Gel û ÎHD'ê desteserkirina şaredariyan şermezar kirin

Desteserkirina şaredariyan li pêşiya avahiya Şaredariya Licê hate şermezarkirin. ÎHD'ê jî desteserkirina 5 şaredariyan şermezar kir.

Şêniyên Licê li ber avahiya şaredariyê li hev kom bûn û desteserkirina şaredariyan şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hate qîrîn.

Hevserokê HDP'ê yê Licê Yûsûf Teker anî ziman ku ev kiryar dagirkerî ye û got, "Hûn çiqasî bi ser me ve bên em ê ewqasî xurt bibin."

ÎHD: ÎRADEYA GEL JI NEDÎTÎ VE HATIN

Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Amedê (ÎHD) jî desteserkirina şaredariyên Êlih, Farqîn, Gêl û Erxeniyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin rêveberiyên xwecihî ji bo parastina tenduristiya gel girîng e û hate gotin, "Bi vê biryarê re hem îradeya hilbijêran hem jî tenduristiya gel ji nedîtî ve hatine."