Gelê Qerqeliyê di asta rekorê de xwedî li îradeya xwe derket

Tevî zext, zordarî û hîleyan jî şêniyên Qerqeliyê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de bi rêjeya 85 ji sedî dengê xwe dan HDP'ê û xwedî li vîna xwe derket.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de bi rêjeya 12 ji sedî ji benda hilbijartinê derbas bû. Li Wanê bi rêjeya 60 ji sedî 5 ji 8 wekîlayn bi dest xist. Li gelemperiya Tirkiyeyê jî bû xwedî 67 wekîlan. HDP'ê li Wanê herî zêde li navçeya Qerqeliyê dengê bi rêjeya bilind stend. Şêniyên Qerqeliyê di asta 85 ji sedî de dengê xwe dan HDP'ê û xwedî li îradeya xwe derketin.

ATMACA: GELÊ QERQELIYÊ GELEKÎ BI RÛMET E

Hevserokê HDP'ê yê Qerqeliyê Bûrhan Atmaca destnîşan kir ku ev serketin serketina gelê Qerqeliyê ye û got, "Rêjeya 85 ji sedî ya dengan a HDP'ê serketina gelê me ye. Di vî warî de em minetdarê gelê xwe ne. Partiyên sîstemê pere, îhale, koliyên alîkariyê li herêmê belav kirin û çi ji destê wan hat kirin: Lê belê nekarîn bandorê li sekna bi rûmet a gelê Qerqeliyê bikin û wê ji niha û pê ve jî nikaribin bandorê lê bikin. Gelê me gelekî bi rûmet e. Gelê Qerqeliyê timî xwedî li partî û îradeya xwe derketiye. Wan hêzan ti carî nekarîne îradeya gelê me bişikînin. Gelê me di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de îradeya xwe xweş nîşan da."

'GELÊ QERQELIYÊ BERSIVEKE XWEŞ DA KESÊN KU HURMETÊ NÎŞANÎ ÎRADEYA GEL NADIN'

Nevzat Ûlûsa bi bîr xis tku şaredariya DBP'yî ya Qerqeliyê beriya niha 90 ji sedî yê dengan stendibû û destnîşan kir ku gelê Qerqeliyê di 24'ê Hezîranê d ejî bersiveke xweş da hêzên ku hurmetê nîşanî îradeya gel nadin. Ûlûsa got, "Gelê Qerqeliyê bersiveke baş daye qeyûman û AKP'ê. Gelê Qerqeliyê heta niha timî xwedî li îradeya xwe derketiye. Ev serketin a gelê Qerqeliyê ye. Ti tişt li ser îradeya gel nîne. Gelê me hêz û îradeya xwe careke din nîşanî AKP'ê û qeyûman daye. Zext û şîdet nikarin me bitirsînin. Ji wan hebû ku bi şert û mercên Rewşa Awarte û guhertina cihê dengdanê re wê karibin îradeya me bişikînin. Lê belê welatiyên me bi kîlometreyan meşiyan û xwedî li îradeya xwe derketin."

'GELÊ QERQELIYÊ DERS DA AKP'Ê'

Dîndar Ayaz got, tevî ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê di nava şert û mercên newekhev û nedemokratîk de hatin kirin jî gelê Qerqeliyê derseke baş daye AKP'ê û wiha dewam kir: "Gelê Qerqeliyê timî li cem partiya xwe sekiniye. Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan jî bê Qerqeliyê wê nêrîna gelê me neguhere. Sîstem çi dike bila bike, em timî bi partiya xwe re ne. Tevî Rewşa Awarte û guhertina cihê dengdanê jî gelê me xwedî li îradeya xwe derket. Zext û şîdet nikarin bi îradeya me. Vî gelî ti carî serî netwand. Û ji niha û pê ve jî wê netewîne."