Fermandara YPJ'ê: Em ê bi hêza xwe her êrîşê têk bibin
Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed, biryara DYE'yê ya vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyeyê nirxand û got, "Em ê bi hêza xwe li ber êrîşan rabin û her şêwe êrîşan têk bibin."
Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed, biryara DYE'yê ya vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyeyê nirxand û got, "Em ê bi hêza xwe li ber êrîşan rabin û her şêwe êrîşan têk bibin."
Fermandara Giştî ya Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed bersiv da pirsên rojnamevan Rûken Cemal.
Armancên we ji bo sala 2018'an çi bûn û we çiqasî pêk anîn?
Me 7 salên şoreşê yên bi têkoşîneke dagirtî li pey xwe hişt. Di her salê de em di pêvajoyên pir girîng re derbas bûn. Sala 2018 jî bû xelekeke nû ji xelekên têkoşîna Bakurê Sûriyeyê. Ji bo gelê me ev sal bû saleke diyarkirina qederê. Me di serê salê de nirxandina sala nû ya 2018 kiribû. Me ders, tecrûbe û rewşên siyasî nirxandibû. Hêzên me bi tecrûbeyên ku ji şerê li dijî El Nûsra û DAÎŞ'ê wergirtî bi îdîa û biryardariyeke mezin ketin sala nû. Bi serketinên ku me li dijî van hêzan bi dest xistin, me hewl dan ku herêmên dawî ji DAÎŞ'ê paqij bikin. Helbet hedefa me ya sereke ew bû ku em sala 2018 bikin sala aramiyê û ewlehiyê. Li ser vê bingehê me hewl da ku gel li gorî çawa karibe parastina xwe bike, amade bikin. Heya cihekî me ev armanca xwe pêk anî. Lê wek tê zanîn di destpêka salê de êrîşek berfireh li ser EFrînê çêbû.
Ya rastî piştî rizgarkirina qela DAÎŞ’ê Reqayê, me dizanîbû ku wê êdî şer derbasî asteke din bibe. Ji xwe gefên dewleta Tirk ti çarî ranewestiyan. Ev jî nîşaneya wê ye ku wê şerekî berfireh biqewime. Bi ruxmê ku ji bilî hêzên çete yên ku dest dirêjî xaka me dikir, dest dirêjî gelê me dikir, me ti carî hedef nekiriye ku êrîşê deverek cuda bikin. Lê me dizanîbû ku gelek hevsengiyên siyasî tên guhertin û ev jî tê wateya ku pêvajoyek nû destpê dike.
Çima di pêvajoyeke ku we dixwest aramiya herêmê ava bikin, artêşa Tirk a dagirker êrîş bir ser Efrînê?
Efrîn cihekî herî bi ewle bû. Ji herêmên Sûriyeyê yên cuda gel berê xwe dida Efrînê. Ji ber Efrîn cihekî ku bi mêvanperweriya xwe dihat nasîn, bi aştîxwaziya xwe dihate nasîn. Bi rastî gelê Efrîn hembêza xwe ji herkesî re vekir. Li ku derê tehlîke heba gel berê xwe dida Efrînê. Lê bi ruxmê wê herêma herî bi ewle hedef kirin. Yanî bi taybetî pêkhateyên Kurd ji bo xwe wek tehlîkeyekê didîtin. Gelek caran dianî ziman bila DAÎŞ be bila ne Kurd bin.
Çima Erdogan digot bila DAÎŞ be, ne Kurd bin?
Ji ber dewleta Tirk bi taybetî mafê Kurdan qebûl nake. Pergala neteweya demokratîk a ku li vir di pêşengiya Kurdan de diafire ku hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de dihewîne li dijî pergala wan a netewpereste. Ev pergal îro bûye hêviyek. Herkes îrade û mafê xwe di nava vê pergalê de dibîne. Ji ber wê ev pergal pergala dewletên desthiladar pûç dike. Ji ber ev hêzên desthiladar ên netewperest her xwe li ser nakokiyên di navbera gelan de bi hêz dikin. Ango bi xwe nakokiyan ava dikin û paşê xwe wek hêzeke çareseriyê nîşan didin û wiha desthiladariya xwe didomînin. Ji ber wê projeya gelan a neteweya demokratîk pergala wan hildiweşîne.
Erdogan baş dizane ger Kurd li vir statuyekê qezenc bikin wê qedera wî jî bê guhertin. Baş dizane hebûn û vîna Kurdan a li vir, wê li Tirkiyeyê û her cihê ku Kurd lê ne mafê xwe bixwazin. Helbet ne tenê Kurd ev projeya neteweya demokratîk li ser biratiya gelan xwe ava dike. Bê şer, bê nakokî dixwaze welatek azad ava bike.
