Gedîk: Bi polîtîkayên şer êdî nikarin krîza ekonomîk veşêrin

Hevserokê HDP’ê ya Meletiyê Kemal Gedîk diyar kir ku AKP bi qeyyûman re dixwaze krîza ekonomîk veşêre.

Hevserokê HDP’ê ya Meletiyê Kemal Gedîk êrîşên dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, desteserkirina şaredariyan û krîza ekonomîk a giran nirxand.

Gedîk diyar kir ku polîtîkayên bi qeyyûman parçeyekî konsepta şerê li dijî hilbijartina 7’ê Hezîranê ye û got ku “Ji gelan re dibêjin ku ‘Hûn nikarin bidin hilbijartin’ û ‘Hûn bi nasnameya xwe ya Kurdbûnê nikarin tiştekî bikin’ Em van tiştan red dikin.

Em ê siyaseta demokratîk bikin. Em ê astengiyên li pêşiya aştiya gelan rakin. Heta ku HDP li ser vê axê hebe, em ê dev ji siyaseta demokratîk bernedin. Em qeyyûman qebûl nakin. Qeyyûm tê wateya desteserkirina îradeya gelan. Em ê li hemberî van zext û zordariyan azadiyê pêk bînin.

Ew çi jî bikin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em AKP’ê hişyar dikin. Tirkiye ber bi kaosê ve diçe. Dev ji van polîtîkayên xwe berdin. Bi qeyyûm û polîtîkayên şer re krîza ekonomîk nayê veşartin.”
Gedîk diyar kir ku desteserkirina şaredariyan û wezîfedarkirina qeyyûman faşîzm e û got ku “Li hemberî van pêkanînên antîdemokratîk em ê ji bo demokrasî û hiqûqê têbikoşin.”

Gedîk bal kişand ser vî tiştî ku hevserokatî ji bo wan xeta mor e û got ku “Em HDP nêrîna jinê ji xwe re dikin referans û em mafên jinan diparêzin. Ji ber vê jî em xwedî li destkeftiyên jina derdikevin. Pergalan hevserokatiyê ya HDP’ê ji hemû cîhanê re bûye mînak û ev pergal wê li cîhanê belav bibe.”