Gelê Başûr ji bo Efrînê dimeşe

Li Başûrê Kurdistanê bi deh hezaran kes ji bo Efrînê li gelek navendan dest bi meşê kirin.

Meşa bi şîara “Gelê Başûr ji bo piştgiriya Efrînê dimeşe” ku di bin pêşengtiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) de hemwext li 7 navendên cuda yên Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

Bi deh hezaran kes beşdarî meşê bûne û Berxwedana Serdemê silav dikin, dewleta Tirk a dagirker protesto dikin.

Rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên herêmê, nivîskar, akademîsyen û hunermend jî beşdarî meşê bûn.

Gel beriya meşê li Caddeya Seholekeyê li hev civiyan û govend gerandin, ji bo Efrînê dirûşme qîrkirin. Di heman saetê de li Hewlêrê jî gel kom bûn û nerazîbûneke mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nîşan dan.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Barîn Kobanê, Avesta Xabûr û alên YPG/YPJ’ê hatin hildan. Di meşê de dirûşmeyên ‘Efrîn ne bi tenê ye’ û ‘Dîktator Erdogan’ hate qîrin.

Di serî de li Silêmanî û Hewlêr jî di nav de, li Ranya, Koyê , Derbendîxan meş seat 14:00’an dest pê dike, li Helebçeyê jî saet 14:30, li Kelar jî saet di 16:00’an de dest pê dike.

Li Silêmanî gel li Caddeya Seholeke heya Parka Baxê Giştî; li Hewlêr ji Parka Şanedar; li Ranya li ber Amadeyî ya Ranya; li Koyê li ber Parka Qereberaz meşê dest pê kir.

Li aliyê din ji bo meşa li Diyanayê ya ji bo Efrînê destûr nehate dayîn û meş îro pêk nehat.