Gelê Mexmûrê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan

Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Erdheja bi lerza 5,1 ku li navçeya Gemlîk a Bûrsayê pêk hat, fikarên gelê Kurd ên li ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde kir. Welatiyên li Wargeha Penaberan a Rûstem Cûdî ji bo ji rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyê bigirin, meşeke girseyî li dar xistin.

'FIKARÊN ME BI ERDHEJÊ ZÊDE BÛN'

Gel li ber Saziya Malbatên Şehîdan li hev civiyan û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan. Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axivî û got: “Li girava Îmraliyê ku hiş û dilê me ji bo wê lê dide erdjhej pêk hatiye. Em nikarin tu xeberê ji Rêberê xwe bigirin. Li vir Hêzên Komploya 15’ê Sibatê di şexsê Rêbertî de pêk anîn dixwazin li dijî gelê Kurd plana qirkirinê pêk bînin. Gelo têkildarî erdhejê ev hêzên tifaqa li Îmraliyê çi plan dikin? Em wê zanebûnê de ne ku bi vê pratîk û bêdengiyê hewl didin peyamê bidin gelê Kurd. Polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dijî gelê Kurd di meriyetê de ne. Şewata ku di 27’ê Sibata 2020’an de li nêzî Îmraliyê derket, ji 2008’an heta 2009’an hewldana jehrîkirina Rêberê me û herî dawî erdheja ku duh saet di 23:00 de pêk hat, fikar û gumanên me zêde dike."

Fîlîz Bûdak anî ziman ku têkiliya Rêber Apo bi malbat, parêzer û gel re ev 3 sal in tê astengkirin û wiha got: “Li vir artêşek fedaî yê ji bo Rêber Apo heye. Em 60 milyon Kurd şopdarên Rêber Apo ne. Tiştên ku li Îmraliyê qewimin, berpirsyar hêzên dagirker û komploger in. Yên ku ji xwe re dibêjin parêzvanên mafên mirovan jî herî kêm ji vê rewşê berpirsyar in. Ji bo vê jî em bang li CPT dikin ku divê li gorî berpirsyariya xwe tevbigerin. Heta ku em azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin, em ê çalakiyên xwe bi biryardariyeke mezin bidomînin."