Gelê Nisêbînê: Hewl didin ku em bajarê xwe biterikînin

Li Nisêbînê li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê ev 10 meh in pirsgirêka jêravanî û joravaniyê heye. Dewlet gel mexdûr dike û dixwaze ceza bike. Gel jî biryardar e ku li ber xwe bide.

Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê piştî 'qedexeya derketina derve' hate rakirin 6 taxên mezin ên Nisêbînê hatin tinekirin, problemên jêravanî, joravanî û elektrîkê çêbûn.

AKP gelê ku ne alîgirê wan e ceza dike û di halê hazir de rewşa ber dest nîşana hovitiya dewletê ye.

Di medya civakî û çapemeniya xwecih de her çendî nûçeyên bi rengê 'Li Kuçeya Mizgefta Zeynel Abidîn û Mor Yaqûb ya taxa Zeynel Abidîn xebatên ronîkirinê têne kirin' werin weşandin jî, di rastiyê de li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê bi temamî hatine tinekirin û hê jî jêravanî û joravaniya wan nehatiye çêkirin û elektrîk tine.

TENÊ TOKÎ DIXEBITE

Jêravanî û joravanî û elektrîka van taxan bi meşa kîso bi rê ve diçe. Li bajêr tekane saziya ku dixebite TOKÎ ye. Înşeata TOKÎ bîbika çavê wekîlên AKP’ê ye.

Wekîlê AKP’ê yê Mêrdîn Orhan Mîroglu çend rojên bihurî hat li înşeata TOKI’yê geriya û çapemeniya alîgir jî got, 'bi gelê Nisêbînê re hate cem hev.'

Li Nisêbînê dewlet polîtîkayeke wiha dimeşîne ku gel neçarî malên TOKI’yê dike, ji bo ku hûn pirsa, li taxê kêşe çima çareser nabin mirov muxataba nabîne. Rayedarên DEDAŞ’ê dibêjin, ‘’xebat didomin’, ‘em li benda pereyan in’ û adrêsa çareseriyê Şaredariya Nisêbînê destnîşan dikin.

‘ZORÊ LI ME DIKIN KU EM KOÇ BIKIN’

A.T yê ku li Taxa Dîcle dimîne got dewlet dixwaze wan ceza bike. N.K ku bi qebloya demdemî elektrîk anî ser mala xwe dibêje, ‘’Serlêdanên me bê encam man. Ji bo ku lê nanerin û ziyan dîtine têl bi erdê ve hejiyane. Em ditirsin ku ev qut bibin û me bikujin. Em li şaredariyê jî ti muxatabî nabînin. Berê şaredariya me hebû, em diçûn me muxatab didît. Niha mirov newêre biçe şaredariyê. Ji dema ku em hatine mala xwe ve kêşeyên taxên me xilas nebin. Ji çav re şaredarî hin tiştan dike, lê pirsgirêkên sereke çareser nake. Zorê li me dikin ku em van deran biterikînin an jî ji bo ku em TOKI’yê nas bikin van tiştan dikin. Lê mala min li vir bû, çima hilweşandin? Helbet em vê derê ji wan re nahêlin.’’

‘EM Ê VIR NETERIRÎKININ’

F.T jî dibêje,"me ceza dikin, çend roj berê ji bo ku derdê xwe ji Orhan Mîroglu re bibêjim min hewl da xwe nêzîk bikim, lê parêzvanên wî nehiştin" û wiha domand: "Lê TOKI xaniyan çêdike û dixwazin wan bifiroşin me. Zikê me bi van tiştan têr e. Pêşî malên me xira kirin, niha jî bi van kêşeyan me dilebikînin. Em ê vir bernedin. Em ê kêşeyên xwe çareser bikin, lê bila li ser wan kursiyan rûnenin û reklama xwe nekin. Orhan Mîroglu bi kîjan rûyî wê were cem me?’"