Gel ji bo sersaxiyê serdana malbata Gezen dike
Ji bo Zulkuf Gezen ê çalakiya fedayî kir, serdanên sersaxiyê didomin. Goristan ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Ji bo Zulkuf Gezen ê çalakiya fedayî kir, serdanên sersaxiyê didomin. Goristan ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Serdanên li mala sersaxiyê yên ji bo Zulkuf Gezen ku li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedayî kiribû. Ji navenda Amedê, navçeyên wê, ji Riha, Mêrdîn, Êlih, Çewlik, Sêrt û Şirnexê gelek welatî serdana Mala Sersaxiyê ya Şaklat kirin. Ji ber ku cih li mala sersaxiyê nema gelek kes li derve man.
Goristana Asrî ya Yenîkoyê jî ku cenazeyê Gezen bi rengekî korsanî ji aliyê polîsan ve lê hate veşartin, ji aliyê polîsan ve dorpêçkirî ye.