Fermandarê YBŞ’ê hate veşartin

Fermandarê YBŞ’ê Zagros Pêncwên ji aliyê girseyeke qelebalix hate veşartin.

Yek ji fermandarên YBŞ’ê Zagros Pêncwên (Usama Abdullah) ê ku di 12’ê Hezîranê de li Şengalê şehîd bûbû, duh êvarî ji aliyê girseyeke qelebalix hate veşartin.

Merasîma veşartinê li gundê Sersuraw ê bi ser bajarokê Germikê yê Pêncwênê hate lidarxistin. Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê, Tevgera Ciwanên Welatparêz, endamên Tevgera Azadî û xizmên Şehîd Zagros û girseyeke qelebalix tevlî merasîmê bûn.

'TÊKOŞÎNEKE BAŞ NÎŞAN DA'

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Fetiye Alî di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna gerîla û şervanan ên li her çar parçeyên Kurdistanê û diyar kir ku Zagros Pêncwên ji bo azadiya gelê xwe li Şengal û Rojava şer kir.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah jî diyar kir ku Şehîd Pêncwên ji bo ciwanên Kurdistanê têkoşîneke baş nîşan da û got, “Em partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê divê em peyama şehîdên xwe baş fêm bikin û yekîtiya xwe bi pêş ve bibin.  Şehîd Zagros şehîdê yekîtiya neteweyî ye.”