Gelê Şengalê ji bo vekirina koorîdorê li ser sînor e

Gelê Kurd û Ereb piştgirî dan ciwanên Şengalê û ji bo vekirina koorîdorî mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê çûn ser xeta sînor.

Ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên di sala 2014’an de Koorîdora Mirovî ya Rojava-Şengalê hatibû vekirin. Ev korîdor di 15’ê Kanûnê de ji aliyê Iraqê hate girtin. Koorîdora mirovî ji bo pêdiviyên jiyanê û tendirustiyê ji aliyê YPG-YPJ û ciwanên Êzidî hatibû vekirin. Piştî girtina koorîdora mirovî ciwanên Şengalê li ser xeta sînor a Rojava û Şengalê kon vegirtin û dest bi protestokirina biryarê kirin.

AGIR DADAN Û BIRYAR PROTESTO KIRIN

Li Şengalê gelek Kurd û Ereb çûn ser xeta sînor û piştgirî dan ciwanan. Gel li vê derê agir dadan û biryara hikumeta Iraqê protesto kirin.

Gel ê ku xwest xeta sînor derbas bike û xwe bigihîne koorîdorê ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin astengkirin.

Gel ê ku dixwaze koorîdor were vekirin, niha li ser xeta sînor e.