Gelên Duhokê ji bo Rojava rabûn ser pêyan

Gelê Duhokê, li hemberî êrîşên li ser Rojava daketin qadan.

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê jî nerazîbûn tê kirin. Piştî Hewlêr, Silêmanî, Ranya, Qeladizê, Şeladizê û Sengaserê îro gelê Duhokê jî li hemberî dagirkeriyê nerazîbûna xwe nîşan da. Bi hezaran kes li Parka Azadî kom bûn û sloganên “Serkeftin ya Rojava ye”, “Dagirkerî wê têk biçe” berz kirin.

Di çalakiyê de Dr. Kamûran Berwarî axivî. Berwarî diyar kir ku ev êrîş li ser hemû Kurdan û Kurdistanê tê kirin û got “Heke em bi awayekî xurt li hemberî van êrîşan nesekinin û em xwedî li Rojava dernekevin sibê em ê li Başûr jî têk biçin. Ji ber ku Erdogan bi eşkere dibêje ku ew dijminê Kurd û Kurdistanê ye.”