BI DÎMEN

Gelê Dîlokê dibêje 'NA'

Gelê Dîlokê, beriya referandûma 16’ê Nîsanê dengê xwe eşkere kir û got, li dijî zilma Erdogan û AKP’ê, li dijî planên tinekirina gelên Kurdistanê wê bi dengê herî xurt bibêjin 'Na'.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê amedekariyên referandûma 16’ê Nîsanê didomin û tê payîn ku li herêma Dîlokê jî dengê ji sedî 65 ‘Na’ derkeve. Dîlok ji bo gelên Kurdistan û Tevgera Azadiya Kurdistanê xwedî cihekî girîng e û yekemîn şehîdê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Hakkî Karer li Dîlokê, şehîd ketiye. Dîlok bajarekî mezin ê Kurdistanê ye û gelek netewe li vî bajarê rengîn û dîrokî dijîn. Şêniyên Dîlokê xalên ‘Destûra Bingehîn’ ên ku bi hevkariya AKP û MHP’ê tê xwestin ku bên guhertin, ji mîkrofon ANF’ê re nirxandin û diyar kirin ku guhertinên ‘Qanûna Bingehîn’ dê ji derveyî kuştinê tiştekê ji wan re neyne û gotin, dê ji rejîma şexsî re bi dengê herî xurt bibêjin ‘Na’.

'JI REJÎMEK DÎKDATOR RE NA'

Welatiyê bi navê Huseyîn Altun (66) diyar kir ku referandûma 16’ê Nîsanê ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek girîng e û wiha axivî: "Divê pêvajoya girîng de, heger dengê ‘Na’ derkeve wê riyên aştiyê û dengê demokrasiyê bi serbikeve. Heger ‘Erê’ derkeve dê pirsgirên Tirkiyeyê yên navxweyî û neteweyî her ku biçe kûr bibe. Kêm jî be li Tirkiyeyê bi riya sîstema parlamenteriyê demokrasî heye. Bi ‘Erê’ re dê êdî qala demokrasiyê neyê kirin. Ez naxwazim desthilatdarî û hemû tişt di destê kesekê de be ji bo vê yekê ez dibêjim ‘Na’. Ez rejîmekî dîkdatorî naxwazim. Erdogan dixwaze dîkdatoriya xwe bi denge gel rewa bike û zilma xwe li ser gel zêdetir bike. Li Tirkiyeyê denge ‘Na’ dê bibe destpêkek. Ez bang li tevahiya gelên Tirkiyeyê dikim ku bi wijdan û bi fikir tevbigerin, dengê xwe bikarbînin." 

'JI BO PÊŞÎ LI DAIŞ'Ê Û ZILMA ERDOGAN BÊ GIRTIN, EM DIBÊJIN NA'

Welatiyê bi navê Hacî Komurcu (69) jî da zanîn ku guhertina Destûra Bingehîn weke gelê Kurd dê ti tiştekî ji gelê Tirk re jî neyne û wiha pê de çû: "Ev guhertin ji bo şexsekê tên kirin. AKP’ê li hundir û derve bi polîtîkayên xwe ve welat mezin nekir bi feraseta bila biçûk be bila ya min be xwest îxtidara xwe biparêze. Ji ber vê yekê 16’ê Nîsanê girîng e û em ê bi dengê herî xurt bibêjin ‘Na, Na û Na’. AKP û Erdogan dixwaze bi komkujiyan gelên Kurdisatanê mijul bike, bi vî rengî plana têkbirinê xist dewreyê. Li aliyê din ji bo referandûmê hemwelatîbûn dayîn e, welatiyên Sûriyeyê. Heger di referandûmê de ‘Erê’ derbike dê bêhtir çeteyên DAIŞ’ê bên bikevin Dîlokê û teqînan pêkbînin. Ji xwe AKP’ê Dîlok kiriye navenda çeteyên DAIŞ’ê û çete li gorî dile xwe dinava bajar de digerin. Ji bo dawî anîna çeteyên DAIŞ û zilma Erdogan ya li Kurdistanê em ê bibêjin ‘Na’. ‘Na’ Wê bibe dengê aştî û edaletê. Bila êdî gelê gelê Dîlokê li xwe hişyar be û dengê xwe bikar bîne."

'JI BO AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ 'NA'

Welatiyê bi navê Hamît Tekme (78) jî destnîşan kir ku wê 16’ê Nîsanê de bibêjin ‘Na’ û ev tişt got: "Guhertinên Destûra Bingehîn wê ji derveyî kuştinê tiştekê ji wan re neyne. Ev mesele tenê serokomar eleqedar dike. Ev guhertin me û welat eleqedar nake. Tenê çareyek heye ew jî dengê ‘Na’ ye. Em ê bi dengê herî xurt ji bo aştî, demokrasiyê û ji bo komkujiyên Şirnex, Cizîr, Sûr û Nisêbînê bibêjin Na, Na, Na û Na. Ez bang li tevahiya gelê Dîlokê jî dikim, di 16’ê Nîsanê de dengê ‘Na’ bikarbîne û xwedî li sindoqan derkevin." 

'EM JI ZALIMAN RE BIBÊJIN ‘NA'

Ciwanê bi navê Edîp Altun (27) jî da xuyakirin, ku wê di 16’ê Nîsanê de dengê xwe ‘Na’ bikarbîne û ev tişt got: “Em rejîma şexsî naxwazin. Heke Erdogan bi ser bikeve dê kesek êdî nekare wî kontrol bike û ji ber vê yekê divê tercîha me dengê ‘Na’ be. Erdogan çavsor bûye û her roj li welat mirovan qetil dike û dê dengên ‘Na’ bi xwe re aramî û aştiyê bîne. Cenazeyê dayika Taybet li ber çavê me ye û ti caran li ber çavê me naçe. Zaroka bi navê Mîray her şev tên xwnên me. Em ê çawan ji zaliman re bibêjin ‘Erê’. Ji bo dayika Taybet, Zaroka bi navê Miray, Sêvê, Fatma, Asya û Mehmet Tunçan re em ê bibêjin ‘Na’. Her wiha hêj ev rejim nehatiye Kurdistan di komkujiyan re derbas kir. Dîsa parlamenterên ku me bi îradeya xwe hilbijartîne hemû xistine girtîgehan, heke di referandûmê de ‘Erê’ derkeve, dê tevahiya gelê Kurd di komkujiyan re derbas bike û bixin girtîgehan."

'JI BO QEDANDINA ROJÊN TARÎ 'NA'

Welatiyê bi navê Hasan Demîr (51) jî got, ji bo rojên tarî ji Kurdistanê biqedin, wê bi dengê herî xurt bibêjin ‘Na’ û wiha got: “Em naxwazin rejîma şexsî bê Tirkiyeyê û li ser Kurdan zilmê bike. Ji bo hemû netewên li ser vê erdnîgariyê bikarin bi azad û di nava demokrasiyê de bijîn em ê bibêjin ‘Na’. Werin em bi hevre û bi yek dengê ji bo biratî û aştiyane em bijîn, bibêjin ‘Na’."