Gelê Başûrê Kurdistanê wê sibe ji bo Efrînê dakeve qadan

Ji bo piştgiriya bi Berxwedana Serdemê re wê sibe li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê çalakî bên lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wê pêk werin.

Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) sibe li 7 navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê bi armanca piştgiriya berxwedana gelê Efrînê wê çalakî bên lidarxistin.

Çalakî bi dirûşmeya 'Başûr piştgiriya Efrînê dike  û ji bo Efrînê em dimeşin' tên lidarxistin.

KNK’ê ji bo tevlîbûna çalakiyan bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku tevlî meş û çalakiyên li bibin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar bikin.

Dem û cihê çalakiyên sibe bên lidarxistin wiha ye:

Silêmanî: Roja Şemiyê 24’ê Sibatê saet 14:00’an meş li Cadeya Salim (Seholeke) destpê dike heya ber Baxê Giştî dimeşin.

Hewlêr: 24’ê Sibatê roja Şemî saet 14:00’ê li Parka Şanedar çalakiyek tê lidar xistin.

Helebce: 24’ê Sibatê roja Şemî saet 14:30’ê li ber Banka Kevin çalakî tê lidar xistin.

Kelar: 24’ê Sibatê roja Şemî saet 16:00’ê meş li ber Parka Leyla Qasim destpê dike û heya nav bazara giştî ya navçeyê wê bimeşin.

Ranya: 24’ê Sibatê roja Şemî saet 14:00’ê meş li ber Dibistana Amadeyî ya Keçan a Ranya destpê dike heya Seray (qada) Ranya.

Koyê: 24’ê Sibatê roja Şemî saet 14:00’ê li ber Parka Qureberaz çalakî tê lidar xistin.

Soran (Diyana): 24’ê Sibatê roja Şemî saet 14:00’ê li nav bazara Diyana çalakî tê lidar xistin.