Gelê Hesekê û Tirbespiyê cenazeyên şervanên xwe veşartin

Cenazeyên 6 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Hesekê û Tirbespiyê bi merasîmekî girseyî hatin veşartin.

CENAZEYÊN 5 ŞERVAN LI HESEKÊ HATIN VEŞARTIN

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê, cenazeyên 5 şervanên YPG′ê Xidir Silêman (Elî Hesekê), Emar Elî (Yilmaz), Ehmed Ferec (Agirî Kurdistan) û Hesen Casim (Alan Hesekê) ên k udi 1′ê Nîsanê û Malik Efîn (Demhat Gelhat) ê ku 15′ê Adarê di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Hesen axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û soza şopandina rêya wan da.

Fermandarê YPG′ê Şêran Çaçan jî got ku şehîd rêya azadiya gelan ronî dikin, soza şopandina rêya şhîdan da û wê armancên wan pêk bînin.

Her wiha Endamê Komîteya Têkîliyên TEV-DEM′ê Cîhad El-Lecî jî, anî ziman ku ciwanên herêmê li hember êrîşên komên çete canê xwe feda kirin û axa welatê xwe parastin.

Piştî axaftinan, nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li gorisatanê hatin veşartin.

CENAZEYÊ SIMKO YÊ ENDAMÊ HÊZÊN ATÎ TEROYÊ HATE VEŞARTIN

Bi sedan welatiyên bajarê Tirbespiyê beşdarî merasîma Endamê HAT’ê yê ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibû, bûn û wêneyên şehîd, alên YPG/YPJ/QSD′ê û Hêzên Asayîşê hildan.

Li goristana merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandarê HAT’ê Baran Çav Reş, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Karker Hisên û bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hediye Şemo, axaftin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û anîn ziman ku azadî, aşitî û biratiya gelan bi saya fedekariya keç û xortên herêmê têne avakirin. Her wiha destnîşan kirin ku şoreşa Rojava bersiva hemû pîlanên dijminên azadî û aşitiya gelan dane.

Dayîka şehîd, Zeyneb Murad bi hevoka ″Kurê min îro zavayê welate″ hestên xwe anîn ziman û got ku ew rondikan nabarîne û wê bi ser kurê xwe de bilîlîne.

Piştre jî cenazeyê şehîd li goristanê hat veşartin.