NÛ BÛ- Gelê Mexmûrê ber bi NY'yê ve dimeşe

Ji bo çar jinên Mexmûrî ku bi êrîşa hewayî ya balafirên Tirk şehîd bûn, gelê Mexmûrê ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya wargehê ve dest bi meşê kir.

Ji bo merasîma cenazeyên Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinc Ferhan Qasim a 26 salî û neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mahmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî, gelê Mexmûrê li cihê merasîmê civiya.

Her wiha nûnerên Tevgera Forma û Beray Demokratîk gel û şandeya KNK'ê jî wê li merasîma cenaze hazir bin.

YNK, Partiya Komunîst a Tirkiyeyê, Tevgera Azadî, Partiya Rûsî Xidir YRDK û gelek şexsiyet li merasîmê hazir in.

Bi hezaran kesên ku li qada merasîmê civiyan ji bo ku NY'yê şermezar bikin ber bi avahiya NY'yê ya têketa wargehê ve dest bi meşê kirin. Piştî ku li ber avahiya NY'yê daxuyaniyek hate dayin wê merasîma cenaze were kirin.