Fermandara YJŞ'ê Viyan Hebabî: YJŞ û YBŞ hêza Êzîdxanê ye
Fermandarê YJŞ'ê Viyan Hebabî: Jinê Êzidî ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe zane dikin, tevî hêza xweparastinê YJŞ'ê dibin û şer dikin.
Fermandarê YJŞ'ê Viyan Hebabî: Jinê Êzidî ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe zane dikin, tevî hêza xweparastinê YJŞ'ê dibin û şer dikin.
Fermandara YJŞ'ê Viyan Hebabî da xuyakirin, Yekîneyên Jinê yên Şengalê (YJŞ) û Yekîneyên berxwedana Şengalê (YBŞ) hêza Êzîdxanê bi xwe ye û li ser gefên PDK'ê û rayedarên Tirk ên dibêjin 'Divê Şengalê biterikînin' ev bersiv da: Yên divê Şengalê biterikînin, ew kes in ku gel di nava komkujiyê de hiştin û reviyan.
Fermandar Viyan Hebabî, li ser rêxistinbûna YJŞ'ê û rewşa jinê ya bi fermanê re guherî, ji ANF'ê re axivî.
YJŞ di nava kîjan şert û mercan de derket holê?
Çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de dest bi dagirkirin û komkujiya li Şengalê kirin. Bi hezaran Êzidî hatin kuştin, bi hezaran ji cih û warên xwe bûn û jin û zarok li bazaran hatin firotin.
Piştî komkujiyê, weke jinên Êzidî me sonda tolhildanê xwarin. Ji ber vê yekê me YJŞ ava kirin. YJŞ xwerêxistinbûneke, ku piştî fermana 73'an, bi derfetên kêm ên jinên Êzidî ava bû. Em bi felsefeya Rêber Apo xwe bi pêş ve dixînin û roj bi roj têkoşîna xwe ya li dijî dijmin mezin dikin.
Di nava vê dema ku we qalê kirin de, jin di nava şer de çawa guherî?
Jin di nava civakê de, mîna darek guliyên wê hatiye birîn, mîna koleyekê di malê de dihat dîtin. Ji ber ku bi vî rengî dihat dîtin, jin nekarîbû derkeve derve, cîhanê nas bike, azadiyê bibîne û bikeve nava lêgerînan. Vîna wê teslîm hatibû girtin û bi rengekî rêk û pêk şîdeta zîhniyeta serdest a mêr lê dihat kirin.
Bi vê derfeta têkoşînê re di kesayetiya jinê de guherînek pêk hat. Jin bi felsefeya Rêber Apo bû xwedî vînekê û li dijî hêzên hegemonîk ên jinê tine dibînin, dest bi têkoşînê kir.
Mînak; ez jineke Êzidî me. Beriya niha ez ji xwe ne bawer bûm ku rahêjim çekê û li dijî dijmin şer bikim. Lê belê niha ne tenê ez, hemû jinên Êzidî xwe ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve zane dikin, tevlî nava refên hêza xweparastinê YJŞ'ê dibin û şer dikin. Dikarim bêjim, piştî ku felsefeya Rêber Apo ket nava Şengalê, jinên Êzidî ji koledariyê rizgar bûn û berê xwe dan azadiyê. Ev baweriya ji xwe, di nava civakê de jî bi cih kir.
Em dibînin, ku YJŞ roj bi roj mezin dibe. Sedema vê yekê çi ye?
Esîrgirtina bi hezaran jinên Êzidî piştî êrîşa DAIŞ'ê li Şengalê, firotina wan li bajarên Mûsil û Reqayê, tehde li rûmeta jinê kir, rê li ber travmayekê vekir. Ji vê wêdetir, rê li ber hêrs û daxwaza tolhildanê vekir. Jinên ku sonda tolhildanê xwarine, mîna artêşekê mezin dibin.
Ya rast, haya jinên Êzidî ji azadiyê heye û YJŞ'ê jî ji bo vê yekê weke amûrekê dibînin. Xwe bi felsefeya Ocalan mezin dikin.
Di têkoşîna li dijî tarîtiya DAIŞ'ê de, weke YJŞ cihê û asta we ya têkoşînê çi ye?
Çeteyên DAIŞ'ê tirs berda dilê tevahiya mirovahiyê. Kesî nekarîbû li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin. Jinên Kurd ev tirs û xof ji holê rakir.
Jinan li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê şer kirin û bi hezaran jin rizgar kirin. Bi taybetî li Rojava berxwedaneke dîrokî heye. Em li navenda Şengalê, li Sekîniye, Medîbanê û li her eniyê li dijî dijmin li refên herî pêş cih digirin. Me heta niha di hemû pêngavan de cih girtin. YJŞ nebe, li Şengalê pêngavek jî nikare were kirin.
Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî, ku YJŞ'ê herî dawî ev yek da destpêkirin, mirov dikarin weke mînakek ji vê rastiyê nîşan bidin. YJŞ'ê di vê pêngavê de gelekî bi ser ket. Gundê Sekîniye ku niha em lê ne, piştî vê pêngavê hat rizgarkirin. Ji niha û pê ve jî weke YJŞ'ê em ê cihê xwe di nava her pêngavekê de bigirin û şer bikin.
Ez dikarim vê yekê bi hêsanî bêjim; Jinên Kurd heta ku zîhniyeta DAIŞ'ê tine bikin, wê têkoşîna xwe bidomînin. Ne tenê li Şengalê, li her cihê ku jin hatiye kolekirin, ji bo azadkirina jinê em amade ne canê xwe feda bikin. Di vî warî de em ji xwe bawer in.
Hin kes radibin dibêjin, divê Şengal were valakirin, naxwe ew ê hêza çekdarî bi kar bîne. Di vê der barê de hûn dixwazin tiştekî bêjin?
Heta niha bi dehan caran daxuyaniyên bi vî rengî hatin dayîn. Dikarim vê bêjim; Gelê Şengalê beriya niha ji PDK'ê bawer kiribû û jê hebû ku PDK wê wan biparêze. Lê belê di roja destpêkê ya êrîşê de gelê Şengalê di nava komkujiyê de hişt. Ji ber ku pêşmergeyên PDK'ê ev ax terikandin, ev trajedî derket holê. Ya ku me herî zêde dêşîne û bi hêrs dike, ji qirkirina çeteyên DAIŞ'ê wêdetir, tenêhiştina me bû. Yên ku em di nava fermanê de hiştin, niha dibêjin 'Bila Şengalê vala bikin!' Ez jî vê pirsê ji wan dikim; ji bilî revê we heta niha çi kirin? YJŞ û YBŞ hêza Êzîdxanê bi xwe ye. Ji aliyê civaka Êzidî ve weke hêza xweparastinê hatiye avakirin. Eger li Şengalê hêzek heye divê ji Şengalê derkeve, ew jî kesên ku gel di nava fermanê de hiştin û çûn e.
Ji ber vê yekê ji gelê me re dibêjin; ji kesên ku baweriya we pûç dikin, bawer nekin. Baweriya xwe bi propaganda reşkirinê ya li dijî YJŞ û YBŞ'ê tê kirin, nîne. Berê xwe bidin azadiyê û tevlî YJŞ û YBŞ'ê bibin ku tenê ji ciwanên Êzidî pêk tê. Ez bi taybetî vê bangê li civaka Êzidî ya li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne, dikim; 'Vegere Şengalê.'