Fermandarên YJA Starê: Vê biharê wê tecrîd bişike

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk û Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar, 8'ê Adare û grevên birçîbûnê nirxandin.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk û Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar ji Medya Haber TV re axivîn. Çelîk û Gabar li ser 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiya grevên birçîbûnê axivîn. Fermandarên jin gotin ev bihar wê bibe bihara jinan, sedsala 21'ê wê bibe sedsala gelan û jinan. Gabar got, ''Gotin qediya, dema gotinê qediyaye''.

RÊBERTÎ JIN KIRE XWEDÎ NASNAME

Çewlîk 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku di nav jinên Kurd de wateya 8'ê Adarê danî holê û jinên Kurd bîrewer kirî, kirî xwedî nasneme û ev bûnewer kirî, anîn îro, pîroz kir, bal kişande ser tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê yên li zindana û li Kurdistanê û li cîhanê ya bi armanca ku tecrîd were şikandin, berxwedêrên grevên birçîbûnê û çalakgerên li dora grevê birçîbûnê çalakyan dikin slav kir.

EM PERGALA KU DIXWAZE KOLE BIKE RED DIKIN

Çewlîk wiha domand: ''Em jinên Kurd bi Rêbertiyê heyî bûn, bîrewer bûn, bûne xwedî nasnameya azad û lêgerînê. Em hînî têkoşînê bûn, beriya her tiştî me pergala ku koledarî li ser me ferz kirî red kir. Me bi berxwedana Sarayan bingeh danî''. Çewlîk bi domdarî got, Sara (Sakînce Cansiz) hînî wan kiriye ku ew ê çawa xwe azad bikin, demokratîk bibin û jiyaneke wekhev, azad ava bikin û domand, ''Me îro bi Sarayan dest pê kir, li dijî tecrîda Rêbertî, li dijî qirkirina Kurdan, îro ev xet di şexsê Leyla Guvenan de bi berxwedaneke mezin mohra xwe li pêvajoyê danî.

DIVÊ EM LEYLA GUVEN RAST FÊHM BIKIN'

Li ser çalakiya greva birçîbûnê ya Guven, Çewlîk wiha axivî: ''Îro rawesta Leyla ne tenê jinên Kurdan, hemû jinan têkildar dike. Ji ber ku helwesta Leyla serhildana li dijî pergalê, li dijî kolekirinê, li dijî wê pergalê ye ku bi şer dixwaze teslîm bigire. Ji bo vê Leyla Guven, li dijî tecrîda li ser hemû gelan û jinan serhildanek e. Ne tenê jinek e, xetek e, şêwazeke têkoşînê ye. Divê em Leyla Guven rast fêhm bikin. Divê hemû jin, derdorên çewisandî vê xetê rast fêhm bikin. Ev helwesteke wiha ye ku vê pêvajoyê rast fêhm dike, li dijî vê rewşê dibêje, raweste û bi wêrekiyeke mezin jiyana xwe datîne holê. Jineke wiha ye, li şûna ku bi koletî bijî, ew qasî ji jiyanê hez dike ku di ber vê jiyanê de dikare bimire.''

'EM Ê SALA 2019'AN BIKIN SALA SERFIRAZIYÊ'

Çewlîk bi domdarî got, Leyla Guven li dijî polîtîkaya AKP-MHP'ê ya dewletparêz, yekreng, serwer û qirker rawestiyaye ji bo ku pêşî li vê bigire xwestiye ku bi çalakiya xwe pêşengiyê bike û got, ''Bi 8'ê Adarê re em ketin nav vê berxwedanê. 8'ê Adarê tê maneya xeta berxwedanê ya li dijî van hişmendiyên serdest. Leyla Guven helwestek e ku li sîsika 8'ê Adarê, li giyanê wê xwedî derdikeve û pêşengiyê ji tevahiya civakê re dike. Ya ku em bikin, divê em li vê helwestê xwedî derkevin, ne ku careke dî bêdeng bimînin.''

Çewlîk bi domdarî bal kişande ser têkoşîna jinê got, ''Bi rastî jî sedsala 21'ê wê bibe sedsala jinan û gelan. Bi vê îdîa, bawerî û têkoşînê, bi baweriya ku em ê mohra xwe li sala 2019'an bidin û dikevin pêvajoyeke nû ku vê salê bikin sala serfirziyê û serkeftinê.

