Fermandarê pêşeng ê xeta Apogeriyê: Sari Îbrahîm

Di Pêngava 15’ê Tebaxê de Sari Îbrahîm ê di rêya Egîd (Mahsûm Korkmaz) de kete rê û heta şehîdbûnê têkoşîneke bê hempa kir, carekî din bibîr tînin û dixwazin bibîr dixin.

Ji bo fêmkirina yek ji sembola lehengî û gerîlayana Sari Îbrahîm (Yek ji kadroyê pêşeng ên PKK’ê Remezan Toptaş, di sala 1978’an de bi awayekî aktîf dest bi şoreşê kir. Di sala 1980’an de piştî darbeya leşkerî û şûnde li qada Libnanê perwerdehiya xwe ya leşkerî û îdeolojî dît. Yek ji kesên di nava koma yekem a vegera Bakurê Kurdistanê de cih girt. Di pêvajoya amadekariyên Pêngava 15’ê Tebaxê de, bicihbûna gerîlayan a li Botan, Zagrost, Behdînan û rêkxistinkirina gerîla ya li van qadan de bi awayekî aktîf rol lîst û cih girt. Piştî Pêngava 15’ê Tebaxê û şûnde li Botanê di fermnadariya Mehsûm Korkmaz de erk girt. Sari Îbrahîm ê xwendekarê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Mahsûm Korkmaz, 1’ê Tebaxa 2006’an şehîd bû.) tê wateya fêmkirina şer û lehengî, hêrs, fedekarî, cesaret û berxwedaniya wan a gelek lehengan. Sari Îbrahîm di gerîlatiyê de mînaka fedekariyê bû. Hemû temenê xwe di nava berxwedan û çiyayên Kurdistanê derbas kir. Milîtanê ku bi qasî 30 salan ji Libnanê bigire heta Bakurê Kurdistan, dîsa Karadenîz, Amanostan heta Başûrê Kurdisanê kedkarekî bibiryar û bawer bû.

Sari Îbrahîm, di rêgezên PKK’ê yên jiyan, têkilî û çandê de hevrêyekî ku rastî dida jiyîn bû.

Di nava her şert û mercan de yek ji fermandar, milîtan û parêzvanê xeta Apogerî, pêşengê ruhê Egîd û berxwedanê bû. Heskirina wî ya ji bo çiya û gerîlayan, di temenê xwe yê ciwan de tevlîbûna wî ya nava têkoşîna azadiyê heta dawiya temenê wî dom kir. Sari Îbrahîm milîtan û fermandarekî ku gerîlatiyê di her şert û mercan de pêk anîn û pêşxistina taktîkên nû bû. Gerîlatiya wî kir ku fermandarekî li Nûrhakan, Bînbogan heta Amanos û Torosan çû.

Li dijî xiyanet û provakasyona Terzî Cemal di sala 1993-94’an li Eyaeta başûrê rojava nûnertiya milîtaniya Apogeriyê kir. Ji bo dubare vê çeperê bi dest bixe, hewledanekî bê hempa kir.

JI BO GERÎLAYAN ÇEPERÊN NÛ DA AVAKIRIN

Ji bo derbasbûna qadênb Koçgirî û Karadenîzê dîsa yek ji şervanên pêşeng Sari Îbrahîm bû. Bi tecrûbeyên xwe yên jêhatî û zanîstiya xwe, bi xuliqandinê nû ve ji bo gerîla çeper da avakirin. Pêşengê derbasbûna gerîla û şer ya Tirkiyeyê bû. Di pêvajoya bêhêvî, bêbaweriya gerîla û teoriya nabe ya çeteyên çar alî û yên mîna Zekî, dîsa li Amanosan û Torosan heta Egeyê gerîla bi cih kir.

Dîsa piştî vegera gerîla ya 99’an û şûnde ku gerîla di nava her şert û mercan de weke temînata azadiyê hatina dîtin û li ser vî bingehî bicihbûna çeperên xwe yên berê, birêxistinkirin; ji bo şandina gerîlayan ya ji bo deverên cuda yên Tirkiyeyê kedekî mezin da û xwedî hewldanên mezin bû.

DI JIYANA AZAD DE BI ISRAR BÛ

Sarî Îbrahîm tevî hemû bêderfetî, zorî û sepandina îxanetê jî di jiyana azad de bi israr bû. Sari Îbrahîm bê ku rê bide, bi sekna xwe ya jiyan û pratîkê rastiya milîtaniya Apogeriyê nîşanî herkesê da.

Ji bo vê tim bû hedefa tesfiyekar û provakatoran. Ji bo wî tesfiye bikin serî li her rê û rêbazê dan. Sari Îbarhîm yek ji kesên ku qet ji xeta milîtaniyê tawîz neda, neket, neket berjewendiyên kesî. Sari Îbrahîm bû yek ji fermandarê rast û PKK’ê yê bê şert û merc ji bo şoreş, gelê û kedê têkoşîn kir.

ARMANC HÊ ZÊDETIR BI PÊŞ VE ÇÛN BÛ

Sari Îbrahîm pêşengekî gel bû. Li her cihê ku kar bidaba kirin, bi bandorbûna xwe kir ku heta roja me ya îro jî bê. Girseya ku rêxistin kirî û têkiliyên wî di roja me de di xebatên li başûrê rojava û Amanosan tê dîtin.

Di pêvajoya herî teng û xedar de, bi perspektîfên xwe ya tektîk û şêwazê xwe hevrêyeke ku devjê neyê berdan bû.

Sari Îbrahîm di nava her şert û mercî de armanc hê zêdetir bi pêş ve çûn bû. Ji Antalyayê bigre heta Ege, ji Marmara heta çiyayên Boloyê gerîlatî kir hedef û heta nefesa xwe ya dawî jî di nava hewldana vê de bû.

Di nava rêxistinê de heta dawî, xizmet û ked esas girt, ne bû xwedî hişmendiyeke ku bibe xwedî raye û pile, her demê li dijî xeta bûye xwedî helwestên zelal. Milîtanekî heta dawî girêdayî îdeolojiya rêxistin, li dijî hevkar û tesfiyekaran jî xwedî helwest bû. Dîsa milîtanekî ku di armancên Rêbertiyê de kilîtbûn, bawerî bi partî û rêxistina xwe anîn, parastin û heta dawî xizmetkirina gelê xwe bû.