Gelê Amedê: 16’ê Nîsanê wê bibe dawiya ‘Deheq’!
Gelê Amedê Newroza gelên dinyayê pîroz kir, ji bo referandûma 16’ê Nîsanê jî got, ew ê bi dengê ‘na’ dawî li Deheqê vê sedsalê Erdogan bînin.
Gelê Amedê Newroza gelên dinyayê pîroz kir, ji bo referandûma 16’ê Nîsanê jî got, ew ê bi dengê ‘na’ dawî li Deheqê vê sedsalê Erdogan bînin.
Newroza Amedê ya ku bi dirûşma ‘’Teqez em ê bi ser bikevin’ bi tevlêbûna bi sed hezaran û mêvanên ku ji çar aliyên dinyayê hatin bi hemû coşiya xwe berdewam dike, her wiha gelê Amedê ji bo referandûma 16’ê Nîsanê jî pankarta ‘NA’ û flaman birin qadê.
Gelê Amedê wiha dibêje:
Mekîn Salih: Newroz Mazlûm Dogan e, girtiyên azadiyê ne. Serok Apo ye. Bi giyanê roja pêşî ev Newroz berdewam dike. Li pêş me referandûm heye, em ê bibêjin, ‘NA’. Çima ? Ji bo ku bi salan xwîna me dimijin. Li dijî yek zilamî em dibêjin na. Ji bo ku wekîlên me girtî ne, ji bo azadiya Serok Apo. Bi destûra Xwedê îsal wê bibe Newroza azadiya Serok Apo’’
Kezban Kiliçaslan: ‘Qad tije ye weke her demê. Bijî Newroz, bijî Serok Apo! Em ji bo aştî û biratiyê li vir in. Em dixwazin îsal bibe sala azadiya Serok Apo. Di referandûmê de em ê heta dawiyê bibêjin Na. Êdî bila hişmendiya Erdogan têk biçe.
Şeyhmûs Aksot: ‘’Newroz sembola aştî û têkoşînê ye. Di referandûmê de heta dawiyê em ê bibêjin, Na. ‘Erê’ wê çi bidime?’
Şîlan Kiliçaslan: ‘Neroz bi coş e. Gel şad e. Ez Newroz bersiva me ya referandûmê ye. Ji bo wekîlên me yên girtî.
Eşref Nergîs: Newroz rizgariya Kurdan e. Ji bo vê jî ji bo Kurdan girîng e. Newroz ku bi hezaran salan li cem Kurdan tê pîrozkirin îsal bi heman coşiyê berdewam dike. Ev Newroz ji hemû Newrozên din cihêtir e. Wê bibe ew Newroz ku azadî û rizgariya me diyar dike. Em ê di vê referandûmê de bibêjin na. Ev referandûm ji bom e têkoşîna man û nemanê ye. Hemû Kurdên bi rûmet divê bibêjin, Na.
Xemgîn Agir: Newroz pîroz be. Kî zilmê li vî gelî bike wê ew qas deng bistîne. Kenan Evren jî di referandûmê de bi dengekî bilind derket, lê ev li pêş zilma wî nebû asteng. Ên ku zilm li Kurdan dikin wê biçin ser sergoya dîrokê.
Rahmet Karakoç: ‘’Heta ku em sax bin em ê vê qadê dagirin. Bila her kes zanibe bi tirsê nikarin bi me. Di referandûmê de ji bo aştiyê heta dawiyê em ê bibêjin, Na.
Hacî Abdulvahap Saygin: Newroza 2017’an li hemû gelan pîroz be. Ev Newroz nîşan dide ku êdî li meydana Amedê ti hikmê tirsê nemaye. Tirsê ji mêj ve ji vir koçe kiriye. Koç kiriye qesra Erdogan, tirs ne aidî van deran e. Di referandûmê de bersiva me zelal e. Cenazeyên ku li erdê man, malên şewitîn, bajarên talankirî, zarokên di jêrzemînan de hatin kuştin ên kê bûn? Helbet, ji bo van hemûyan em ê bibêjin na. Heke Barzanî dev ji vê hişmendiya xwe neqere ew ê jî weke AKP’ê biçe dojehê. Heke tê Kurdistanê ava bikî çi karê te bi talankaran re heye? Li Enqerê ala li ba dibe du roj şûn de tu êrîşê dibî ser Kurdan. Qet rûmeta we nîn e?
Huseyîn Yaşar: ‘’Newroz azadî, aştî û berxwedan e. Newroza çar parçeyên Kurdistanê pîroz be. Ji bo Silopya, Sûr, Cizîrê heta dawiyê NA.’’’