'CIHÊTIYA ME KANA XWE JI CIHÊTIYA RÊBERTIYA ME DIGIRE'

Şerda Mazlûm Gabar jî got got ew Tevgera Jinê ji jinên cîhanê jî karîger bûne, ne hewce ye ku her tiştî ew bi xwe bidin destpêkirin, çawa ku şaş be ku berxwedanê bi xwe bidin destpêkirin her wiha şaş e ku bi nêzîkatiyeke oryantalîst her tişt ji rojava bidin desetpêkirin û got, ''Cihêtiyên me hene. Divê em vê derxînin pêş. Cihêtiya me ya Tevgera Jina Kurd, kana xwe ji cihêtiya Rêbertiya xwe distîne. Sedema ku pergal ev çend bi ser Rêbertiya me de diçe, ew qasî dike hedefa xwe, Rêbertiya me, ji hêzên din ên dijî pergalê cudatir, hin nêzîkatî ji bo me diyar kirine. Ya pêşî, nêzîkatiya li sosyalîzmê ya Rêbertiya me ji tevgerên din ên dijî pergalê cudatir e; ya dî, Rêbertî bi rengekî cuda li pirsa kesayatiyê dinere û ya sêyan jî mijara jinê cuda şîrove dike.''

YJA STAR HÊZEKE ANTÎMLÎTARÎST E

Gabar têkilî YJA Starê got, ''YJA Star hêzeke antîmîlîtarîst e. Antîfaşîst û antîemperyalîst e. Em sazûmaniya artêş, dewlet û malbatê jî mîna sazûmanbûna hişmendiya zilamserwer dibînin. Rêbertî dema ku artêşbûna jinê danî holê wiha got: ''Armanca vê artêşê ew e ku cîhaeke bê artêş ava bike''. Ji ber ku li devera ku serdestî lê heye, li devera ku newekhevî lê heye artêş li wir derdikevin holê.'' Ji bo vê em li ser hêza YJA Starê dikarin wiha bibêjin: rêxistiyeke yekîtiyê ye ku pergala xweparastina jinan datîne holê.''

YJA STAR LI HÊRÊMÊ BÛ XWEDÎ PERGAL, WÊ GERDÛNÎ BIBE

Gabar wiha domand, ''Hêza YJA Starê mîna xweparastinekê ji hêla herêmê ve bû xwedî pergal lê ji niha û pê de armanca me ew e ku 8'ê Adarê ya ku zêdetir em armanc dikin bibin  gerdûnî û mîna hêza xweparastina cîhanê bibin xwedî pergal, ji bo ku bikaribin yekîneyên xwe ava bikin, mîsyoneke wiha datînin hole. 8'ê Adarê divê tenê bi atmosfereke cejnê neyê pîrozkirin. Rojeke tolhildanê ye.''

'HER KU RÊBERTÎ NAS KIRIN LÊ XWEDÎ DERKETIN'

Gabar got hin derdorên ku berê digotin, ''dawiya dawî Rêbertiya we jî mêr e'', dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dikin, hîn dibin û çi destkeftî ji bo jinê anîne û dema ku jina Kurd û tevgerê nas dikin ew jî li Ocalan xwedî derdikevin. Têkilî çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven got, ''Hevala Leyla Guven li ser azadiyê rawestiyaye. Dahatuya xwe, azadiya xwe û azadiya hemû jinan jî di rakirina tecrîdê de ya li ser Rêberî dibîne. Heval Leyla ev nîşanî hemû jinên cîhanê da. Ji bo vê meyla li ser Rêbertî ev çend geş bû. Divê em Rêbertî zêdetir bidin naskirin. Jinên cihanê, ku nêzîkatiyên îdeolojîk ên Rêbertî, nêzîkatiyên felsefîk bibînin, wê zêdetir lê xwedî derkevin û bipejirînin. Wê rizgariya xwe di îdeolojiya Rêbertî de bibînin. ''

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ XWEPARASTIN E

Çewlîk jî bal kişande ser giringiya xweparastinê û got, ''Rêbertiya me beriya her tiştî em hînî xweparastinê kirin Got, ''hînî xweparastinê bibe''. Heke nikaribî xwe biparêzî, nikarî azad jî bibî û nikarî azad jî bikî. Bi vê çarçoweyê, têkoşîna me bi xweparastinê dest pê kir. Xweparastin çendî bû vîn, hêza berxwedanê zêdetir derkete holê û îro hatiye asteke bilind. Bi vê maneyê em dikarin wiha bibêjin; di vê mijarê de bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê jina Kurd, bi hişmendiya xweparastinê li Rojhilata Navîn û cîhanê bûye modêl. Bûye hêza ku gelê xwe, xwe û jinê biparêze. Ev bes e? Helbet na, Îro bi pêşengiya Leyla Guven bi hezaran jin li ber xwe didin û di rewşa xweparastinê de ne.''

