GOTAR

GOTAR- Gelo Tirkiye û Îranê dijminatiya li Kurdan li hev kir?

Siyasetên Tirkiye û Îranê nîşan didin ku bi vê zêhniyeta dewletê ne mumkin e ku pirsgirêk bîn çareserkirin. Ji ber vê yekê, girîng e ku bi gelên herêmê û hêzên demokrasiyê re peywendî bên danîn.

Piştî hevdîtina Tirkiye û Îranê ya li Tehranê, Îranê 3 ciwanên Kurd bi dar ve kirin. Heman rojê 4 endamên  PJAK´ê li Îranê bi bêbextiyê hatin kuştin. Dîsa heman rojê bi mûşekên avêtin Koyê li baregehên HDK û PDK-δyê xistin û bi dehan siyasetvanên Kurd qetil kirin. Êrişeke di vê astê de ne tenê li dijî rêxistinekê ye, li dijî tevahiya Kurdan e. Heta, tê gotin ku ev êriş hatine kirin piştî ku Îran û Tirkiyeyê li ser peymaneke dijminatiye li Kurdan li hev kir. Xebero, li dijî rêxistinên Kurdan Tirkiye wê agahiyên îstîxbarî bide Îranê û Îran jî bide Tirkiyeyê. Dema ku em êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan li ber çavan bigirin, em dikarin bibêjin ku lihevkirineke bi vî rengî gelekî muhtemel e.

Dewleta Tirk dijminatiya li Kurdan bi awayekî eşkere dike; Îran bi xwe vê sergirtî dike. Lê belê her cara ku tên cem hev, ileh behsa meseleya Kurd dikin. Bi hev re dipeyivin, ka li dijî Kurdan dikarin bi hevkarî çi bikin. Ji ber ku nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin, di dijminatiya li Kurdan de dibin hevparên hev. Rêberê Gelê Kurd di serî de Tirkiye, ji bo ku tirs û endîşeyên Îran, Iraq û Sûriyê nehêle, çareseriya bi zêhniyeta Neteweya Demokratîk a pirsgirêkan di nava sînorên heyî de jî danî holê. Tevî vê jî ne Îranê û ne jî Tirkiyeyê dev ji dijminatiya li Kurdan berneda. Berevajiyê vê, ew li ser Iraq û Sûriyê jî ferz dikin ku vê dijminatiyê bikin. Tevî ku Ereb heta deverekê dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin jî, Tirkiye û Îran pêşiyê li vê digirin. Dagirkirina Kerkûk û deverên li ser wan li hev nehatiye kirin, hewldana Tirkiyeyê ya pêşîgirtina li hevdîtinên di navbera Kurdan û rejîma heyî de vê rastiyê bi awayekî şênber îfade dikin.

Ka Tirkiye dijminekî çawa yê Kurdan e, herî dawî di hevdîtina Pûtîn û Erdogan a li Soçiyê de bêhtir darîçav bû. Ya ku derxistin pêş ew bû ku li Sûriyê pirsgirêka esas PYD, YPG, YPJ ne. Peyamek dan Rûsyayê, ew jî ev e; di van mijaran de hûn bi me re bin, em ê jî her awayê hevkariyê bi te re bikin. Muhtemel e ku Pûtîn jî di xwe de bi pise pis keniye û guh daye van gotinan. Wî careke din dît aliyê qels ê Tirkiyeyê kîjan e û ka wê li kû dera wê bixe. Ji ber vê yekê, ji siyaseta xwe re kiriye esas ku di ser Kurdan re bi bazarên qirêj tawîzan ji Tirkiyeyê bistîne. Bi awayekî eşkere, dema ku mesele Kurd in, di siyasetê de exlaq û wicdan datînin aliyekî. Dema ku Efrîn dihat dagirkirin, li wir trajediyeke mezin a insanî rûdida, DYE´yê jî digot serê min ji wir naêşe, lê bi elaqeyeke zêde berê xwe daye Idlibê. Bi ser de jî li wir çeteyên li dijî mirovahiyê hene! Ev rastî vê yekê nîşan dide; Kurd divê van peywendiyên qirêj ên siyasî baş bişopînin û li gorî wê tedbîran bigirin.

