Fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî û hevreyên wî bi merasîmekî hatin bibîranîn

Fermandarê YBŞ'ê Zerdeş Şengalî, Hemîd Şengalî, Cîlo Borik û Êzdîn Şoreş ku di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de Şehîd bûbûn, hatin bîranîn.

Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî 15’ê Çileya 2020’an tevî şervanên YBŞ’ê Hemîd Şengalî, Cîlo Borik û Êzdîn Şoreş di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker a li ser Komalgeha Digurê ya Şengalê de şehîd bibûn.

Şehîd Zerdeşt Şengalî û hevrêyên wî di 3’emîn şehadeta xwe de bi merasîmekê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hat lidarxistin.

Di merasîmê de bi sedan xelkê Şengalê, nûnerên sazî û rêxsitinên Şengalê amdebûn.

Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de axaftin hatin kirin û banga xwedîderketina li keda Şehîdan li civaka Êzidî hate kirin.

Di serî de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Meyan Nasir axivî û diyar kir ku kesên weke Şehîd Zerdeşt, Pîr Hemîd, Êzdîn û pêşengên gel ên ku Şehîd bûne çi ji destê wan dihatin dikirin û got: “Heta dawî ji bo civaka xwe têkoşîn kirin, xwedî derketina li keda van Şehîdan erka li ser milê me û zarokê me ye, divê em tu carî dest ji doza ku Şehîdên me li ser bûn bernedin.”

Ji Fermandariya YBŞ'ê û YJŞ'ê Zekî Şengalî jî axivî û got: “Em ê xeta hevreyên xwe yên şehîd, xeta azadiyê û xweseriya civaka xwe bibin serkeftinê. Êrîş li ser gelê me û taybet civaka me ya Êzidî bidawî nebûne û êrîşên pir giran liser me hene. Dixwazin di aliyê civakî, siyasî û leşkerî de bi hevakariya îxanetkaran civaka me bê îrade bihêlin. Em şagirtên Şehîd Zerdeşt û hemû şehîdên din, bi awayekî xurt bersiva her êrîşeke li ser civaka xwe bidin.”

Şengalî got: ''Hedefên me mezin in û bersivdayîna êrîşên li ser hevalên me yên şehîd wê bersivekî ebedî be û tenê bi çend rojan wê bidawî neyê. Pêwîste gelê me baş zanibe û her kesekî Êzidî li keda van Şehîdan xwedî derbikeve.”

Li ser navê TAJÊ'ê Şemê Remo jî axivî û got: Tişta niha ji me tê xwestin ew e ku em li ser xeta wan şehîdan têkoşîna xwe berdewam bikine.  Divê civaka Êzidî bi xwe hesab ji kujeran bixwaze. Dema civakê zarokên xwe kirin şagirtên van şehîdan wê demê em karin bêjin me hesab ji dijmin xwestiye.”

Piştî axaftinan li ser jiyan û têkoşîna Zerdeşt Şengalî, Hemîd Şengalî, Cîlo Borik û Êzdîn Şoreş sînevîzyonek hate temaşekirin û ji bo şehîdan xêr hate belavkirin.