Çima pergala neteweya demokratîk?
Pergala neteweya demokratîk li dijî pergala yek al, yek netewe û yek zimanî ye ji wê ye ku îro Erdogan û hêzên neteweperest di nava hewldanake mezin de ne ku vê pergalê têk bibin. Ji ber wê ji dewleta Sûriyeyê re jî dibêje, divê tu jî vê pergalê erê neke û dibêje tenê dewleta Sûriyeyê ya Ereb heye. Ji ber wê niha jî gefên xwe li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê didomîne.
DI BIN NAVÊ 'LI EFRÎNÊ TEVLÎHEVÎ HEYE' WAN TEVLÎHEVIYA HERÎ MEZIN KIRIN
Mînaka Efrîn li ber çavan e, bi navê ku 'li Efrînê tevlîhevî heye', tevlîheviya herî mezin çêkirin. Desteka herî mezin wan dan çeteyan û temenê wan dirêj kir. DAÎŞ a ku binketibû wan careke din har kir. Ya rastî her kesî hêvî dikir ku di sala 2018 ev êrîş û hovîtiya DAÎŞ’ê bi dawî bibe, lê mixabin ku dewleta Tirk hêz da wan careke din ew xurt kir. Ev jî tê wê wateyê ku planên dagirkeriya Tirk ne demkurt in, planên pir demdirêj in û dixwaze kontrola van herêman bigre destê xwe. Bi taybetî bi dagirkirina Efrînê re gotin 'ew der axa Osmaniyane û mafê me heye ku em bikevin wir'. Bi ruxmê ku herî baş gelê Sûriyeyê dizane ku Osmaniyan jî nêzî 400 salî axa Sûriyeyê dagirkiribû û her derê wê xirakiribû. Dixwaze van xeyalên xwe, wê dagirkeriya xwe nû bike. Bi ruxmê ku dinya hemû dizane hêza ku li dijî DAÎŞ’ê şer kir da ku gelê herêmê, axa Sûriyeyê biparêze hêzên parastinê bûn. Lê mixabin îro ev hêzên me tên hedefkirin û wekî ku terorîst in nîşan didin. Ji ber wê dagirkeriya Tirk bi hemû teknîka xwe hate ser Efrînê.
Gelo tişta ku dagirkeriya Tirk li Efrînê kir, mirov dikare jê re bêje jiyane wekî ku wan digot?
Îro li Efrînê piştî wê êrîşa hovane ku bi dagirkeriyê bi dawî bû roja ku mirin, kuştin, revandin, talankirin, destdirêjî çênebûye nemaye. Lê ji ber ragihandinek azad li herêmê nîne em nikarin hemû agahiyan bi berfirehî ji wir bigirin. Lê bêguman hewldana me ew e ku em karibin di demek herî nêz de Efrînê û gelê Efrînê ji hovîtiya dagirkeriya Tirk xilas bikin. Ji ber îro gelê Efrînê parçe parçe bûye, bi sedan jin hatine revandin û ti agahî ji wan nîne. Bi rastî jî bi vê dagirkeriyê re êş û birînên ku ji hafiza gelê me naçin vebûn. Ji ber wê hemû hewldana me ew e ku em demek berê ya din Efrînê rizgar bikin.
LI EFRÎNÊ GEL LI KÊLEKA ŞERVANÊN XWE BÛ
Gelo kî ne yên ku niha li ser axa Efrînê ne?
Vaye dagirkeriya Tirk û Erdogan dibêje ku, 'piştî em ketin Efrînê bi hezaran koçber vegeriyane ser axa xwe'. Gelo kî ne ev însan, pêwîste mirov bipirse. Bi rastî xwediyê vê axê ne yan na. Gelo ji ku hatin û çawa bûn xwedî vê axê? Yanî armanca van êrîşan dagirkeriyeke berfireh ya ji herêmê re ye. Her wiha dirêjkirina emrê van çeteyên ku wek amûrekê bikartînine. Ew bû sedem ku şerê me yê li dijî DAÎŞ’ê giran bibe û vaye ji ber êrîşa li ser Efrînê şerê me yê bi DAÎŞ’ê re dirêjtir bû.
Bêguman li cihekî ku bi sedan balafirên şer ji ser asîmanên Efrînê kêm nebûn, gelê Efrînê berxwedaneke bi rûmet raber kir. Vaye heya niha jî heman seknê raber dike. Ev jî peyameke ji hêzên dagirker re, ku tu çi jî bikî tu nikarî vîna min bişkînî, tu nikarî min teslîm bigrî.
