BI DÎMEN

Gelê Rihayê dibêje ‘NA’

Şeniyên Rihayê diyar dikin ku wê ji dîktatoriyê re bêjin 'NA' û dibêjin, "Di 16'ê Nîsanê de em ê hesabê Cizîr, Sûr û hemû komkujiyan bipirsin û bêjin NA."

Ji bo em nêrîn li ser referandûma 16’ê Nîsanê ji gelê Rihayê bigrin me mîkrofana xwe dirêjî jin, mêr, kal, ciwan, xwendekar, esnaf û karkeran kir û diyar kirin ku wê di referandûmê de bibêjin ‘NA’.

‘EM Ê JI ZILMÊ RE BIBÊJIN ‘NA’

Dema ku em di nava kolanên Rihayê de dimeşiyan em rastî dayika Meyaser Korkmaz hatin û em vexwendina mala xwe. Dayika Meyaser Korkmaz diyar kir ku wê di referandûmê de dengê ‘Na’ bide û wiha axivî: “Em ê ji bo zilm û dîkdatoriya Erdogan re bibêjin ‘NA’. 15 sal e li ser îxtidarê ye, ka ji bo gelên herêmê çi kiriye? Ji derveyî kuştin û komkujiyan. Em weke gelên Rihayê ji vê zilmê re dibêjin ‘NA’ êdî bes e. Ji xwe 40 sal e, li Kurdsitanê Rewşa Awarte heye. Ji 15’ê tîrmehê û vir de êdî em nikarin derkevin ji derve re jî. Eger pergala serokatiyê bê Tirkiyê dê li Tirkiyeyê şerê navxweyî pêk bê. Ti berjewendiya gelê Kurd û Tirk divê pergalê de nîne. Ji bo vê yekê em ê bi dengê herî xurt bibêjin ‘NA’.” 

‘JI ÇAVKANIYA KRÎZÊ RE ‘NA’

Piştî ku em ji mala dayika Meyaser Korkmaz derketin, em ketin hundirê dikanekê û dikandarê bi navê Îbrahîm Kaya ku berî niha dengê xwe dida AKP’ê û got, ez ê ji ber krîza aboriyê ji pergala serokatiyê re bibêjim ‘NA’. Dikandar Kaya da zanîn ku krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê her ku diçe kûr dibe û ev tişt got: “Ji salekê zêdetire em weke dikandar nikarin ti kirin û firotinê bikin. Rewşa me dikandaran gelek xirabe. Sedemê vê yekê jî polîtîkayên Serokomar Erdogan yên li welat û ji derveyî welatin. Em ê ji çavkaniya kaos û krîzê re bibêjin ‘NA’. Divê tevahiya dikandarên Rihayê bi yek dengî bibêjin ‘NA’. Eger ‘Erê’ derkeve jî wê krîza aboriyê kûr bibe û êdî tikes nikare li welat dikandariyê bike.”

‘JI BO AŞTIYEK MAYÎNDE ‘NA’

Jina ciwan a bi navê Dîlan Korkmaz jî got wê dengê ‘NA’ bide û wih axivî: “Ji bo zarokên me di nav aştiyek mayînde de bijîn em ê bibêjin ‘NA’. Di referandûmê de ‘ERÊ’ derkeve dê Tirkiye veguhere qada şer. Ji ber ku Erdogan şerxwaze û dixwaze şer bike.”  Jina ciwan ya bi navê Nerîman Korkmaz jî got, dê bi ruhê jinên berxwedêr yên li serê çiya şer dikin bibêjin ‘NA’ û bang li tevahiya jinan kir di 16’ê Nîsanê de dengê ‘NA’ bidin, kir.

‘JI BO DILÊ DAYIKAN NEŞEWITE ‘NA’

Em gera xwe ya li kolanên Rihayê didomîn û em di nava kolanê de rastî dayika Hanim Koroglu hatin. Dayika Hanim em vexwendin malê û got, kurê min çavê wan bên derê jî em ê bibêjin ‘NA’. Dayika Hanim Koroglu da xuyakirin ku dê ji bo tevahiya dayikên dil bi êş bêje ‘NA’ û ev tişt rêz kirin: “Di şerê salan de bi hezaran mirovan li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane. Ji bo hîn bêhtir mirov jiyana xwe ji dest nedin, em ê ji rejîma şexsekî re bibêjin 'NA'.”

‘JI PERGALA FAŞÎST A AKP’Ê RE ‘NA’

Welatiyê bi navê Abdullah Çakici jî dengê xwe eşkere kir û wiha got: “Di pergala faşist ya AKP-MHP’ê de tiştek di xêra me de nîne. Em ê di 16’ê Nîsanê de ji hişmendiya faşîst re bibêjin ‘NA’. Ez bang li tevahiya gelê Rihayê dikim ku ji bo faşîzma AKP-MHP’ê re bibêjin ‘NA’.” Ciwanê bi navê Mihemet Kiliç ji wiha got: “Em destûr nadin welatê me têkeve destê paşverû, zordar, û dijminên ciwanan. Ji ber vê yekê di referandûmê de em bibêjin "NA".  Li aliyekê Serokomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim ji krîzê direvin serî li pergala Serokdewletiyê didin. Divê hemû ciwan li dijî îxtîdar û pergala AKP'ê têkevin nava tevgerê. Divê ciwan li her aliyên welat bi dengê herî xurt bibêjin ‘NA’. Her wiha ji bo Cizîr û Sûrê em di 16’ê Nîsanê de hesabê komkujiyên jêrzemînan bipirsin û bibêjin ‘NA’.”

‘JI BO CIZÎR Û SÛRÊ ‘NA’

Welatiyê bi navê Mehmet Korkmaz jî got dê di referandûma 16’ê Nîsanê de dengê ‘NA’ bide û wiha axivî: “Ji bo komkujiya li Cizîr, Sûr û zextên li ser gelê Kurd em ê bibêjin ‘NA’. Gelê Kurd Cizîr ji bîr nekiriye û ti carê jî ji bîra nake. Hege Erdogan bibe serok, dê zilma li ser Kurdan bidome û her roj serî li komkujiyek din bide. Ji îzna xwedê wê Erdogan li Rihayê dibinê sindoqê de bimîne.” 

Herî dawî em li bajarê qedîm ê Kurdistanê Rihayê, li rastî jina bi navê Ayşe Suruç hatin û ew jî wiha axivî: “Ji bo welatek azad, demokratîk û pir çandiyê em ê bibêjin ‘NA’. Ji bo li meclîsê zagonên tecawûzkaran û dîkdatorî li welat belav nebe em ê bibêjin ‘NA’. Em ê di 16’ê Nîsanê de bi vîna xwe ya azad derxin holê û em ê li dijî rejîma şexsî kelha berxwedanê ava bikin. Li Tirkiyeyê krîzek aborî û siyasî ya kûr heye. Ji bo ku ev krîz bi dawî be, divê em li dijî hişmendiya faşîst bibin yek deng. Ez bang li tevahiya jinên Rihayê dikim ji bo azadiya xwe û welatê xwe bibêjin ‘NA’.”