Di meşê de pankartên mîna: “Şengala Azad bi rêveberiya xweser misogere”,”Bibe mertal ji bo ax û rumeta Şengalê”,”Ji qirkirina Êzdiyan re na”,”Rêxistinkirina jina Êzidî misogeriya misogeriya rêveberiya xwesere li Şengalê”,”Bê dengî xiyanetî bi hêz dike”,”Xweseriya Şengalê tolhildana jinên Êzidîye” û “Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengal bersiva 74 fermana ye.” hatin bilindkirin.
Her wiha di meşê de li gel posterê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan û wêneyên ku di ferman 03-Tebaxê de hatine kişandin hatin hildan û ala MXDŞ,PADÊ,YCÊ,YBŞ,YJŞ û mala Êzdiyan ya Kantona Cizîrê jî hatin hildan.
Meşa ku ji gundê Kolka destpê kirî heta bi ber derê avahiya MXDŞ’ê dewam kir. Meşvan li wir kom bûn û beriya ku bername were destpê kirin li ser ruhê Şehîdên 73' fermanan û Şehîdên berxwedaniya Şengalê deqeyek rêz girtin.
Di bernameyê de peyamên MXDŞ,PADÊ; Desteya Rêveber ya Şengalê û Mala Êzdiyan ya Amûdê û her wiha sazî û rêxistinên ku ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê hatin xwendin.