Gelê Sînûnê vê carê ji ber çeteyên PDK'ê reviya çiya

Malbatên ji ber êrîşa çeteyên PDK’ê neçar me biçin çiyê diyar kirin, ku ji bo carek din êrîşî wan nekin û jinên wan nefiroşin, ew neçar man e derkevin serê çiyayê Şengalê.

Malbatên ji ber êrîşa çeteyên PDK’ê neçar me biçin çiyê diyar kirin, ku ji bo carek din êrîşî wan nekin û jinên wan nefiroşin, ew neçar man e derkevin serê çiyayê Şengalê.

Malbatên ku ji Sînûnê piştî dagirkerî û êrîşa çeteyên PDK’ê ne çar man biçin çiyayê Şengalê axivî û nêrînê xwe anîn ziman. 

Dayika bi navê Nûrê Yusuf diyar kir, di destpêka fermanê de jî wan  terka çiyayên xwe nekir û wiha got: "Me gelek zehmetî kişandin, lê belê dîsa jî me dev ji axa berneda. Çend em  bimirin jî em ê terka axa xwe nekin."

Welatiya bi navê Hedo Brahîm li hemberî êrîşa çeteyên PDK’ê hêrsa xwe anî ziman û ev pirs kir: "Me Êzîdiya çi kiriye ku ewqas ser me de tên. Ev du car in me ji cih û warên me dikin. Yên vê carê hatine DAIŞ’in tenê cilê pêşmergeya li xwe kiribûn. Mala me sinûnê bû. Ev şeş rojin em hatin me xwe sipartiye çiya."

Dayika bi navê Nîsan Elî  da xuyakirin ku mala wan li Sinûnê bû, piştî vê êrîşê neçar man derkevin û wiha got: "Li wir jî em malê hinekî din de bûn. Dema hatin Sînûnê û êrîşê Xanesorê kirin me berê xwe da çiya. Cilê pêşmergeyan li xwe kiribûn û hain ketin Sinûne. Em tirsiyan ku zarokên me qetil bikin. Ev dîsa fermanekî bû ser me de hat. Ev şeş roj in zarokên me têr xwarin nexwarine û têr av vexwarine. Em nikarin zarokên xwe paqij bikin. Ji bo em nekevin destê çeteyan de em hatin vir."

Welatiya Êzidî bi navê Muhbet Xelef destnîşan kir ku ew xelkê başûrê Şengalê ne û van çeteyan ferman ser wan de anîn û wiha pêde çû: "Di fermana 3'ê Tebaxê de pêşmerge hatin zarokên ji me re gotin herin malê xwe em ê we biparêzin. Piştre wan em berdan û DAIŞ'ê bi ser me de girtin. Em çûn kampa Zaxo. Gotin ji ber ku zarokên we di nava YBŞ’ê de ne, em nahêlin hûn li vê kampê bijîn. Em hatin Sinûn. Hîn birînên me nehatibûn girtin di 3'ê Adare de hatin Sinûnê. Em jî ne çar man hatin Serdeştê. Carekî di ferman bi ser me de anîn. Me Êzîdiyan çi kiriye wiha bi ser me de tên. Ne ji xwedê û YBŞ ba em nikarîbûn bijîn. Bi saya YBŞ’ê em hatin van rojan. Kûrê min ji bo axa xwe biparêze çû Xanesorê."

Dayika bi navê Neam Murat anî ziman ku dîsa fermanek serê  wan de anîne û got: "Êzidiyan carekê jî axa kesî dagir nekiriye. Dest neavêtiye mala kesekî. Êzidî gelekî belengazin. Heya dinya heya ev xaka me ye. Yek Êzidî jî bimîne em nahêlin kes çiyayê me dagir bike. Di destpêka fermanê de bi destê DAIŞ Xidir hat şehîd kirin. Di 3’ê Adarê li Xanesorê bi destê çeteyên PDK’ê Arîf hat şehîd kirin. ferqa wan tine."

Dayika bi navê Nehla Şeref jî di dawiyê de ev tişt got: "Ev du fermanin bi ser me de tê, lê hemû dewlet wekî filmekî li me dinêrin û ti kes bi hawara me de nayê. Hîna me taziya kûre xwe ne çêkirîbû em dîsa koçber bûn. Ez nizam ev çete ji me çi dixwazin. Zarokên me hemû tî û birçî li van deran e. Du gerîla wesayîtên wan ên zirxî dehf da, gotin em şer naxwazin. Lê wana ew şehîd kirin û êrîşê wan kir. Ti wijdan wan qebûl nake. Ma dewlet van tişta nabînin. Eger hebe bila li vir be û em çiyayê xwe bernadin."