Fîlmê 14'ê Tîrmehê wê 1'ê Kanûnê li Silêmaniyeyê bê nîşandan

Fîlmê 14'ê Tîrmehê ku berxwedana pêşengên Tevgera Azadiya Kurd ku li Zindana Amed a Bakurê Kurdistanê li xwe digire 1'ê Kanûnê bi jêrnivîsa zaravayê Soranî li Sînemaya Salim a Silêmanî tê nîşandan.

Fîlmê 14'ê Tîrmehê roja 1'ê Kanûna 2018'an saet 15:00'an cara yekem e ku li Sînemaya Salim a bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi jêrnivîsa zaravayê Soranî tê pêşkêşkirin.

Fîlmê ku ji aliyê derhêner Haşim Aydemîr ve ku hatiye amadekirin, balê dikişîne ser berxwedana pêşengên Tevger Azadiya Kurdistanê PKK'ê ya li Zindana Amedê ku li dijî faşîzma cûntaya 12'ê Îlona 1982'an pêk anîn.

Endamê Desteya Sînemayê Lawik Ebûbekir li ser mijarê got, ji bo nîşandan fîlm berî 27'ê Mijdarê serî li asayîşa Silêmanî dabû, lê asayîşê diyarkiribû ku nabe fîlîm bê nîşandan.

Ebûbekir anî ziman ku li ser vê yekê gelek alî û beşên civakê li ser tevnên civakî hewlestên tund raberî vê biryara asayîşê kirin û got: "Piştî van helwestan asayîşê biryara xwe vegerand û diyar kir ku dikarin fîlm bidin nîşandan."

Fîlmê 14'ê Tîrmehê roja Yekşemê ango 1'ê Kanûna 2018'an saet 15:00 û 20:30'î li Sîneyama Salim a bajarê Silêmaniyê tê nîşandan.

Di heman demê de li ser mijar a fîlm jî semînerek tê dayîn û dîsa wê fîlm bi merasîmekê bê destpêkirin.

Fîlmê 14'ê Tîmehê tevlî gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî yên weke Hindistan, Polonya, Brîtanya û Elmanya bûye. Her wiha sala 2018'an jî tevlî Festîvala Fîlman a Dihokê jî bûye. Li vir hêjayî du xelatên lîstikvanên herî baş û derhênerê herî baş bi dest xistiye. Îsal jî tevlî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê bû û hêjayî xelata rêzgirtinê ya festîvalê hate dîtin.