaye."

'BI PEREYAN HEQARET LI 33 CANAN KIRIN’

Gerîlayê HPG’ê Cesûr Roboskî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û xwedî hişmendiya komkujiyê ye, xwestiye malbatên qurbaniyan bi pereyan bêdeng bike û wiha axivî; "Dewleta dagirker û komkujer qene lêborînek jî nexwest. Ev jî nebes bû mîna ku heqaretê li malbatên qurbaniyan bike bi pereyekî pêkenok xwestin malbatan bêdeng bikin. Lê belê tu malbatî tenezulî vê nekir; timatiya ne pere ne jî tazmînata wan nekir. Gel sekneke bi rûmet raber kir. Piştre zarokên vî gelî ku ewladên wan qetil kirî girtin avêtin zindanan. Heta îro jî ev pêla girtinan didome."

'HESTÊN TOLHILDANÊ BI RÊXISTINKIRINÊ MEZIN DIBIN'

Gerîla Cesûr da zanîn ku gelek ciwanên hevtemenê wî ku wê demê hê zarok bûn tevlî refên gerîla bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Gelek hevalên me, bi hestên tolhildanê tevlî refên gerîla bûn, hinek şehîd bûn. Yên ku hê jî têkoşînê dikin hene. Îro yên bi hestên tolhildanê tevlî bûyî, van hestên xwe bi rêxistinî mezin dikin; divê dewleta Tirk dagirker herî zêde ji vî hestî bitirse. Gelek kes hat girtin, hema bêje her roj destgîrkirinan pêk tînin. 

28’ê Kanûnê xirabiya herî mezin a ku li me bikin, jixwe kirin. Niştecihên Roboskiyê di serî de cerdevantiya ji şerefê bêpar, tu qirêjî û gemariya dewletê qebûl nekiriye, divê neke jî. 

Gelê Kurdistanê bi şeref û rûmeta xwe dijî. Ji bilî vê tu teşeyên jiyanê napejrîne. Ev ji bo hemû gelê me wiha ye. Divê gelê me vê helwesta xwe ya pîroz bidomîne. Erka me ye ku em heyfa 33 hevalên xwe yên hatî qetilkirin bigirin û xeyalên wan ên nîvço mayî pêk bînin; ev hem erk hem jî mîrasa wan e. Em bi bilindkirina têkoşînê dikarin wan bidin jiyîn û pêşî li komkujiyên nû bigirin. Her yekî xwedî xeyalekî cuda bû. Pêkanîna xeyalên wan erka me ye."