Gelê Mexmûrê: Bila rê vekin!

Welatiyê Mexmûrê bang li Hikûmeta Herêmê kirin û xwestin ku rê werin vekirin.

Welatiyên Mexmûrê ji ber girtina rê pir tehde li wan dibe û bang li Hikûmeta Herêmê kirin, gotin rewşa wan pir xirab e û xwestin ku rê vekin.
  
 ‘EM NIZANIN ÇIMA RÊ HATINE GIRTIN’
 
Heta niha ne hikûmeta navendî ya Bexda û ne jî hikûmeta Başurê Kurdistanê têkildarî girtina derî agahiyek zelal daye. Niha tenê gelê hejar û belengaz li nava Mexmûr in. Rojane ji bo pêwîstiyên xwe yên jiyanî û civakî pêk bînin vê rêyê bikartînin. Ev rê jî pir nexweş û metirsîdar e. “

Li ser girtina rê ya Mexmûrê welatiyan fikrê xwe gotin. Welatiyê bi navê Aram Cemal nerazîbûna xwe diyar kir û got, ‘’Em gelê Mexmûrê em nizanin bê ka ji ber çi rê hatine girtin. 70 ji 100’î yê navçeya Mexmûrê Kurd in. Welatiyên Ereb ên roja ne tên Mexmûr tenê ji bo pêwîstiyên xwe yên rojane dabîn bikin, welatiyên derdora navçeyê û gundên wê in. Ne tenê rêya me hatiye girtin, di heman demê de welatiyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî hatiye girtin. Bi rojan bi hezaran kes ji navçeya Mexmûr û wargeha Şehîd Rustem Cûdî diçin bajarê Hewlêrê ji bo kar û pêwîstiyên din ên jiyan.’

 ‘WELATIYÊN WARGEHA ŞEHÎD RÛSTEM CUDÎ TIM DERIYÊ XWE LI ME VEKIRINE’
 
Aram Cemal bal kişande ser alîkariya gelê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî û wiha pêde çû: “Bi taybet em malovaniyê li welatiyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dikin. Di her demê dengavî û metirsîdar de deriyê xwe heta dawî ne weke mêvan weke xwediyê malê ji bo me vekirin. Ev rêya hûn niha dibînin ji aliyê wan ve bi derfetên xwe çêkirine. Her roj cihên têk diçin bi mekîneyên xwe yên kar tên çêdikin. Weke kes me bi xwe şahidiya wê kir gelek ciwanên me û welatiyên me li derve bûn hatin em dawetî malên xwe kirin.”

‘EM BANG LI HIKÛMETÊ DIKIN Û RÊ VEKIN’

Her wiha Kawa Îsmaîl behsa astengiyên jiyanî û rê kir û got: “Bi rastî jî em di nava şert û mercên zehmet de ne. Hûn bi xwe jî dibînin rewşa rê çi ye. Rojane bi hezaran kes çi nexweş çi ji ber pêdiviyên rojane yên jiyanî diçin bajarê Hewlêr û yên din ên Başûrê Kurdistanê. Rê pir xirab e. Em nizanin çima rê hatiye girtin. Bang li hikûmeta Herêmê dikin ku vê rêyê vekin. Ev rê ne tenê ji bo me ji bo welatiyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî gelekî girîng e. Hemû karê xwe li ser vê rêyê dikin. Rojane diçin û tên.”