Fermandarê QSD’ê; Armanca me dorpeçkirina Reqayê ye
Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Dijwar Serêkaniyê di derbarê pêngava Xezeba firatê û her wiha Qonaxa sêyemîn de ji ajansa me re axivî.
Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Dijwar Serêkaniyê di derbarê pêngava Xezeba firatê û her wiha Qonaxa sêyemîn de ji ajansa me re axivî.
Dijwar Serêkaniyê diyar kir ku hemleya Reqa despêkê heya niha hêdî hêdî qad li DAIŞ teng kir. Di gava yekemîn û duyemîn de qederek gund û qad hatine girtin. Di gava sêyemîn de jî bêtir qad li DAIŞ’ê hate tengkirin.
Dijwar Serêkaniyê wiha berdewam kir; “Armanca vê gavê jî ew e ku edî di hundirê Reqa de em DAIŞ dorpeç bikin û derdora bikin xelekê. Ev qonaxa sêyemîn ya gava wê ya duyemîn e, ku em ji duh ve dimeşin û ji niha ve me gelek gund kirine xelekê û rizgar kirin. Bi vê gavê re êdî baweriya gel bêtir bi me çêbûye, bêtir êdî gel xwe nêzîkê me dike. Him yên xeta Dêrê û him jî yên Reqeyê. Her ku hevalên me bi pêş dikevin û her qadên ku em dikevinê, gel xwe dide aliyê hevalên me.”
‘GEL DEMA KU DIXWAZE XWE BIGIHÎNE ME DIBE HEDEFA DAIŞÊ’
Dijwar Serêkaniyê li ser pêngava Sêyemîn jî ev gotin; “Niha bi awayek berfireh ji sê baskan ve hêzên me ketine nav tevgerê. Qadên wan nêzîkê 30 km dûrî hev in. Duh nîvro heya niha basken Mekmenê nêzîkê 14-15 km pêş de çûye. Baskê din jî aliyê din ve tê û ber bi hev ve dimeşin. Herdu parastina hev dikin. Niha hin gund ketine dorpeçê lê hê nehatine paqij kirin. Lê aliyê din gundên ku hatin rizgar kirin û ewlehî lê pêk hat, gel hatin û zivirîn gundên xwe. Niha di 3 baskan de quwetên me dimeşin ku bigihin hev. Dema ku gihiştin hev wê demê bi dehan gund wê bikevin nav xelekê. Piştî wê jî em ê paqij bikin. Dîsa çeteyan niha gelek gund mayîn kirine, gelek mayîn di malên gel de bi cih kirine. Me gelek ji wan paqij kirine, gelek bê tesîr kirine. Lê hê gelek mal û cihên gundiyan jî ji wan mayînan nehatine paqij kirin. Dîsa niha di gelek gundan de jî DAIŞ gel ji bo xwe dike mertal. Gel jî bêtir xwe dide aliyê me û dixwaze xwe bigihîne me. Dema ku gel di wan gundan de dixwaze xwe bide aliyê me DAIŞ li wan dide, niha ji wan gelek birîndar jî kirine. Lê me hê xwe negihandiye wan. Niha em di nav hewldanê de ne ku em wan rizgar bikin.”
‘HER QADA KU HÊZÊN QSD’Ê DIÇINÊ BI SEDAN KES DIXWAZIN BEŞDAR BIBIN’
Fermandarê QSD’ê Dijwar Serêkaniyê diyar dike ku heya niha gelek pêkhateyên Ereb û taybet ji Dêra Zorê û Şedadê gel dizwazin tevlÎ nav hêzên QSD’ê bibin. Fermandarê QSD’ê wiha dibêje; “Her cihê ku em diçin li wir gelek hêzên ji pêkhateyên Ereb jî dixwazin tevlî me bibin. Niha di vê pengava sêyemîn de jî Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zor bi rengek aktîf tevlî vê pêngavê bûne. Hevalên me yên ku niha di vê pêngavê de cih digirin sedî nod em dikarin bejîn ku Ereb in. Ev gelên me yên Dêrê ne, eşîr in, eşîrên cuda cuda ne. Heta ji aliyê Şedadê jî gelek eşîr hatine tevlî bûne. Ev di bin ala Hêzên sûriya demokratîk, QSD’ê de cih digirin. Hêzên YPG û YPJ’ê jî ji wan re alîkar dibin . Dîsa gelek hêzên din jî hene ku alîkarî didin vê pêngavê. Her wiha hêzên me yên Kantona Kobanê û Cizîrê yên Ereb alîkarî didin. Çi hêzên ku di vê pêngavê de alîkarî didin û tevlÎ vê pêngavê dibin di bin sîwana QSD’ de dimeşin. Niha bi moralekî pir mezin hevalên me dimeşin. Di vê pêngavê de DAIŞ wê di Reqa de bikeve nav xelekê de û rêya wê ya navbera Dêra Zorê bê qut kirin. Ji bo vê jî ji aliyê gelê me yên Ereb û yên Dêra Zorê de gelek alîkarî û piştgirî tê dayîn. Gelek ji wan tên ji me çek dixwazin ji bo ku tevlî vê hemlê bibin, ev hemû di bin sîwana QSD’ê de cih digirin. Yên ku derve ma ne jî pir bi daxwazek mezin dixwazin bên tevlê bibin.”
‘HER QADÊN KU DAÎŞ LÊ YE HEDEFA ME YE, BILA GEL XWE JI QADÊN DAIŞ’Ê DÛR BIXE’
Dijwar Serêkaniyê dibêje ku DAIŞ gel ji bo xwe wek mertal bi kar tîne û ev jî dibe sedem ew dereng pêş ve biçin.
Fermandarê QSD’ê di dawiyê de bang li gel dike ku ji qadên ku DAIŞ heye dûr bikevin û xwe bigihînin qadên ku ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatine rizgar kirin û wiha axaftinê xwe dawî dike; “Herî dawiyê ez dixwazim bêjim ku taybet gelê me yên Reqa yên Ereb û gelê me yên Kurd ku li Reqayê dijîn, pêwîst e di demek kurt de tevlî QSD’ê bibin. Ji ber ku Hêza Sûriya Demokratîk QSD yekemîn hêz e ku dikare gel rizgar bike. Gelê Sûrî ji zilma van çeteyan xilas bike, gelê Sûrî rizgar bike. Ji ber vê jî çi gelê wir heye pêwîst e xwe bigihîne qadên me yên rizgarkirî û qadên ewle. Dîsa ciwanên wir pêwîst e xwe tevlê nav hêzên QSD’ê bikin. Dîsa her qadê ku DAIŞ lê heye ji bo me hedef e. Ji ber vê jî pêwîst e gelê me xwe ji wan qadan dûr bixe. Ji ber ku ew qad him ji bo me hedef in û him jî ji bo balafirên koalîsyonê jî hedef in. Ji bo ku ew zirar nebînin pêwîst e bi awayekÎ lezgîn xwe ji wan qadan dûr bixin. Em soz didin ku demek nêzîk de em ê mizginî bidin gelê xwe.”