Di vê rêwîtiyê de her gavê em li şopa şer rast tên. Li gel xisara ku bombeyên giran li xwezayê kir, her wiha parçeyên ji çek û alavên leşkerî têne dîtin.
Piştî demeke kurt a ji meşa ji çeperên gerîla, em digihêjin çeperên ku artêşa Tirk li pey xwe hiştin. Destpêkê kozikên dagirkeran xuya dikin. Lê belê diyar e ku ji nişka ve xwe vekişandine, lewma tê dîtin ku tenê bi kêrê kon û kîsên ji axê çirandine.
Piştî ku em ji kozikên destpêkê derbas dibin û didin nava çeperên artêşa Tirk, hingî dîmen bi temamî xuya dike. Kampên artêşa Tirk li şûna xwe mane, kozikên leşkeran, mîna qadeke ji sergo balê dikişînin. Ji vir jî diyar dibe ku artêşa tirk li qada kampê gelekî tirsiya ye. Çop avêtine nava kozikên xwe, derdora xwe jî bi têlê pêçandine, li pişt têlan jî xefik danîne.
Dîmenekî din ê ku artêşa Tirk di çeperan de li pey xwe hiştine jî şopa belgeyên sûc e ku roja dawî xwestin bişewitînin û ji holê rakin. Li ber her kozikekê, li nava kampê agirekî mezin dadane.
Di çeperên artêşa Tirk de gelek tiştên komîk jî hene. Mînak; li ser tehtan nîşaneyên faşîzma Tirk, gotinên nijadperest hatine nivîsandin, li gel dorpêçkirina çeperan bi têl û xefikan her wiha mankenên xapînok û şûşeyên plastîk hatine bicihkirin ku ji bo gerîla bi wan bixapînin.