Fermandarê YBŞ’ê: Hêza me heye ku em li ber xwe bidin; wê nikaribin serweriyê bikin

Têkildarî êrîşan yek ji fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî ji ANF’ê re axivî û got, cihên ku gel lê dimînin dikin hedef, bi vê dixwazin zexta psîkolojîk bikin, bi vê jî dixwazin gel radest bigirin.

Di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de ku îşev saet 02.00’an li dijî Şengalê pêk hat,sivîlekî jiyana xwe ji dest da û şervanekî YBŞ’ê jî birîndar bû.

Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî got: ‘’Çawa ku li dijî êrîşên 3’yê Tebaxê û 3’yê Adarê em radest nebûbin û me li ber xwe dabe ji niha û pê de jî em ê heman tiştî bikin. Hêza me jî heye. Her kes jî wê vê bibîne.’’ Şengalî bi domdarî got, ‘’Hemû gelê me li dijî van êrîşên faşîst û qirker ên dewleta Tirk û hevakarên wan divê helwesta xwe nîşan bidin û derkevin kolanan, li Şengalê xwedî derbikevin.’’

Têkildarî êrîşan yek ji fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku cihên gel ji xwe re kirine hedef, bi vê dixwazin zexta psîkolojîk li ser gel bikin, gel radest bigirin. Şengalî got: ‘’Li dijî her cure êrîşan em ê xwe biparêzin. Em bang li gelê xwe dikin ku li her deverê çalakiyên xwedîderketinê ji bo Şengalê bikin.’’

 ‘DEWLETA TIRK DIXWAZE KARÊ NÎVCO MAYÎ YÊ DAIŞ’Ê TEMAM BIKE’

Şengalî diyar kir bi êrîşan dixwazin vîna gelê Şengalê bişkînin, Şengalê bidin valakirin û got: ‘’Ji bo vê jî gelek cihên gel kirin hedef. Geliyê Kesrê di tevahiya dîroka Êzdiyên Şengalê de bûye ew cih ku Êzîdî xwe pê parastine. Di êrîşa 3’yê Tebaxa 2014’an de jî gelê me di vir de xwe parastiye. Ji bo vê jî xwedî cihekî sembolîk e û bi zanebûn ev der kirine hedef.’’

Şengalî got dewleta Tirk tişta ku DAIŞ’ê 2014’an nekarî bike, dixwaze bike û fermanê bi ser bixîne û wiha domand:

 ‘Ev êrîş berdewama êrîşa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxê û berdewama êrîşên çeteyên PDK-dewleta Tirk a 3’yê Adarê ye. Jixwe her kes pê dizane ku dewleta Tirk paşmêrê herî mezin ê çeteyên DAIŞ’ê ye. Hevkarê DAIŞ’ê ye. Paşmerê wan e. Her wiha êrîşa 3’yê Adarê jî berdewama Fermana 73.  bû û bi armanca temamkirina fermanê bû. Piştî ku di wir de jî bi ser neketin niha jî bi êrîşa îro dixwazin encamê bistînin. Navenda biryarê ya van hemû êrîşan Enqere ye. Ên ku destekê didine van jî Kurdên di îxanetê de ne, ku hebûna xwe di siberoja dewleta Tirk de dibînin.’’

 ‘EM Ê XWE BIPARÊZIN’

Şengalî diyar kir ku êrîş bidomin ew ê xwe biparêzin, wê xaka pîroz a Êzîdxanê bi dest kesî ve bernedin, êrîşên bi vî rengî ên di dîrokê de destnîşan kir û got ev êrîş jî wê ti encamê negirin. Şengalî wiha pê de çû: ‘’Ên ku ev êrîş pêk anîn li pêşberî berxwedana Êzidiyan tasfiye bûn, çûne ser sergoya dîrokê. Lê Êzîdî man. Ji niha û pê de jî êrîş ji hundir, derve, ji kûderê jî werin em ê serê xwe netewînin, gelê me wê serê xwe netewîne. Me şervanên YBŞ-YJŞ’ê çawa ku li dijî êrîşên 3’yê Tebaxê û 3’yê Adarê li ber xwe dabe û em radest nebûbin ji niha û pê de jî em ê heman tiştî bikin. Ev hêza me jî heye. Her kes jî wê vê bibîne. Ti hêzeke çete wê nikaribe li van xakan serweriya xwe ragihîne.’’

 ‘PDK PROPAGDANAYA REŞ DIKE’

Şengalî li dijî propagandaya reş a çapemeniya PDK’ê ku hebûna YBŞ’ê weke sedema van êrîşan destnîşan dike helwest nîşan da û got: ‘’Ev propagandaya reş e. Ev bi temamî hişmendiya dijmin e. Ji ber ku her kes dizane ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e. Li kûderê hêza Kurd hebe êrîş dibine ser. Ti tehemûla wan li dijî Kurdên azad nîn e. Bi van gotinên wiha heqê kesekî nîn e ku ne xwe û ne jî gelê Kurd bixapînin. Dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan ji dîrokê ve diyar e. Ev li şûna ku wiha biaixivin bila li dîroka dewleta Tirk binerin. Bila li helwesta dewleta Tirk a li ser bilindkirina alaya Herêma Kurd li Kerkûkê binerin. Wê vê çawa bibêjin? Wê bibêjin, binerin ketin çala ku ji bo me kolane, wê bikevinê.’’

‘DIVÊ DEWLETA IRAQÊ BÊDEG NEMÎNE’

Şengalî diyar kir, divê dewleta Tirk jî li dijî van êrîşan helwesta xwe nîşan bide û got: ‘’Ji ber ku Şengal parçeyek ji Iraqê ye. Ji bo vê jî li dijî van êrîşên li dijî xaka Iraqê divê helwesta xwe nîşan bide.’’

BÎLANÇOYA ÊRÎŞAN

Şengalî bîlançoya êrîşan wiha got: ‘’Dewleta Tirk di êrîşê de radyoya Şengalê, Geliyê Kesrê, hêwana dawetê ya di navbera Sinûne û Kesrê de kiriye hedef. Di van êrîşan de sivîlekî jiyana xwe ji dest daye, sîvîlek û şervanekî YBŞ’ê jî birîndar bûye.’’

Ji bilî bîlançoya ku Şengalî dayî, li gorî çapemeniya PDK’ê 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane û 9 pêşmerge jî birîndar bûne.

 ‘GEL DIVÊ LI HER DERÎ DERKEVE QADAN’

Şengalî bang lig ekê Kurd û bi taybetî jî bang li Kurdên Êzîdî kir û got: ‘’Gel li dijî van êrîşan divê helwesta xwe bi rengekî pir xurt nîşan bide. Gelê Êzîdî yê li Şengalê di cih de helwesta xwe nîşan daye. Lê di serî de Kurdên Êzîdî yên li Kurdistanê û li derveyî welat, hemû gelê me divê li dijî dewleta Tirk a faşîst û qirker û noker û hevkarên wan derkevin qadan û li Şengalê xwedî derbikevin.’’