Fermandariya Eyaleta Garê: Şer di bin însiyatîfa hêzên me de ye

Fermandariya Eyaleta Garê: Li qada Siyanê şer hîn giran e. Di vî şerî de ku di bin însiyatîfa hêzên me de ye, gelek dagirker hatin cezakirin.

Fermandariya Eyaleta Garê têkildarî şerê li herêmê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê ku di 10'ê Sibatê bi şev saet di 03:00 de bi êrişa berfireh a bi helîkopter û balafirên şer dest pê kir, dewam dike. 10'ê Sibatê û di şeva 10-11'ê Sibatê de êrişên hewayî û liv û tevgera helîkopteran dewam kir.

KAMPA KU ÊSÎRÊN ŞER LÊ BÛN HATE BOMBEKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li gelek deverên Garê kir. Di nava cihên hatin bombekirin de kampek jî heye ku êsîrên şer lê dihatin ragirtin. Agahiyên li ser encama bombardûmanê wê piştre bên parvekirin.

Şerê giran ê li qada Siyanê hîn jî dewam dike. Di vî şerî de ku bi însiyatîfa hêzên me yên li herêmê dewam dike, gelek dagirker hatin cezakirin. Hêzên dagirker ragihandin, ku serpel û efserekî wan hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne. Lê belê hejmara dagirkerên hatine cezakirin zêde ye.

Agahiyên berfireh wê piştre bên parvekirin."