Gelê Mexmûrê nerazîbûn nîşanî êrîşê da

Şêniyên Mexmûrê nerazîbûn nîşanî êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk dan û li dijî êrîşan işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kirin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk, danê êvarê bombe li kampa penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) barandin û di encamê de 4 sivîlên ku bi erka ewlekariya Mexmûrê radibûn şehîd bûn.

Şêniyên Mexmûrê çalakiyek li dar xistin û nerazîbûn nîşanî êrîşê dan. Bi vê armancê bi hezaran kes li hev civiyan. Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Huseyîn Kara bi navê gel daxuyanî da.

Kara got, "Li dijî êrîşên dijmin divê yekîtiya neteweyî pêk were" û diyar kir, girîng e bersiv ji banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo yekîtiya neteweyî bê dayin. Kara anî ziman ku ew êrîşên hovane yên dewleta Tirk şermezar dikin û got, "Divê her kes li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk rabin ser piyan û bi erka xwe ya welatparêziyê rabin. Em bang li hemû hêz, partî û rêxistinên Kurdan dikin ku bibin yek û yekîtiya neteweyî pêk bînin."

Kara bi bîr xist, dewleta Tirk bi 300 kîlometreyî ji sînorê xwe derbas bûye û bombe li kampa Mexmûrê barandiye. Kara diyar kir, par vê demê êrîşeke heman rengî pêk hat û şehîdên wan çêbûn. 

Kara got, her kes li pêşberî van êrîşan bêdeng man, dewleta Tirk ji vê bêdengiyê cesaret girt û careke din bi rengekî hovane êrîş kir. Kara wiha dewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker, hikumeta AKP-MHP'ê rûyê xwe yê gemarî careke din nîşan da. Li dijî Mexmûrê êrîşeke hovane hate kirin. 4 hevalên me şehîd bûn. Divê dewleta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî wezîfeyên xwe bi cih bînin."

Kara got, ji bo 4 sivîlên şehîd bûn wê piştî çend rojan merasîm bê lidarxistin.