Fermandariya YJA Starê Şehîdên Bestayê bi bîr anî

YJA Starê fermandarên gerîla Delal Amed, Azê Malazgîrt û Şehîdên Bestayê bi bîr anî û got, "Gerîlayên YJA Starê wê li ser rêya Delal, Azê û Şehîdên Bestayê bimeşin û careke din sozê didin ku wê azadiyê bi ser bixînin."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera yekemîn a şehadeta ji fermandarên artêşa jinê Delal Amed, Azê Malazgîrt û Şehîdên Bestayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di salvegera şehadeta wan de em Delal Amed, Azê Malazgîrt, Ferhat Mamxurî, Zozan, Qamişlo, Viyan Mazlûm, Dîcle Serhat, Zozan Sêrt, Viyan Rûken, EgîdRonî û hemû şehîdên xwe yên Bestayê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê xwedî li bîranîna wan derkevin, heta ku tola wan hilînin em ê têkoşînê geş bikin û ala azadiyê bigihînin serketinê."

DELAL AMED

Ji bo Delal Amed hate gotin, "Di nava têkoşîna azadiyê de xwe bi keda xwe afirandiye û bûye yek ji fermandarên mezin ku di nava artêşbûna jinê de derketiye holê. Hevrê Delal di 25 salên têkoşîna xwe de timî li refên pêş bû, fermandarekî pêşeng bû û bi berpirsyariyên herî mezin rabû. Hevrê Delal di serî de li Amed, Dersim û Botanê li hemû qadên Bakur ma, bû fermandarê fermandaran. Hevrê Delal demeke dirêj bi erka Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê rabû, di diyarkirina rêbaz-taktîka demê de û di rêvebirina şer de roleke mezin lîst. Dema ku hevrê Delal endama Fermandariya Biryargeha Navendî bû, dema herîg iran a şer bû. Hevrê Delal di demeke wiha de bi berpirsyarî rabû û li ser bingeha parastina gel û jinan gelekî hewl da. Hevrê Delal di asta pêşengiyê de tevgeriya û ji bo dawî li dîlgirtina Rêberê me bîne û pêkhatina azadiya gelê me, têkoşîneke xurt meşand. Ji bo bibe bersiv ji berxwedana xwerêveberiyê ya li bajarên Kurdistanê, hevrê Delal çû Qada Botanê, bi coş û biryardariyeke mezin tevgeriya û li Qada Botanê li ser vê bingehê bi rengekî çalak xebitî."

Fermandariyê ragihand, Delal Amed tecrûbeya xwe ya destpêkê ya şer li eyaleta Amedê wergirt ku hingî şer lê gelekî giran bû û wiha dewam kir: "Hevrê Delal ku her tim ji xwe bawer bû, bi xurtî li ber her şêweyên zor û zehmetiyan rabû û bû hêza hêvî û çareseriyê. Bi baweriya serxistinê berê xwe da her karî û bi ser xist. Piştre çû qada Rêbertî, li vê derê jî tecrûbeya ji Amedê wergirtî bi îdeolojiya Rêbertî re kir yek. Hevrê Delal ji bo fêhmkirin û bicihanîna Rêbertî, bi bî rû bawerî tevgeriya û ji sînorên xwe bihurî. Gava ku ji nû ve li çiyayên azad vegeriya, li gel fermandareke şareza, her wiha milîtaneke ji aliyê îdeolojîk ve xurt û di pîvanên azadiya jinê de bi mînak bû. Hevrê Delal di têkoşîna xwe de ji aliyê şer, îdeolojî û jiyanê ve bû kesayeteke hevgirtî."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir, Delal Amed pîvanên PKK û PAJK'ê di kesayetî û jiyana xwe de berbiçav kir û wiha dewam kir: "Hevrê Delal ku ruhê wê yê hevrêtiyê xurt bû, bi hemû hevrêyan re bû yek. Ji ber van taybetmendiyên xwe ji aliyê jin, mêr, ciwan, nû, kevn hemû hevrêyan ve hate hezkirin. Di heman demê de fermandareke xurt bû ku her perspektîf û talîmat di dema xwe de dida û ji bo bicihanîna wan xwedî dîsîplîn bû. Di karê rêxistinî de gelekî cidî û hesas bû. Her kar bi hemû detayên xwe plan dikir û bi hesasiyeteke mezin tedbîr digirt. Bi tecrûbe û danheviya 25 salan bi taktîk û wêrekî li dijmin dida. Ji ber van taybetmendiyên xwe hevrêyên pê re jê hêz û bawerî digirtin û bi dilrehetî didan ser şopa wê."

AZÊ MALAZGÎRT

Di dewama daxuyaniya fermandariyê de ji bo endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Azê Malazgîrt hate gotin, "Di têkoşîna xwe de timî bi coş û moraleke mezin tevlî kar bû û kedeke mezin da. Hevrê Azê demeke dirêj li nava karên akademiyê ma û gelek hevrê li ser bingeha pîvanên PKK-PAJK'ê perwerde kir, kir fermandar û ji aliyê taktîkî ve xurt kir. Ruhê ciwantiyê yê hevrê Azê kêliyekê jî kêm nebû. Her ku têgihişt û zane bû, bi bîr û biryardariyeke xurtir têkoşiya. Hevrê Azê yek ji fermandarên jin ên mînak e ku kelecana şoreşê û hişmendî gihandiye hev. Bi vî rengî bû ruhê hevpar ê hemû hevrêyan. Hevrê Azê herî dawî li Qada Botanê bi erka xwe rabû, di asta pêşengiyê de li dijî dijmin şer kir û ked û hewldaneke mezin da."

ŞEHÎDÊN BESTAYÊ

Li ser Şehîdên Bestayê di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hevrê Ferhat Mamxurî, Zozan Qamişlo, Viyan Mazlûm, Dîcle Serhat, Zozan Sêrt, Viyan Rûken, Egîd Ronî, Firat Tolhildan û hemû şehîdên Bestayê bi wêrekî li dijî êrîşên dijmin şer kirin û bûn sembola cesaret û berxwedana gerîla yên li Botanê şer dikin. Ev hevrêyên me ku her yek ji wan bîrdariyeke fedakariyê ye, bi biryardarî û berxwedana xwe ya bi îdîa tevlî karwanê şehîdan bûn ku rêya têkoşîna me ya azadiyê ronî dikin. Em Delal, Azê û hemû şehîdên xwe yên Bestayê bi wesîleya salvegera şehadeta wan careke din bi rêzdarî bi bîr tînin. Gerîlayên YJA Starê wê li ser rêya Delal, Azê û Şehîdên Bestayê bimeşin û careke din sozê didin ku wê azadiyê bi ser bixînin."