Firat: Hêrsa rêxistinî wê faşîzmê têk bibe

Endama Kooordînasyona PAJK'ê Besta Firat got hêrsa rêxistinî ya jinan wê faşîzmê hilweşîne

Endama Koordînasyoan PAJK'ê Besta Firat got rêxistinên jinan divê kuçe bi kuçe, mal bi mal xwe bigihînin hemû jinan, perwerdehiyê bidin û tundî tenê bi perwerdehiya rêxistinî dikare ji holê rabe û diyar kir li hemberî hêrsa rêxistinî faşîzm dikare were têkbirin. Firat tevlî bernameya 'Rojeva Jin' ya Stêrk TV bû û bi wesîleya 'Roja Têkoşînê ya li dijî tundiya li ser jinê' ya 25'ê Mijdarê li ser polîtîkayên dewletê, asta têkoşîna hevpar a jinan û rêbazên ku pêş xistine axivî.

TÊKOŞÎNA WÊ LI HER DEVERÊ BERBELAV BIBE

Firat diyar kir ji bo ku pergala zilam werger ya ku dikare xwe li ser piyan bihêle were fêhmkirin û dahurandin  divê mirov li dîrokê vegere û wiha domand: ''Di dîrokê de ya ku pêşî keda wê hatî xwarin jin bûye û cara pêşî tundî li ser wê hatiye bikaranîn. Li ser vê pergala zilam serwer hatiye avakirin''. Firat diyar kir pergalê pêşî êrîş biriye ser jinê û piştre êrîş bi ser civakê de biriya û ev bi demê re veguheriye çanda tundiyê. Firat got, ''Li dijî vê çanda tecawiz û tundiyê ya ku hewl hatiye dayin ku were avakirin,  divê têkoşîn tenê bi 25'ê Mijdarê re neyê sînordarkirin, pêdivî bi rêbazeke wiha heye ku têkoşîn li her deverê were belavkirin.''

ZÊDETIR XWE LI TUNDIYÊ DIGIRE

Firat diyar kir kesê pêşî ku  vîna jina azad derxistî holê, hişmendiya azadiyê bi jinê re dayî çêkirin û li dijî tundiya li ser jinê rawestiyayî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye û diyar kir tecrîda li ser Ocallan ji tecrîda li ser jinê cuda mirov nikare binirxîne. Firat diyar kir Tevgera Jina Kurd ji bo ku tecrîdê bişkîne û di şexsê Ocalan de ji bo têkoşînê geştir bikin ew ê kampanyaya ku îsal dane destpêkirin geştir bikin,  têkoşîna ku vê sala dawî dane pir xurt bûye.

GIRINGIYA KONFERANSA JINÊ

Firat diyar kir bi taybetî Konferana Jinê ya Navnetewî pir girîng e û ji bo ku xwe bigihînin hemû jinan pêdivî bi têkoşîneke domdar heye û tam di vê rewşê de konferans derî li hêviyekê vekiriye û domand, ''Ya ku jiinên ku ji welatên cuda li dora dirûşma ''jin jiyan azadî' ku Rêber Apo danî holê anîn cem hev, giyan û têkoşîn bû.

RÊXISTINIYA MAL BI MAL

Firat diyar kir, jin divê mal bi mal, kuçe bi kuçe rêxistinî bibin, perwerdehiyê bidin û rêxistinî bibin, tundî tenê bi perwerdehiyeke rêxistinî dikare ji holê rabe, li bara hêrsa rêxistinî faşîzm wê nikaribe raweste.

Endama Koordînasyoan PAJK'ê Besta Firat bang li mêrên ku rastî tundiya dewletê hatine kir û got, ''Divê têkiliya pergal û koleyan baş dahurînin, xwe pêş bixin, veguherînin û bi jinê re werin cem hev''.