Tirkiye û Îran, hem pirsgirêka Kurd çareser nakin, hem jî gava ku Kurd daxwazên xwe yên siyasî, civakî û çandî îfade dikin jî vê weke karê hêzên ji derve dibînin, civakên xwe jî dikin dijminên Kurdan. Ser dijminatiya xwe ya li Kurdan û şovenîstiya xwe bi demagojiya hêzên ji derve digirin. Di serî de PDK hin hêzên siyasî yên Kurd, bi siyaseta xwe ya xwe disipêre hêzên ji derve, vî hukmî xurt bikin jî, kartêkera esas di vê yekê de ew e ku ew jiyana azad û demokratîk a Kurdan qebûl nakin. Redkirina pêşniyazên çareseriyê yên maqûl li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dijminatiya li helwêsta Kurdan ji bo çareseriyê ya li ser esasê xweseriyê li Sûriyê jî vê yekê îsbat dike.

Tirkiye û Îran çi dikin bila bikin, Kurd bi zêhniyeta xwişkûbiratiya bi gelên Rojhilata Navîn re û neteweya demokratîk rast dibînin di nava sînorên siyasî yên heyî de çareserî çêbe. Kurd ne alîgirê veqetînê ne; herçî siyasetên Tirkiye û Îranê ne, ew xwedî xisleteke wiha ne ku zemîn peyde dikin ji bo veqetînê û wê teşwîq dikin. Ya rastî, ya ku zemîn çêdike ji bo hêzên ji derve siyasetên Îran û Tirkiyeyê bi xwe ne. Siyaseta Rêberê Gelê Kurd bi xwe li ser wî esasî ava ye ku tesîra hêzên ji derve li herêmê bê sînordarkirin. Siyasetên Tirkiye û Îranê nîşan didin ku bi vê zêhniyeta dewletê ne mumkin e ku pirsgirêk bîn çareserkirin. Ji ber vê yekê, girîng e ku bi gelên herêmê û hêzên demokrasiyê re peywendî bên danîn. Ji ber ku li van welatan heta ku zêhniyet neguhere û heta ku li Rojhilata Navîn demokrasî neyê pêk anîn, çareserkirina pirsgirêkên etnîk û ên mezhebî ne mumkin e. Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku Kurd û tevahiya hêzên siyasî yên Kurd stratejiya xwe ya esasî li ser demokratîkkirina herêmê ava bikin. Bê guman ev jî bi yek bi yek demokratîkkirina welatan pêk tê.

Çavkaniya hêzê ya Kurdan û avantaja wan a sereke halê hazir li Rojhilata Navîn ew e ku di zêhniyet û avahiya demokratîk de ew li herî pêş in. Xeta demokratîkbûnê ya ku xwe disipêre zêhniyeta neteweya demokratîk a azadîxwaza jinê dibe siberoja Rojhilata Navîn. Heger Kurd bi van aliyên xwe yên xurt bibin xwedî stratejî, siyaset taktîk û peywendiyan bi pêş bixin, ew ê bibin hêza siyasî ya ku wê siberoja Rojhilata Navîn diyar bike. Heger Kurd têkoşîneke xwe bisipêre van çavkaniyên sereke yên hêzê bi rê ve bibin, hingê ti hêz nikare pêşiyê li wan bigire. Heger Kurd van avantajên xwe û çavkaniyên xwe yên hêzê bi yekîtiya xwe ya neteweyî temam bikin, sedsala 21´ê wê bibe sedsala Kurdan.

Bêguman, dewleta Tirk a ku pêşeng e di dijminatiya li Kurdan de, tevahiya siyaseta xwe li ser tepisandina têkoşîna azadiyê ya gelo Kurd ava kiriye. Di tevahiya peywendiyên xwe yên bi derve re esas, siyaseteke li dora qirrkirina Kurdan bicihbûyî dimeşîne. Dixwaze her firsend û keysê li ser esasê dijminatiya li Kurdan bi kar bîne. Yekane karê ku desthilatdariya AKP-MHP´ê serê xwe pê diêşîne, ev e. Beramberî vê rewşê, Kurd û hêzên demokrasiyê jî divê xwedî hestiyarike welê bin, xwe wiha bi rêxistin bikin, welê serê xwe biêşînin, peywendiyên wiha deynin, têkoşîneke welê bikin ku van siyasetên qirrker ên faşîst pûç bikin.

Êdî li Tirkye, Kurdistan û Rojhilata Navîn em li berbanga demokratîkbûn û azadiyê ne. Dijminên demokrasiyê û yên Kurdan, ji bo ku ev berbang, ev şeveq gelan ronî neke, neke ku ew azad bibin, êriş dikin. Lê belê, heger gel jî bi hestiyarî, hizirîn û têkoşîna pêwîst  bersivê bidin, teqez e ku Kurd û tevahiya gelan wê bi ser kevin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA