Fermandarê Çiyayî: Şoreş Koçer
Meşa şoreşê ya yek ji Fermandarê HPG’ê Şoreş Koçer ku 1998’an dest pê kirî, li Çiyayê Cûdî bû dastan û li dîroka Kurdistanê hate nivîsîn. Ji meşa şoreşê ya 13 salan a bê navber, me behsa jiyana Koçer a gerîlatiyê kir.
Meşa şoreşê ya yek ji Fermandarê HPG’ê Şoreş Koçer ku 1998’an dest pê kirî, li Çiyayê Cûdî bû dastan û li dîroka Kurdistanê hate nivîsîn. Ji meşa şoreşê ya 13 salan a bê navber, me behsa jiyana Koçer a gerîlatiyê kir.
Şoreş Koçer (Ahmet Imîr) 1977’an li navçeya Hezexê ya Şirnexê, li gundê Kîwexê tê dinyayê. Ji ber hin sedeman malbat neçar dimîne ku koçî Êlihê bike. Gerîla Koçer ê ku ji êla Dîdêrî ye li nav malbateke welatparêz mezin dibe. Ji malbata wî gelek kes tevlî nav Tevgera Azadiya Kurdistanê dibin. Malbata welatparêz berdêlên giran di têkoşîna azadiya gelê Kurd de didin. Mêtingeriya dewleta Tirk a faşîst û dagirker a ku li Kurdistanê dimeşîne û zexta li ser gelê Kurd bi awayê şilf û tazî dibîne.
Tiştên ku jiyaye û dîtine, dibe sedem ku hê di zaroktiya xwe de ramanên şoreşger û azadîxwaz nas bike. Bi vî rengî jî têkoşîna azadiya Kurd nas dike. Her devera ku serhildan lê heye wî ber bi xwe ve dikişîne û wî ji bo berxwedanê vedixwîne. Lê çi jî bike bi wî kêm tê. Heta wê rojê ku 1995’an xwîşka wî Têkoşîn jiyana xwe li Cûdî ji dest dide û dikeve pey rêya wî. Rêya pakrewanên şoreşê ji xwe re dike rê. Bi vî rengî tevlî nav komekê dibe ku sempatiya wan li tevgera PKK’ê heye. Bi vê komê re 1998’an tevlî nav refên gerîla dibe. Di nav komê de Xem Imîr nîn e, ku hevrêyê wî ye, pir jê hez dike û qedrekî mezin didiyê. Sala 1998’an dema ku gava xwe davêje ku her kêlîka xwe bide şoreş û têkoşîna azadiyê, bêyî ku bizanibe hevrêyî wî Xem wê dilsozê wî û doza wî be, bi komekê dest bi meşa şoreşê dike.
‘EZ MILÎTANÊ AZADIYÊ YÊ RÊBERTIYA XWE Û GELÊ XWE ME’
Gerîla Koçer yekem car li Heftenînê gerîlatiyê dike. Li van çiyayan ku şahîdî ji gelek lehengan re, dastanan re kiriye, kelecanî, coşî û kêfxweşiya pêşî ya gerîlatiyê dijî. Çiyayên Heftenînê jê re dibe ew cih ku cara pêşî dibêje, ‘’êdî ez gerîla me, mîlîtanê azadiyê yê Rêbertî û gelê xwe me’’ Gerîla Koçer ku Koçer bû û ne xerîbê jiyana çiyê bû, di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîla dibe. Di demeke kurt de di hêla leşkerî û jiyanê de bi pêş dikeve. Ji bo ku xwedî zekayeke pratîk bû hem di jiyana gerîla de û hem jî di şerê gerîla de dibe xwedî performanseke pir baş.
FERMANDAREKÎ WIHA BÛ KU JÊ DIHATE HEZKIRIN
Fermandariya xwe ya pêşî jî li Heftenînê dike ku 6 salan gerîlatî lê kiribû. Ew êdî ne şervanekî nû lê fermandarek bû ku şervan digihandin. Ji 1998’an heta bi 2004’an li qada ku ew lê dima şer giran bû. Fermandara Koçer bi berpirsyariyeke mezin di hemû şerî de dibe xwedî ristekî girîng. Di nav hevalên xwe de baweriyeke wiha çêdike ku hemû hevalên ku pê re mane tim dixwazin her pê re di heman eniyê de bin, di heman mewziyê de şer bikin. Weke fermandarekî ku hurmet jê re tê nîşandan û tê hezkirin tenê xwe bi pêş naxîne, her wiha hevalên xwe jî di hêla leşkerî, di hêla îdeolojiya PKK’ê de, felsefê û jiyanê de wan bi pêş dixe.
HEZKIRINA BAKURÊ KURDISTANÊ
Fermandar Koçer dixwaze biçe çiyayên Bakurê Kurdistanê û li wir gerîlatiyê bike. Daxwaza herî mezin a hemû gerîlayan e ku biçine Bakurê Kurdistanê û li dijî dewleta Tirk a faşîst ku kezeba Kurdan reş dike, şer bikin. Fermandar Koçer jî piştî bêrî û hesreta 6 salan diçe qada Bakurê Kurdistanê. Ji bo xwe weke siûdeke mezin dibîne ku biçe Çiyayên Amanosê. Li vê qadê jî tim xwe bi pêş dixe. Her kêliya xwe dide doza xwe ku heta mirinê bi doza xwe ve girêdayiye. Di hiş û dilê wî de ji azadiya Rêbertiyê û azadiya gel pê ve tiştekî dîtir nîn e.
