Fermandara Cizîra Botan; Rûken Hoserê

"Vaye îro jî dîsa çiyayên Kurdistanê fermandara xwe ya mezin Rûken bibîr tînin. Vaye îro hevrêyên Rûken, şervanên wê di şopa fermandara xwe de dîsa sond dixwin ku ala azadiyê bilind bikin û li her derê bi rÛhê şehîd Rûken Hoserê  karên şoreşê dimeşînin."

Çiyayên Kurdistanê di hembêza xwe de gelek tişt veşartine û gelek kes kirine mêhvanê xwe. Çiya bûne rêbihûrka gelek rêwiyan. Dibe ku her mirovek di rêwîtiya xwe de tiştek ji van çiyan re vegotibe. Hinekan stran, helbest li ser rêsa be, hinekan jî bi meyzandina çavên xwe yên bi rûkenî hezkirin û dilsoziya xwe jê re vegotibe. Bilindahiya çiya di xeyalên gelek ji van rêwiyan de bûye dîmen û van rêwiyan timî di asoya xeyalên xwe de wêneya xweşikbûn û bedewiya wê xêz kirine.

Ji ber wê ye ku çiya ji bo kesên li azadiya xwe digerin, ji bo kesên ku di cewherê xwe de, di xwebûna xwe de israr dikin mîna stragehekê ye. Ango em dikarin bêjin çiya mizgîniya azadiyê dide hemû lêgerînvanên heqîqetê.

Çiyayên Kurdistanê jî yên ku şahidî ji zayîna mirovahiyê re kirine bûne yek ji cihê herî zêde ku êrîş, dagirkerî û qirkirin li ser hatiye kirin. Zarokên vê xaka pîroz jî ti carî serî ji vê dagirkeriyê re netewandine û ji bo azadiya welatê xwe têkoşîna herî giranbiha li çiyayên Kurdistanê dane . Têkoşîn û şerê herî dijwar jî di dilê Kurdistanê Botanê de hatiye meşandin. Ji ber wê ye ku neyar timî ji berxwedana bi rûmet a Botanê tirsiyane. Ev berxwedanî ji bo wan bûye mîna kelemekê. Ji ber wê jî bi êrîşên xwe yên hovane ve xwestine vê kelemê li pêşiya xwe rakin. Lê her carê rastî cengeke mezin a lehengiyê hatine. Û di her cengê de jî lehengekê mora xwe li demê daye.

Yek ji lehengên ku mora xwe li cenga mezin a bi navê berxwedaniya xweseriya cewherî ya Cizîra Botan daye têkoşêra Kurd a bi navê Rûken Botan e. Rûken Botan an jî mîna ku hevrêyên wê jê re dibêjin Rûken Hoserî bi navê xwe yê rast Sînem Bavlî  sala 1980’an  li Şirnexê ji dayîk dibe. Her çiqasî Rûken bi dilekî paqij çav li cîhanê vedike, lê bi êş û janên welatê xwe ve mezin dibe. Rûken bi van hestan zarokatiya xwe dijî. Ti carî ev êşên gelê wê ji bîra wê naçin. Ti carî dagirkeriya li ser xaka wê hatî ferzkirin napejirîne. Timî di koşeyeke dilê wê de hestên tolhildanê veşartîne. Her ku ew mezin dibû ev hestên wê jî pê re mezin dibûn û êdî gihabû ber forandinê. Bi vî rengî Rûken guhê xwe dide dengê dilê xwe û ji bo gelê xwe ji van êş û janan xilas bike di sala 1993’an de tevlê nava refên gerîla dibe.

Gerîlaya YJA Star’ê Rûken Hoserî di nav dilê xwe de, ango li qada Botanê di jiyana gerîla de dipije. Gav bi gav di nava şer û cengên giran de xwe ava dike û bi vî rengî dibe fermandareke wêrek. Di rêwîtiya xwe ya 25 salan de tenê armancekê dide pêşiya xwe, ew jî paqijkirina xaka pîroz a welatê xwe a ji dagirkera. Li ser vê bingehê Rûken ji bo azadiya gelê xwe, ji bo siberojeke azad diyarî hemî mirovahiyê bike ji Botanê heya herêma Behdînan, ji Herêma Soran heya qada Zap, Zagros û Garê çiya bi çiya digere, rêçên dûr û dirêj dide pêşiya xwe û her bê navber dimeşe. Bi rûkeniya xwe cihê xwe di dilê hemû hevalên xwe de digire.

