'Fermandara Mezin Çîçek Botan û Dilgeş Botan birêzdarî bibîrtînin'

HPG’ê ragihand ku Endama Konseya Fermandariya YJA-Star, HPG û Komîteya Navendî ya PKK’ê Çîçek Botan û gerîla Dilgeş Botan 4’ê Cotmehê li navçeya Pilemûriyê ya Dersimê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta du gerîlayan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

"Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo qira Kurdan bînin hemû pêdiviyên dewletê bi kar tînin û li dijî gelê Kurd şerekî giştî dimeşînin. Ji ber meyldariya desthilatdariya faşîst her roj şer diqewime. Li beramberî dagirkeriya dijmin hêzên me yê gerîla hem bi berxwedaniya xwe hem jî bi rûhê êrîşê bi çalakiyên  ku dikin derbeyên giran li dijmin dixin.

Roja 4’ê Cotmehê li bejahiya navçeya Pilemûriyê ya Dersimê di navbera hêzên me û artêşa TC’ê ya dagirker de şer çêbû. Di şer de ya li herêmê  gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn lê hejmara wan nehate tespîtkirin. Di vî şerê di navbera hêzên me û artêşa TC’ê ya dagirker de Fermandariya Qada Dersimê û di heman demê de Endama Konseya Fermandariya YJA-Star û Komîteya Navendî ya PKK’ê Çîçek Botan û hevrêyê me Dilgeş Botan heta fîşeka xwe ya dawî bi lehgenî şer kirin û şehîd bûn. Serî de em sersaxî ji malbata bi nirx ya Çîçek Botan û Dilgeş Botan û hemû gelê xwe re dixwazin û em sond dixwin ku em ê bîranîna şehîdan bi serketinê tacîdar bikin.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Çîçek Botan
Nav û Paşnav: Hacer Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik - Bav: Hayfe – Abdullah
Cih û Demê Şehadetê: Dersim / 4’ê Cotmeha 2019’an

Çîçek – Hacer Kaya

Nasnav: Dilgeş Botan
Nav û Paşnav: Mehdî Kaplan
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik - Bav: Saîme – Mûhsîn
Cih û Demê Şehadetê: Dersim / 4’ê Cotmeha 2019’an

Dilgeş – Mehdî Kaplan

ÇÎÇEK BOTAN: DI TÊKOŞÎNA 28 SALAN DE BI BERPISYARTIYÊN GIRÎNG RABÛ

Hevala me Çîçek Botan li navçeya Beşîrî ya Êlihê ku xwedî rêçeke kûr a berxwedanê ye, li nav çanda malbateke welatparêz mezin bûye û 1991'ê tevlî nav refên têkoşînê bûye. Wan demên ku li Kurdistanê serhildan û berxwedan geş bû, hevala me Çîçek Botan li gel komeke xizmê xwe hê bi ciwanî tevlî nav têkoşînê bûye. Heval Çîçek Botan di jiyana xwe ya têkoşînê ya 28 salan de di serî de qada Botanê, li gelek eyaletên Qadên Parastinê yên Medyayê, li Fermandariya Biryargeha Navendî bi peywir û berpirsyariyê rabûye.

WEKE MÎLÎTANEKE PÊŞENG DI DÎROKA ME DE ŞOPA XWE HIŞT

Hevala me Çîçek Botan tevlî nav pêvajoya serhildanê bûye, artêşbûna jiê, pêvajoya geşedanê ya tevgera azadiya jinê, li qadên herî dijwar jiyaye û bûye xwedî tecrûbeyeke xurt. Jiyana têkoşînê ya 28 salan a heval Çîçek bûye kurteya artêşbûna me ya jinê. Ji pêvajoya me ya artêşbûnê heta kêliya ku şehîd bûyî, bi fedekarî, wêrekî û disîplînê bûye yek ji fermandara me ya pêşeng.

Di fermandarbûna jinê de, di geşbûna taktîk û şer de bûye xwedî helwesteke bi îdîa û performanseke serkeftî. Bi hemû tecrûbeyên xwe di navbeyna 2011-2012'an de li Eyaleta Xakurkê ku şerê şoreşgerî yê gel bi karîgerî lê hatî kirin, fermandarî kiriye. Di vê pêvajoyê de bi çarçoweya pêngava Şehîd Çîçek û Şehîd Alîşêr bi risteke çalak rabûye û bûye yek ji fermandara me ya ku ked dayî. Hevala me Çîçek bi xisletên xwe yên fermandariya leşkerî,  di nav têkoşînê de derketiye pêş û her demê demên herî dijwar, demên krîtîk bi berpirsyarî rabûye.

Bi vê çarçoweyê li fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê bi peywirê rabûye û bûye xwedî helwesteke xurt. Hevala me Çîçek Botan zîrektiya xwe ya fermandariya leşkerî, tecrûbeya xwe ya îdeolojîk û rêxistinî bi rengekî serkeftî kriye yek û bi Endamdiya Komîteya Navendî ya PKK'ê bi berpirsyariyên girîng rabûye. Hevala me Çîçek ku hê bi ciwanî bi ked û geşedana xwe kirî ku hemû hevrêyên wê jê hez bikin û hurmetê bidinê û gelek tiş hînî her hevalê xwe kiriye. Hevala me Çîçek bi xisletên xwe yên şoreşgerî yên giştî bûye yek ji milîtan û fermandara pêşeng û li ser dîroka me ya têkoşînê şopa xwe hiştiye.

DILGEŞ BOTAN: GERÎLAYEKÎ FEDEKAR

Hevalê me Dilgeş Botan li Colemêrgê ya ku lê hatî dinê bi bîreweriya ku hat ji rastiya dijmin mezin bûye û ji nêz ve polîtîkayên qirker û zextê yên dewleta TC'ê ya dagirker a li ser gelê Kurd dîtiye. Hevrê Dilgeş ku ev polîtîkayên dijmin ên li ser gelê Kurdistanê qebûl nekirî, 2014'an tevlî nav refên gerîla dibe. Hevalê me Dilgeş ku bi nirxên Kurdîtiya pak û xwerû mezin bûyî, ji bo ku li dijî êrîşên dijmin ên li ser gelê me bibe bersiv ji roja ku tevlî nav refan bûyî armanc kiriye ku xwe bi pêş ve bibe. Di nav derdora hevalan de bi kedkarî û fedekariya xwe hatiye naskirin û hewl daye ku peywirên demê yên rêxistinî bi rengekî herî baş bi cih bîne. Hevalê me Dilgeş ji bo ku tola her mirov û hevalê me yê şehîd hilîne, bi daxwazeke mezin têkoşiyaye, li Eyaleta Dersimê bûye yek ji wan hevalên me ku derb li dijmin daye.

Di vê pêvajoya dîrokî de ku êrîşên komploya navnetewî li ser me hene, di serî de bîranîna hevrê Çîçek, berdêla wê çi dibe bila, em soz didin ku li ser hîmê destkeftiya jiyana bi rêbertiya Azad re, em ê bîranîna hemû şehîdan bidin jiyîn."