Gelê Başûr: Em ê cih û warê xwe biparêzin

Gelê Başûrê Kurdistanê destnîşan dike ku armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e û dibêje, "Berdêla xwe canê me jî be em ê cih û warê xwe biparêzin."

Dewleta Tirk a ku bi salan e li ser xaka Başûrê Kurdistanê dagirker e, di bin navê qaşo şerê li dijî PKK'ê de bombeyan li welatiyên sivîl ên li herêmê dibarîne û wan dikuje. Herî dawî di Newroza 2018'an de li gundê Baleya 4 ciwanên ku ji bo pîrozbahiya Newrozê çûbûn gund hatin kuştin. Niha jî bi heman rengî dagir dike. Bi balafirên şer bomberdûmanê li herêmê dike û gefê li jiyana sivîlan dixwe. Tevî hemû êrîş û bomberdûmana herêmê jî welatiyên sivîl ên ji ANF'ê re axivîn gotin, ew cih û warên xwe naterikînin.

SIVÎL TÊN KUŞTIN

Rêbiwar Ehmed Birahîm: Em bi hemû şêweyî li dijî êrîşên dewletên dagiker in. Ev der cih û warê me ne. Em ê bi ti şêweyî rê nedin dagirkeriyê. Ne cara yekê ye ku dewleta Tirkiyeyê êrîşê dibe ser gundê me. Herî dawî di Newroza 2018'an de li gundê Baleya 4 ciwanên ku ji bo pîrozbahiya Newrozê çûbûn gund hatin kuştin. Dixwazin gelê herêmê bitirsînin û ji warên wan bidin revandin. Qendîl ne cihekî ji rêzê ye û wê ti carî kesek nikaribe dagir bike. Qendîl warekî kevnar e û her tim dagirkeran xwestiye xwe bigihînin û lê şer kirine. Lê ser neketine û wê ti carî jî ser nekevin.

EM Ê TÊBIKOŞIN

Dêhat Setretîn: Em jî weke şêniyên gundê Mawnayê helwesta dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û dibêjin, encax bi yekîtiyeke xurt em dikarin pêşî li armancên dagirkeran bigirin. Peyama me ji bo dezgehên mafên mirovan ew e ku faşîzma dewleta Tirkiyeyê bibînin û li dijî wê xwedî helwest bin. Ji ber dewleta dagirker di bin navê 'em ê PKK'ê ji holê rakin' de bi salane êrîşî Qendîlê dike û di van êrîşan de gelek ciwan û xelkê herêmê jiyana xwe ji dest dane. Li gel wê zerar digihêje nava mal, bax û baxçeyên gelê herêmê. Çi jî dibe bila bibe em dest ji cih û warê xwe bernadin, em ê li dijî êrîşan têbikoşin.

QENDÎL MALA ME YE

Rêbûwar Emîn: Ciwanên Qendîlê wê ti carî rê nedin dagirkeriyê. Qendîl mala me ye û em weke ciwanên Qendîlê amade ne mîna çavên xwe li Qendîlê binêrin. Eger di berdêla wê de em canê xwe jî bidin em amade ne biparêzin. Erdogan dixwaze bi êrîşan welatiyên Başûrê Kurdistanê bitirsîne. Welatiyên Qendîlê li ser kar û barê xwe ne. Eger dewleta Tirk bixwaze Qendîlê dagir bike em ê bersiva pêwîst bidinê.

DIVÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ HELWESTA HEMÛ ALIYÊN SIYASÎ YEK BE

Feysel Xelatê: Ev polîtîkaya dewleta Tirk ne nû ye, her tim bi gotin û êrîşan gefa dagirkirina Qendîlê dixwin. Ev gef ji bo ku gel cih û warê xwe biterikîne, tên xwarin. Dewleta Tirk tim derewan dike. Her gavê dibêje 'ha ketim, dikevimê'. Divê li dijî dagirkeriyê helwesta hemû aliyên siyasî yek be.