'Gelê Kerkûkê şeş salên giran derbas kirin'

Nivîskar Tariq Karêzî dibêje: “Rejîma niha jî tê de dewleta Iraqê ji sed salî zêdetir e nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê înkar dike û mafên gelê Kurd binpê dike.”

Piştî ku di sala 2005’an de hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê hate kirin, heta duh hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê nehate kirin. Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê ji hêla Hikûmet Iraqê ve hêzên leşkerî yên Iraqî li Kerkûkê hatin bicihkirin û parêzgarekî Ereb û şovenîst bi ser Kerkûkê de hate ferzkirin. Vî parêzgarê şoven dubare dest bi erebkirina Kerkûkê û dagîrkirina zeviyên Kurdan kir û li hember gelê Kurd û pêkhateyên neereb gelek binpêkirin kirin.

Duh navendên dengdanê ji dengderan re vebûn û xelkê bajarê Kerkûkê ya başûrê Kurdistanê bi cil û bergên Kurdî çûn navendên dengdanê û dengên xwe dan. Di nav hemwelatiyên Kurd de coş û xiroşeke mezin hebû. Ji ber ku bi rêya hilbijartinê ew ê bikarin parêzgarî ferzkirî yê bajêr biguherînin. Her çend encamên hilbijartinê nehatibin ragihandin jî, lê hemû amar nîşan didin ku Kurdan serketineke mezin bi dest xistiye û careke din parêzgarekî Kurd ji bo bajêr tê diyarkirin.

Nivîskar û rojnameger û kesayetiyê naskirî yê Kerkûkê Tariq Karêz li ser rewşa Kurdan a li Kerkûkê û li ser bandora hilbijartinê û li ser çend pirsgirêkên din ji ANF’yê re axivî.

“XALA WERÇERXANÊ YE DI NASNAMEYA KURDISTANÎBÛNA KERKÛKÊ DE”

Li ser selmandina Kurdistanîbûna Kerkûkê bi rêya hilbijartinan, Tariq Karêzî ev tişt anîn ziman: “Hilbijartina li Kerkûkê li gorî bajarên din ên Kurdistanê cudahiyeke wê ya zêde heye. Ji ber ku Hikûmeta Iraqê 102 sal e nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê înkar dike. Îro cihê kêfxweşiyê ye ku derfeta hilbijartinê çêbûye ku beşek e ji proseya demokratîzekirina Iraqê. Hemwelatiyên Kerkûkê li ser sindoqên dengdanê amade bûn û dengên xwe dan berbijêrên Kurdistanî. Ev yek xala werçerxanê ye û belgeyeke nû ye ku piştgiriya nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê dike.”

“SÎSTEMA LEŞKERÎ BI SER VÎ BAJARÎ DE HATIYE FERZKIRIN”

Der heqê rewşa Kerkûkiyan de piştî ku di 2016’an de rewşa leşkerî bi ser Kerkûkê de hate sepandin, Tariq Karêzî ragihand: “Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê şeş sal in ku li Kerkûkê desthilatekê xwe ferz kiriye. Ev desthilat siyaseta cudakariyê li dijî Kurdan dimeşîne û di gelek waran de hemwelatiyên Kurd ji mafên wan bê par kirine. Ew taxên ku piraniya wan Kurd in, hatine paşguhkirin. Berevajî vê yekê ew deverên ku piraniya wan ne Kurd in, girîngî daye wan deveran û ew dever pêşve birine. Ji bilî sîstema leşkerî, her wiha desthilateke nedadperwer vî bajarî bi rê ve dibe.”

“BINPÊKIRIN LI DIJÎ KURDAN BERDEWAM DIKIN”

Tariq Karêzî amaje bi binpêkirinên li dijî gelê Kurd kir û got: “Niha û di dîrokê de her tim piraniya niştecihên Kerkûkê Kurd bûne û Kerkûk beşek e ji Kurdistanê. Peyama me Kurdan ew e ku em li gel pêkvejiyan, pêşketin, demokrasî û bicihkirina mafên hemwelatiyan in. Lê belê 102 sal e dewleta Iraqê her tim mafên Kurdan binpê kirine. Rejîma niha jî van binpêkirinên li dijî Kurdan didomîne.”

“KERKÛKÎ BI XWE BILA PARÊZGEHA XWE BI RÊ VE BIBIN”

Der barê giringiya hilbijartinê de ji bo gelê Kurd li başûrê Kurdistanê bi giştî û li Kerkûkê bi taybetî, Tariq Karêzî ev nirxandin kirin: “Niha derfeteke xebatên sivîl pêk hatiye da ku mirov bi rêya wê xebata sivîl ji bo bidestxistina mafên xwe bixebite. Bidestxistina piraniya kursiyên Encumena Parêzgeha Kerkûkê rê li ber wê yekê vedike ku em bikarin wê hevkêşeya şaş ku li dijî berjwendiyên xelkê Kerkûkê ye, rast bikin û em wisa bikin ku Kerkûkî bi xwe parêzgeha xwe bi rê ve bibin, kesên dilsoz û xwedî wîjdan bikarin postên Kerkûkê bi rê ve bibin.”

“XELKÊ KERKÛKÊ ŞEŞ SALÊN GIRAN DERBAS KIRIN”

Tariq Karêzî têkildarî rewşa gelê Kurd a li Kerkûkê axivî û got: “Xelkê Kerkûkê bi dilgermiyeke zêde çûn ser sindoqan. Ji ber ku xelkê Kerkûkê şeş salên gelek giran derbas kirin. Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê ku parêzgariya Kerkûkê ji yekî Kurd hate girtin, bajar di gelek waran de paşve çû.”