AVESTA BÛ NÎŞANEYA RÊYA BERXWEDANÊ
Bêguman dema ev dagirkeriya giran li dijî Efrînê pêk hat, şervanên me di hemû çeperên Efrînê de berxwedaneke bê hempa raber kirin. Li cihekî ku bi dehan balafirên keşfê digeriyan, li cihekî ku balafirên şer, top, tang û hewan qet ranewestiyan sekneke fedayî û cesûr a şervanan derkete holê. Di vir de hevrê Avesta peyamek da dijmin ku ew ê ti carî nikare vîna jina azadbûyî bişkîne. Di Efrînê de Avesta bû nîşaneya xeta berxwedanê. Dewleta Tirk di herêmek wiha teng û biçûk de teknîkeke bi qasî welatekî bi kar anî. Lê fermandarên weke Rosyar, Zîlan, Têkoşîn û Avesta taktîkên pir serketî û encamgirtî bi kar anîn. Ji wê ye ku hovîtiya dagirkeriya Tirk destdirêjî bedena hevrê Barîn û Amargî kir. Ev nîşan da ku dagirkerî ewqas hov bûye ku hemû sînorên exlaq û wicdanê bin pê dike. Vaye heya roja îro ev hovîtî li Efrînê li dijî gel û jinan didome.
Çima di demeke ku tabloya Efrîn li ber çav bû, we careke din dest bi Pêngava Bagera Cizîrê kir?
Li kêleka vê tabloya giran a Efrînê, li gel ku berxwedana Efrînê dewam dike me biryar da ku şerê xwe yê li dijî çeteyan ranewestînin. Li ser vê bingehê me careke din pêngava Bagera Cizîrê dest pê kir. Me careke din hêzên xwe amade kir ku em dest bi pêngavê bikin. Ji ber me baş dizanîbû ku Erdogan dixwaze temenê DAÎŞ’ê dirêj bike û ev dibe wek tehlîkeyekî herî mezin li ser gelê herêmê. Li ser bangawaziya gelê herêmê jî ji bo em karibin vî gelî ji hovîtiya heyî xilas bikin em çûn biryara dewam kirina pêngavê.
EM DIXWAZIN DI DEMEKE NÊZ DE MIZGÎNIYA LI DÊRA ZORÊ BIDIN GELÊ XWE Û DINYAYÊ
Di nava şert û mercên herî zor ên zivistanê de, di herêmeke çol de bi sedan hezar kîlometreçargoşe hate rizgarkirin. Her çendî çeteyan gelek êrîşên mezin kirin ji bo em wan herêman berdin, lê me dewam kir. Berxwdaneke pir mezin niha li wan qadan heye. Mizgîniya ku dinya hemû û gelê herêmê li bendê ye em dixwazin di demeke herî nêz de bidin gelê xwe.
Di mehên dawî de yên vê salê derket holê ku dagirkeriya Tirk û MÎT’ê bi dehan hucreyên çeteyan perwerde kiriye. Hûn vê çawa dinirxînin?
Li cihê ku em dixwazin van hêzên çete ji holê rakin, em dibînin ku bi dizî hucreyên veşartî ku hêzên istixbarata MÎT’ê ew perwerde kirine li herêmên Bakurê Sûriyeyê hatine bicih kirin. Bêguman mijarên pir bi nakok in. Li cihekî dibêjin DAÎŞ bi dawî bûye, li cihek din dibêjin em ê şerê li dijî çeteyan bimeşînin, lê li cihek din jî hucreyên wan ên veşartî derdikevin pêşberî me. Ya rastî dixwazin çavê gel bitirsînin, hewl didin ku pêşengên vî gelî ji holê rakin û herêmê di nava aloziyekê de bihêlin. Weke ku bêje eger hûn bi van hêzan re bin hûn ê tine bibin û ji holê rabin.
Îro li Dêra Zorê jî propagandayên wiha reş dimeşînin. Herî dawî di warê psikolojîk û fîzîkî de êrîş dikin. Yanî mesele ne tenê gelê Kurd e, ji xwe li bajarên Dêra Zor, Reqa û Tebqayê hê jî birînên ku van çeteyan li nava gelê herêmê vekirîne nû ne. Îro helwesta gel di herêmê de pir zelal li ber çav e. Gel dagirkeriya Tirk naxwaze. Ji ber gelê herêmê jî dibîne ka li Efrînê çi anîn serê gel û ev hovîtiya wan hê jî didome.
Li gel gefên dagirkeriya Tirk, Emerîkayê biryara vekişînê da. Hûn vê çawa dinirxînin?
