Gelê Mexmûrê bi şahiyeke heybet salvegera PKK’ê pîroz kir

Bi tevlîbûna xwendekar, mamoste û gelê Mexmûrê salvegera 40’ê ya damezirandina PKK’ê li NÇHM’ê bi şahiyeke bi heybet hate pîrozkirin.

Salvegera 40’ê ya damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê wek her derê li Mexmûrê bi dirûşma ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’bi şahiyeke bi heybet a tevlîbûna xwendekar, gel û mêhvanan li Navenda Çand û Hûnerê ya Mexmûrê hate pîrozkirin.

Qada şahiyê bi alên PKK, KCK, YPG, YPJ, YJA Star, KJK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîsa pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Heqî Karer, Mazlom Dogan, Delal Amed, Sakîne Cansiz û Bêrîtan hatin xemilandin. Her wiha li qadê pankartên bi nivîsa ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ û ‘27’ê Mijdar bû kelemê çavê neyar, berkûka dijmin anî xwar” hatin daliqandin.

Şahî bi awayekî fermî saet 02:00’an bi amadebûna hemû gel, xwendekar û mêhvanên ji derve hatibûn vexwendin bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakê şehîdan ve destpê kir.

Lixwekirina cil û bergên Kurdewarî mohra xwe li şahiyê da. Bi taybet zarokan cilên Kurdî li xwe kiribûn û wisan tevlî şahiyê bibûn.

Ji bo girîngî û wateya rojê Hevseroka Rêveber a Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak axivî, salvegera 40’ê ya PKK’ê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla û hemû gelê Kurd pîroz kir. Bûdak bal kişand ser rola PKK’ê ya ji nû ve vejîna gelê Kurd a ji mirinê hate rizgarkirin. Bûdak got “PKK pîvana rûmet û heqîqetê ya hevaltiyê ye. Bi wê boneyê PKK’ li ser ked û soza hevaltiyê hate avakirin. Hêza hêvî û azadiyê ya PKK’ê a li Rojhilata Navîn hil bûyî, kir ku gelê Kurd serî hilde û agirê azadiyê geş bike. Divê em gelê Kurd di serî de xwedî li Rêbertiya xwe û pêşengên xwe derbikevin.”

Piştre jî peyama KCK’ê ya ji bo gelê wergehê hatibû şandin hate nîşandan. Di peyamê de ev tişt hatin gotin: “PKK li ser nirx û keda şehîdan gihişte vê rojê. Li Rojhilata Navîn bê PKK ne ti dijmin û ne jî ti dost nikarin siyasetê bike. PKK li Rojhilata Navîn hêza yekan e ya têkoşîna azadiyê ye. Li çar aliyên Kurdistanê Kurdistanî û dostên wan li ser lingan in, ji her qada civakê çi gundî, çi karker, çi bajarî cihê xwe di nava vê tevgerê de girtin. Ji bo wê ev partî partiyeke ya azadî û wekheviyê ye. Bi vê boneyê divê xwedî li Rêber Apo û şehîdên wê bê derketin. Ev têkoşîn dikare me bigihîne serkeftinê. Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li şeref, rûmet, keramet û jiyana xwe ye. Ji ber ku gelê Kurd bi Rêber Apo mezin bû û mezin ser ket.”

Di dewama peyamê de bal hate kişandina ser biryara DYA ya di derbarê sê pêşengên PKK û KCK’ê de û ev tişt hate gotin: “Ev biryar ne li dijî PKK’ê ye, li dijî hemû gelê Kurd û aliyên Kurd ên siyasî ne. Divê ev wisa bê desgirtin. Hinek radibin li ser navê partiyan daxuyanî didin. Xwe bi vê vedişêrin. Ev ne siyaset e, siyaset wiha nayê kirin. Divê hemû gelê Kurd li dijî vê rabe ser xwe û têkoşînê bike. Ev sal sala azadî û têkbirina faşîzmê ye. Ji bo vê divê her kes bi ruhê Apoyî rabe ser lingan. Dema gel wisa kir, wê faşîzim û komplo jî têk biçe û Kurd mezin serbikevin.”Herî dawî KCK’ê salvegera damezirandina PKK’ê li gel hate pîrozkirin. 

Her wiha di dewama bernameyê de li ser navê Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan Şeşîd Gelalî, li ser navê Kongreya Netewî ya Kurdistan Şûkrûlah Mihemed Emîn û Hîzbî Şiî Kurdistan peyamên pîrozbahiyê hatin dayin.

Piştî peyaman bi rêzê ve koma muzîkê ya Serhed, Koma Şano Hêvî Yekta, hunermed Barî Yûzûbof, Koma govendê ya Şehîd Nûdem, Koma skêçê Tîrêj û herî dawî jî hunermed Ehmed Îke derket ser dikê û gel li ber sitranên wî govend gerandin.

Şahî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî PKK’, ‘Tu kes nikare Roja me tarî bike’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ ve bi dawî bû.