'Gazîkirina artêşa dijmin xiyaneteke mezin bû'

Şêrzad Semed got, “31’ê Tebaxê xiyaneteke dîrokî ya mezin bû ku PDK’yê ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî artêşa dijmin anî bû.”

Çavdêrê siyasî Şêrzad Semed li ser xiyaneta 31’ê Tebaxa sala 1996’an û karîgeriya wê xiyanetê ya li ser dabeşbûna gelê Kurd li başûrê Kurdistanê û her wiha li ser berdewambûna xiyaneta PDK’yê ji ANF’yê re axivî.

31'Ê TEBAXÊ DABEŞKIRINA SIYASÎ Û COGRAFÎ ÇÊKIR

Li ser xiyaneta 31’ê Tebaxê Şêrzad Semed ji ANF’yê re axivî û got, “31’ê Tebaxê qonaxek bû di jiyana siyasî ya Kurdayetiyê de li başûrê Kurdistanê û vê qonaxê kir ku dabeşbûneke siyasî û cografî di navbera du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê de bê meydanê ku heta îro berdewam dike.”

'GAZÎKIRINA ARTÊŞA DIJMIN XIYANETEKE MEZIN BÛ'

Der heqê gazîkirina artêşa dijmin de Şêrzad Semed ev tişt anîn ziman: “Wê demê li Herêma Kurdistanê hilbijartin hate kirin û ji bo cara yekem di dîrokê de parlementoyeke Kurdî hate damezrandin, lê belê gazîkirina artêşa dijmin bo Herêma Kurdistanê û saziyên Herêmê Kurdistanê xiyaneteke mezin a dîrokî bû ku PDK’yê ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî kiribû.”

'DIJMINÊN GELÊ KURD EV ŞAŞÎ JI BO BERFIREHKIRINA NAKOKIYAN BI KAR ANÎN'

Çavdêrê siyasî Şêrzad Semed behsa bandora xiyaneta 31’ê Tebaxê ya li ser pêgeh û têkiliyên Herêma Kurdistanê yên li gel welatên din kir û got, “Ji wê rojê ve heta îro bermahiyên 31’ê Tebaxê li ser xebatên siyasî mane. Em dibînin ku niha di hemû mijaran de dûrketineke berfireh di navbera her du partiyên sereke yên desthilatdar de heye. Vê yekê jî bandor li têkiliyên navneteweyî û herêmî yên Herêma Kurdistanê kiriye. Hetta bandor li ser têkiliyên li gel Bexdadê jî kiriye. Wê xiyanetê wisa kir ku dijminên gelê Kurd vê şaşiyê ji bo berfirehkirina nakokiyan bi kar bînin û em nekarin daxwazên Herêma Kurdistanê cî bi cî bikin.”

'ROLEKE GELEKÎ NEYÎNÎ Û XERAB A DESTÊWERDANÊN TIRKIYEYÊ HEYE'

Di dawiyê de Şêrzad Semed behsa desttêwerdanên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Herêma Kurdistanê kir û wiha diyar kir, “Ji ber vê yekê em dibînin ku roj bi roj daxwazên gelê Kurd paşve diçin û desthilatdariya Herêma Kurdistanê tê sînordarkirin. Sedema vê rewşê desttêwerdanên welatên herêmî ne, bi taybetî jî desttêwerdanên dewleta Tirk a dagirker in ku roleke wê ya gelek neyînî û xerab heye. Dewleta Tirk dixwaze bi vê rola xwe xewna serxwebûnê ya gelê Kurd ji nav bibe û gelê başûrê Kurdistanê ji alîkarîkirina parçeyên din dûr bixe.”