Fermandar Koçer ku dema li Amanosê bû qezayek bi serê wî de û ji bo tedawî bibe tê Başûrê Kurdistanê. Piştî ku tedawî dibe xwe bi ser hev de tîne. Vê carê jî gerîlayên nû perwerde dike. Ji bo wî dibe peywireke pîroz ku tecrûbeyên xwe yên 10 salan ê gerîlatiyê hînî gerîlayên nû bike. Ew hewl dide ku bi layiqî vê peywirê bi cih bîne. Ji ber ku xwedî xisletî sirûştî, pak û paqij bû hemû şervan bi hejmetkarî lê dinerin. Koçer ji bo şervanên ku nû tevlî nav gerîla dibin dibe fermandarekî mînak.
ÇÛNA BER BI BOTANÊ, DILÊ KURDISTANÊ VE..
Her çendî peywirên ku PKK’ê dane jê re pîroz bin jî, qet dev jê naqere biçe wî cihê ku tim bêrî lê dikir. Her çendî ji ber qezayekê ji Bakurê Kurdistanê vegeriyabe jî dilê wî tim li ser Botanê ye. Qada Botanê ji bo wî qadeke girîng e. Hem ji bo ku di dîrokê de pêşengî ji serhildanên girîng re kiriye, hem ji ber ku ji wir e û hem jî ji bo ku xwîşka wî Têkoşîn li wir têkoşiyaye ji bo wî Botan xwedan cihekî girîng bû. Dawiyê daxwaza wî qebûl jî dibe.
‘A GIRÎNG AVAKIRINA SÎSTEMA XWESERIYA DEMOKRATÎK E’
Fermandar Koçer ê çiyayî, beriya ku biçe qada Botanê hîs û ramanên xwe wiha dibêje: ‘’ Dema ku min nû bihîst ez ê biçime Botanê ne pêkan e ku wan hîs û kelecaniya xwe wê ya wê gavê bibêjim. Çûna vê qadê wê barekî giran li min bar bike. Min hay ji vê heye. Lê barekî wiha ye ku divê bi berpirsyarî û fedakariyeke mezin were ragirtin. Rêber Apo ev serdema weke serdema 4. a stratejîk bi nav kir. Şêwaza têkoşînê wê bi rengê şerê şoreşgerî yê gel be. Pêvajoyeke wiha ye ku bi teqezî serkeftinê esas digire. Nêzîkatiya dewleta Tirk a faşîst wê çawa be, wê şerekî çawa bide ev ne girîng e. Ji bo me ya girîng ew e ku bi şerekî exlaqî, em sîstema xweseriya demokratîk ava bikin. Ji bo vê jî di têkoşîna hemû hevalên de, fedakariyeke mezin heye. Ez bi vê hişmendiyê ez bawer dikim ku ez ê peywira xwe rêxistina me dayî me bi layiqî bi cih bînim. Bi heman rengî, ez bawer dikim ku hemû hevrêyên min jî, li gorî vê pêvajoyê wê şer bi serkeftî bi rê ve bibin.’’
ÇIRÛSKÊN AGIRÊ ŞOREŞÊ YÊ GUR BÛYÎ
Bi van hîsan dest bi rêya xwe ya Botanê dike Fermandar Koçer, êdî fermandarekî ji şerê şoreşgerî yê gel e. 2011 ji bo tevgera PKK’ê saleke girîng e. Li gel berdêlên ku hatin dayin, ji hêla PKK’ê ve encamên girîng hatin bidestxistin. Wan deman têkoşîna ku gel li bajaran û gerîla li çiyê dayî, bû zemîna ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ku 2015’an hatin ragihandin. Dibe saleke wiha ku çirûskên têkoşîna şoreşa gurbûyî. Şoreş Koçer ku yek ji fermandarê şerê şoreşgerî yê gel bû, di pêvajoyeke wiha de li Cûdî ya girêdayî Botanê heta bi hilma xwe ya dawî şer dike. 2011’an jiyana xwe ji dest dide.
‘TÊKOŞÎNA ME YA RÛMETDAR BIDOMÎNIN’
Fermandarê HPG’ê Şoreş Koçer, beriya ku jiyana xwe ji dest bide, pêşî wiha bang li gel û malbata xwe dike: ‘’ Ez têkoşîna gelê me yê Kurd bi hurmet slav dikim. Ez nirx didimê. Tekana tişta ku ji wan bixwazim ew e ku li doza xwe, li têkoşîna azadiyê xwedî derbikevin. Bila ti caran xwe bêhêvî nekin. Şoreşa me ya azadiyê tenê dema ku em bi hev re têbikoşin dikare bi ser bikeve. Ji bo malbata xwe jî dikarim bibêjim ku divê bêhtir xwe tevlî nav têkoşînê bikin. Rêya min û xwîşka min a şehîd Têkoşîn rêya rûmetê ye. Piştî me jî, ciwanên di nav malbatê de, bi taybetî jî jin, bila di vê rêyê de meşa xwe bidomînin.’’