Duh şev helbestvanê bajarê Silêmanî Mihemed Emer ku bi Generalê Payîzê tê naskirin, di mala xwe de bi awayekî hilawistî hat dîtin. Li gorî gotina polîsên Silêmanî wî xwe xeniqandiye.
Bi merasîmekê ku malbat û dostên hunermend jî amade cenzayê Generalê Peyîzê li Goristana Şeywan hate veşartin.
Mihemed Emer Osman di sala 1957’an de li taxa Dergezên ya bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1975’an de jî dest bi nivîsandin û belavkirina helbestan kiriye.
Generalê Payîzê xwedî berhemekî bi navê ‘Li Xerîbiyê’ ye. Hunermed xwedî du dîplomayên masterê ye .
Her wiha ji bilî wê çend helbestên wî ji aliyê hûnermendan ve kirine sitran û hatine gotin.