BI DÎMEN

Gelê Qendîlê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Gelê Qendîlê bertek nîşanî bomberdûmana duyemîn a li ser Goristana Şehîdan a Şehît Mehmet Karasûngûr dan û diyar kirin ku ew ji êrîşên dewleta Tirk natirsin.

Gelê Bînarê Qendîlê bi daxuyaniya çapemeniyê bomberdûmana duyemîn a li ser Goristana Şehîdan a Şehît Mehmet Karasûngûr şermezar kirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji ber bomberdûmanê li şûna goristana şehîdan li pêşiya Şaredariya Bînarê Qendîlê di saet 14:00’an de hat dayîn.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevşaredarê Bînarê Qendîlê Amîne Hesen ve hate dayîn. Hesen bi şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser cihên pîroz ên gelê Kurd dest bi axaftina xwe kir. Hesen, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Qendîlê û komkujiya Zergelê bibîr xist û diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan nikare gelê Qendîlê bitirsîne û teslîm bigire. Hesen bang li hikumeta Federal a Kurdistanê jî kir û ji wan xwest ku bila li hemberî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk xwedî helwest bin.

HEMÛ GELÊ KURD DIKIN HEDEF

Endamê Komîsyona Baweriyan ê gundê Enzê yê Bînarê Qendîlê Marûf Resûl Mistefa jî got: “Em wekî gelê Qendîlê bi dehan caran bang li hêzên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û çapemenî û medyayê kirin da ku van êrîşên dewleta Tirk bidin sekinandin. Mebesta wan ne PKK ye, divê ev baş were zanîn. Hêzên dagirker ên Tirkan li Bakurê Kurdistanê xwişk û birayên me qetil dikin, digirin û gundên wan dişewitînin û di ser de êrîşî Rojavayê Kurdistanê jî dike. Wekî ku ev ne bes e, niha jî bi hêzên xwe yên dagirker ên li Başûrê Kurdistanê êrîşî axa Kurdistanê dike, bombeyan bi ser goristanên şehîdan dibarîne. Ma çi gunehê mirî, teyr û tebayên me hene? Çima wan dikin hedef? Wisa diyar e ku ne ji Kurdên dijî, ji yên mirî jî ditirsin. Ji çûkan jî ditirsin. Ez êrîşan şermezar dikim.”

WÊ GELÊ KURD Û GERÎLLAYÊN KURD BI SER BIKEVIN

Li ser navê Meclîsa Ciwanan a Bînarê Qendîlê Ahmet Mûhammed Abdûllah jî, êrîş şermezar kir. Abdûllah diyar kir ku li hemberî Erdogan, li hemberî tank û topên wî û li hemberî bombeyên wî em ê stûyê xwe xwar nekin. Abdûllah herî dawîn jî diyar kir ku, ciwanên Bînarê Qendîlê li hemberî van êrîşan bi îrade ye û li hemberî van êrîşan wê bi paş ve gav neavêjin û got ku, “Gelê Kurd û gerîllayên wê, ew ê bi ser bikevin”.