Gelê Şengalê bi meşekê êrîşa dewleta Tirk şermezar kirin

Bi sedan welatiyên Şengalê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xwedîderketina li şehîdan li gundê Digûrê meşeke girseyî li dar xist.

Roja 15’ê Çileya 2020’an dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov ên bi çek êrîşî gundê Digur yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê kiribû. Di êrîşê de Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zerdeşt Şengalî û şervanên YBŞ’ê Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî şehîd bûbûn û şervanek jî birîndar bûbû.

Îro bi hezaran Şengalî li gundê Dîgurê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xwedîderketina li Şehîdan meşiyan.

Meş ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) ve hate organîzekirin. Di meşê de alayên YBŞ û YJŞ, wêneyên şehîdan hate hildan û bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin , bijî berxwedana Şengalê, bimire îxanet ” hatin berzkirin.

Piştre li ser navê MXŞD’ê Hisên Hecî axivî û wiha got; “Em spasiya her kesî dikin ku ji bo piştgiriya bi Şengalê re li seranserî cîhanê meşiyan û rabûn ser piyan. Me civaka Êzidî generalekî mezin ji dest da, lê bila dewleta Tirk kêfxweş nebe. Em hemû îro li pey doza şehîdan in. Şehadeta li ber axa xwe de be cihê şanaziyê ye. Çawa di dema derbasbûyî de me bersiva hemû êrîşan daye, ji îro û şûn ve jî em wek gelê Êzidî ji bo her êrîşekê amade ne. Ev sîstema li Şengalê hatiye danîn, berxwedaniya tê kirin, hemû bi keda şehîdan e. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin, bila bêdeng nemînin û nebêjin ev êrîş tenê li ser YBŞ’ê ye. Îro YBŞ be sibe wê li ser tevahiya gelê me be, li Şengalê û ji derveyî Şengalê.”

Piştre li ser nave Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Hemed Bişar jî axivî û got, “Di dîrokê de bi sedan ferman û êrîş hatin ser me. Me koletî qebûl nekiriye, em ê ji îro û şûn ve jî qebûl nekin. Em bang li civaka xwe û taybet ciwanan dikin, li her derê rabin ser xwe, bikevin nava çalakiyan. Êdî van êrîşan qebûl nekin.”

Piştî axaftinan gel berê xwe dan cihê şervanên YBŞ’ê lê şehîd ketine û baxên gulan danîn cihê wan.