BI DÎMEN

Gef li Pira Deh Derî tê xwarin

Li binê Pira Deh Derî ya ji hezaran salî, pêlik tên çêkirin. Her wiha li derdora wê jî kafe û mizgefta ku li tevîneka wê ya dîrokî nayê, tên avakirin.

Yek ji nîşaneyên Amedê Pira Deh Derî ye. Li herêma Kirklar Dagi, ku ev pira dîrokî lê ye û weke cihekî pîroz tê dîtin, avahiyên ji beton tên çêkirin. Qeyûmê ku dest danî ser Şaredariya Sûrê ya DBP'yî, di bin navê 'Porjeya Geliyê Dîcle' de ev herêma ji bedewiya xwezayî û dîrokî pêşkêşî talanê kir. Li vê herêma pîroz, ku 'Avahiyên Jiyanê ya Kirklar Dagi' beriya niha lê hatin û hê jî mijara nîqaşê ye, vê carê jî kafe û mizgeft tê çêkirin. Ev avahiyên li kêleya Pira Deh Derî hatin çêkirin û zerarê didin tevîneka dîrokî, ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve hatiye erêkirin. Tevî ku li derdorê cihekî ku mirov lê ne nîne jî, mizgeft tê çêkirin. Şêniyên herêmê vê yekê weke hewldanek ji bo jêxwarinê û xapandinê dibînin. UNESCO jî dest li vê yekê wernade, ku li herêma sîtê tê çêkirin.

XEML Û RASTIYA PIRÊ XERA DIKIN

Rewşeke din a sosret jî ew e, li vê pira ku di sedsala 6'an de hatiye çêkirin û bi heybetî li ser piyan e, bendên nû hatine çêkirin. Ev bendên ku ji kevirên bazalt li serê pirê hatine çêkirin, mîna ku parçeyek ji pirê ne, hatine çêkirin. Xwediyên kafeyan jî mase û kursî li vê derê danîne û muşteriyan kom dikin. Nayê zanîn ev destwerdana li pira dîrokî ji aliyê kê ve, bi kîjan destûrê hatiye kirin. Du deriyên vê pirê par bi axê hatibûn girtin û ji ber nerazîbûnan hatibûn vekirin.

'DIVÊ BIZMAREKÎ JÎ LÊ NEXIN'

Endama Odeya Mîmarên Amedê Mîmara Bilind Şehnaz Elçî mijar nirxand û anî ziman, divê nêzîkatiya li qadên dîrokî gelekî hesas be. Elçî got, "Dema cihekî dîrokî tê restorekirin, pêwîstî bi sparteyeke xwe ya qanûnî heye. Divê makîneyên kar nekevin cihên dîrokî. Lazim e dewlet bi tena serê xwe nekeve nava hewldaneke bi vî rengî. Li kêleka Pira Deh Derî ya dîrokî pêlik hatine çêkirin. Li Dehlên Hewselê û geliyê Çemê Dîcleyê, ku UNESCO'yê weke herêma parastinê îlan kiriye, divê bizmerek jî lê nekeve."

Elçî bal kişand ser guhertina derdorê û anî ziman, darê çamê yên li herêmê hatine çandin, li rastiya vê herêmê nayên. Elçî destnîşan kir, ji ber ku rewşa dîrokî ya pirê û çiyê xera dike, ev yek êrîşek li dijî mîrateya mirovahiyê ye.