Çewlîk li ser berpiryariyên YJA Starê jî got, ''Hem li djî tecrîda li ser Rêbertî, hem  jî li dijî êrîşên li ser jinan, em  YJA Star, em ê peywir û berpirsyariyên xwe hê zêdetir, ne tenê bi gotinê, bi pratîkê jî geş bikin, ji bo ku em vê berxwedanê serfiraz bikin em ê bibin xwedî kêferateke mezin'' û domand, ''Ji kîjan alî ve tên bila werin li dijî hemû êrîşan, bi giyanekî fedayî yê Apogerî, em ê gelê xwe, hemû jinan biparêzin.

Em bawer dikin ku ne tenê di şexsê jina Kurd de, her ku diçe dibine xwedî hişmendiyeke gerdûnî. Em talokeya li ser jinan û gelan mîna talokeya li ser xwe dibînin. Em bawer dikin ku em vê hişmendiyê, bi vê baweriyê û bi vî giyanî ne. Îro li zindana, li kuçeyan, li çiyan û li her deverê, li ser hîmê xweparastinê,  ev giyan parastina xwe dike û li ber xwe dide.''

VÊ BIHARÊ WÊ TECRÎD BIŞIKE

Gabar li ser karakterê vê bihara 2019'an jî got, ''Êdî di vê pêvajoyê de divê em hemû bibin pêşeng. Çalakî wê bi biharî re dest pê bikin. Gotin qediya, dema gotinê qediya. Divê gotinên me êdî ji pratîkê bin, divê em xwediyê çalakiyê bin da ku em gotinên xurtir bikin. Li ber me mînakên Leyla Guven û Nasir Yagiz hene. Heke em li van hevalan xwedî dernekevin em ê ji nasnameya xwe fedî bikin. Ez bawer dikim ku ev xwedîderketin wê çêbibe. Li pêş me pêvajoyek heye ku wê zemîna vê çêbike. Ji bo gerîla jî wê şert çêbibin ku bi rehetir tevbigerin. Gelê Kurd vê bihare helbest wê tecrîdê bişkîne.''

BERSIVA ME WÊ BIBE PRATÎKA ME

Çewlîk diyar kir gerîlayên YJA Starê bi îdîaya ku tecrîda li ser Ocalan û gelê Kurd bişkînin ketine sala nû, bi vê çarçoweyê Leyla Guven bi çalakiya xwe bang li wan kiriye û domand, ''Em gerîlayên YJA Starê ketine pêvajoyeke nû ya berxwedanê. Bi vê çarçoweyê wê bersiva wan ji bo vê bangê wê pratîka wan be. Ji ber ku Leyla Guven nîşan da ku dema gotinê qediyaye. Êdî ne dema gotinê dema çalakiyê ye. Li gel talokeyên mezin derfetên mezin ên şoreşê jî hene. Em careke dî sond dixwin ku bi giyanê fedayî yê Zîlan tevlî vê pêvajoyê bibin û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin, serkeftinê dixwazin..''

BANGA LI CIWANAN

Gabar bêyî ku bi derengî bikeve, xwest ku çi ji destê kê tê divê wê bike, dibe ku sibe bi derengî bikeve û domand, ''Bi vê çarçoweyê bi biharî re divê kesek li mal nemîne, divê her kes li Rêbertî xwedî derkeve. Ji ber ku em bi Rêbertiya xwe hene. Ciwan divê zêdetir li têkoşînê xwedî derkevin. PKK bi rengê tevgera ciwanan derkete holê. Girîng e ku bawerî xurt be. Heke em bawer bikin em dikarin her tiştî bikin, em ê bi ser bikevin. Bi hêza xwe em dikarin şoreşê bikin. Ji bo vê, hêviyên ji ciwanan zêde ne. Ciwanên Kurd her tişta ku lê tê ferzkirin qebûl nake. Ji bo vê heke bikaribin bişewitînin bila bişewitînin, heke bikaribin hilweşînin bila hilweşînin. Ev ne tiştên zehmet in. Çawa ku dewleta Tirk dixwaze wan sînordar bike, divê ciwan jî dewleta Tirk sînordar bike, 'dijmin bitirse ku derkeve kuçeyan. Ez bawer dikim ev 8'ê Adarê wê bibe wesîleya vê û giyanê Apogerî wê xwe bike çalakî. Ji bo vê jî cian, jin, yixtiyar, her kes divê li vê têkoşînê û li Leyla Guven xwedî derkevin. Gotineke Rêbertî heye, ''Her kes van çiyan bihêe jî divê jin çiyayan nehêlin''.