Piştî berxwedana bi salan û bi taybetî piştî êrîşa li ser Kobanê ku dinya hemû li hemberî van êrîşan rabû, hêzên navneteweyî koalîsyonek ava kirin û me bi rengekî hevbeş ev berxwedana xwe domand. Helbet ev jî pêvajoyek girîng bû. Ev bû sedem ku DAÎŞ ber bi dawiyê biçe, lê di dema ku hîna pêngav xilas nebûye, biryara vekişînê girtin mijareke pirsînê ye û pir balkêş bû. Lê car din gelê herêmê tevî hêzên xwe yên parastinê bi vîna xwe ya azad şerê xwe didomîne. Û em bi biryar in ku heya henaseya xwe ya dawî gelê xwe û hemû jinan biparêzin. Ji ber mafê vî gelî jî heye ku bi rengekî ewle, bi aram li ser xaka xwe bijî. Em bi salan her dibêj in bi diyalogên Sûrî-Sûrî pirsgirêkên vî gelî wê baştir bê çareser kirin, wê êş û birînên vî gelî zûtir bên dermankirin. Her wiha em xweseriyê ji hemû pêkhateyên herêmê re dixwazin ku bi zimanê xwe, bi çanda xwe û karibe bi vîna xwe ya azad bi awayek ewle bijîn. Me ev têkoşîn bi van hêzên koalîsyonê dest pê nekir û bi wan jî bi dawî nabe. Ev ji bo me sekneke rêgezî û mebdeyî ye ku em heya dawiyê vî gelî biparêzin. Ji ber wê ger şerek rû bide, wê wek berê nebe, wê berxwedana me mezintir be. Lê divê kes xwe nexapîne, yên ku êrîş dikin û yên ku van herêman diparêzin jî diyar in. Ji ber wê em bi hêvî ne her kes vê heqîqetê bibîne û biparêze.
Hûn sala nû ya 2019'an çawa pêşwazî dikin?
Em di her warî de amadekariyên xwe bi rengekî xurt didomînin. Helwesta gelê me jî diyar e. Em jî wek şervanên vî gelî amade ne ji vê re. Hêzên me ji her warî ve amade ne. Em ê li ser axa xwe tevî gelê xwe hebûna xwe misoger bikin. Û em vê dibêjin ku ger şerek li van herêman biqewime, wê şerê me jî ne wek berê be. Amadekariyên me di her warî de hene. Ji bo em di rêkên çareseriya siyasî de bêjin em hen in, pêwîste em zanibin çawa xwe û welatê xwe jî biparêz in. Em ji tevahî hêzên cîhanê re jî dibêjin çawa ku li pir welatên cuda xwedî li gelan derketin û ew ji tunebûnê xilas kirin, bila xwedî li gelê Sûriyeyê û Rojava jî derkevin. Ji ber gelê vê herêmê jî heq kiriye ku bi aramî li ser xaka xwe bijî. Pêwîstiya vî gelî jî bi parastinê heye. Pêwîste dinya xwedî li gelê Sûriyeyê û Rojava derkeve ku karibe beşdarî çareseriyê bibe. Ji ber ên ku bedel dane û fedekarî kirine pêwîste tevlî vê pêvajoya çareseriyê jî bibin. Zarokên vî gelî jî heq kirine ku sala xwe bi şadî û cejnê pêşwazî bikin. Lê em dibînin ku îro zarok bi tirs û xof dikevin saleke nû. Kenên li ser lêvên wan çilmisiye, îro jinên li vir dijîn zilm û zora herî mezin ji destê DAÎŞ’ê dîtine. Divê wicdanê mirovahiyê ji vê tabloya bi êş re biheje, divê kes xwe li hember van êrîşan bêdeng neke û xwedî li mirovbûna xwe derkeve.
Em bi navê Yekîneyên Parastina Jinê ji şerê herî giran re jî xwe amade dikin, lê em bi hêvî ne ku ev sal bibe saleke aştiyane. Tevî ku daxwazên me ev in, lê careke din em dibêjin, li ku derê êrîş li jinan bê kirin, li ku derê gelê me bikeve nava metirsiyê em ê li wir bin û parastina gelê xwe bikin.
Li ser vê bingehê em di şexsê şehîd Avesta, Rosyar, Îlan, Polat û Barîn’an de şehîdên şoreşê hemûyan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Eger îro em gihane van rojan, ev bi saya fedekarî û keda wan e. Em, hevrêyên wan, deynê me ye ku em doza wan bidomînin, xewn û xeyalên wan bicih bînin. Bi vê em ê karibin bibin şervanên layîqê gelê xwe. Em şehîdên xwe bi bîr tînin û soza xwe ji gelê xwe re nû dikin ku em ê karibin xwedî li keda wan derkevin, ku em karibin wan biparêzin da ku em di jiyanek azad de li ser axa azad bi hev re bi hevre bijîn. Bi baweriya ku serketin a gelan e, bi hêviya ku aramî û aştî tevna xwe li van herêman raxîne ez sala 2019 li şervanên azadiyê hemûyan, li gelê me yê welatparêz û mirovahiya aştîxwaz pîroz dikim.