Her ku sal derbas dibin Rûken jî gav bi gav di nava şert û mercên herî zor de xwe ava dike û dibe şerkereke xurt. Stêrkên şevên tarî şahidî ji vê rêwîtiya wê ya bi rûmet re dikin. Di her şiverêyek de, di her derbaskirina sînorekî de ji xefk û kemînan re derbas dibe, lê Rûken zanê çawa xwe ji van kemînan biparêze û derbên giran li neyarên xwe bide. Ji ber ku ew di nava rastiya şer de mezin dibe û qet ne xerîbî êrîşên bi vî rengî ye. Rûken di van şerên giran de çar caran birîndar dibe, lê destûr nade ku neyar dest bidin hevalên wê. Bi vê bîr û baweriyê di şopa fermandarên mezin Mahsum Korkmaz û Azîmeyan de dimeşe û dibe fermandareke ku hemû jiyana xwe fedayê doza welatê xwe dike.

Her çiqasî dilê wê naxwaze ji qada Botanê qut bibe jî, lê dîsa jî bi armanca perwerdê berê xwe dide qadên parastina medyayê. Li vir  perwerdeyeke xurt a PAJK’ê re derbas dibe û li paradîgmaya jiyana azad û civaka demokratîk kûr dibe. Her çi qasî wan salan li herêmên parastina medyayê têkoşîna xwe domandibe jî, lê dilê wê timî ji bo Botanê lê dida. Ji ber wê careke din xwe pêşniyar dike ku biçe qadê  û di sala 2011’an de careke din berê xwe dide warê cenga giran Botanê.

Ti peyv, ti hevok nikare vê dilşadiya wê ya vegera qada Botanê vebêje. Ango êdî Rûken dibe Botan, Botan jî dibe Rûken. Bi vî rengî jî evîna Botanê, evîna Cizîra Botan di dilê wê de mezin dibe. Botan jî mîna maşûqekî ku li benda aşiqê xwe ye, evîndarên mîna Rûkenan pêşwazî dike û wan li dijî her awayî êrîşan diparêze.

Di sala 2015’an de dagirkeriya Tirk hemû daxwazên aştî û azadîxwaz ên gelê Kurd bi êrîşeke namerd ve binpê dike û dîsa şûrê xwe yê qirkirin û dagirkirinê datîne meydanê. Êdî gel xweseriya xwe ya demokratîk îlan dike û xaka xwe bi xwe diparêze. fermandar Rûken Hoserî jî dibe yek ji pêşengên vê berxwedana bi rûmet û berê xwe dide Cizîra Botan. Çawa ku Çiyager li Sûrê, Zeryan jî li Şirnexê taca berxwedanê diyarî gel dikin, fermandar Rûken Hoserî jî bi ruxmê ku careke dî birîndar bûbû û birînên wê pir giran bûn jî, yek kêliyê jî çepera xwe bernade û li rex gelê Cizîrê yê berxwedêr heya henaseya xwe ya dawiyê li berxwe dide. Bi hev re taca zêrîn a berxwedanê danîn ser serê Cîzra Botan û careke dî ispat kirin ku rêya yekane ya ku wê siberojên azad ji gelê Kurd re bîne berxwedanî ye. Fermandar Rûken bi rûyê xwe yên li ken mirin pêşwazî kir û wiha got; “Di oxira azadiyê de mirin pir xweş e û pîroz e.” Rêwîtiya Rûken Hoserî ya 25 salan a bi fedekarî, hezkirin û jiyanê  dagirtî, bi berxwedaniyeke bi rûmet ve bi dawî dibe. Rûken bi ruhê xwe yê berxwedêr ve bû şopdara Mazlûm Doxan, Kemal Pîr, Binevş Agal û Sarayan. Bi vî rengî fermandara Cizîra Botan Rûken Hoserî navê xwe bi tîpên zêrîn li rûpelên dîroka berxwedanê  nivîsand. Rûken Hoserî di 10’ê Sibata sala 2016’an de di berxwedaniya rêveberiya xweser a Cizîra Botan de şehîd bû. Di 26’ê Tîrmehê de jî bi rengek fermî hate îlankirin.

Ciwanên Cizîrê ên ku di berxwedana pîroz a Cizîra Botanê de yek kêliyê jî ji fermandara xwe Rûken qut nebûbûn bi şehîdbûna fermandara mezin pir bandor dibin û strana “çavkena min” ji bo bîranîna fermandar Rûken dibêjin. Êdî ev stran di hemû kolanên Cizîra Botan de deng vedide. Êdî ciwanên Cizîra Botan jî bi sekna xwe ya berxwedêr ve dilsoziya xwe ya li beramberî fermandara xwe raber dikin. Gelek jinên Cizîrê yên ciwan navê fermandar Rûken hildidin û berê xwe didin nava refên azadiyê…

Vaye îro jî dîsa çiyayên Kurdistanê fermandara xwe ya mezin Rûken bibîr tînin. Vaye îro hevrêyên Rûken, şervanên wê di şopa fermandara xwe de dîsa sond dixwin ku ala azadiyê bilind bikin, û li her derê bi rihê şehîd Rûken Hoserê  kar û barên şoreşê dimeşînin.