Fermandara azad a şer: Armanc Goşkar

Gerîlayê HPG'ê Mîhralî Yilmaz ji bo yek ji fermandara YJA Starê Armanc Goşkar got, ''Zanîna wê, ku helwesta wê ya îdeolojîk geş dikir, bi tecrûbeya wê ya şer û jiyanê re dibû yek. Fermandarî çawa geş dibe, di şexsê wê de me fêhm kir.''

Gerîlayê HPG'ê Mîhralî Yilmaz ku li qada Botanê fermandara YJA Starê Armanc Goşkar nas kirî, got naskirina wê, dîtina wê, bihîstina wê û şahidiya li vê nirxekî mezin e.

Gerîlayê HPG'ê Mîhralî Yilmaz behsa yek ji fermandara YJA Starê Armanc Goşkar kir û got, ''2015'an li Qada Botanê berxwedanekê dest pê kir. Şehîdên vê berxwedanê di şexsê Armanc Goşkar de bi bîr tînim. Heval Armanc Goşlar pêvajoya 2015'an di berxwedana qada Botanê de fermandara pêşeng bû. Dema pêvajoya fermandariya Botanê me hev nas kir. Helwesta wê ya jiyanê pir bandor li ser me dikir. Yek ji wan şehîdan bû ku pêvajoya şerê bajêr dida ser pişta xwe, felsefeya wê fêhm dikir, vîna xwe datanî holê. Di geşbûna kesayata jina azad de bi rolekê bû. Sirûştî bû, wiha dijiya. Zanîna xwe par ve dikir. Zengîniya çandî ya Elewîtiyê di jiyana wê de xwe dida der. Kelecaniyeke mezin diafirand. Di şexsê Armanc Goşkar de hevrêtiyeke manewî ya mezin derdiket holê wê pêvajoyê. Jiyana pê re, dîtina wê, bihîstina wê û şahidiya li vê nirxekî mezin bû.

Têkoşîna jinê bi helwesta xwe ya jiyanê didomand. Şêwaza wê ya ewlehî dida, ji bo parvekirinê zemîn çêdikir. Zanîna wê ya ku helwesta wê ya îdeolojîk xurt dikir, bi tecrûbeya wê ya şer û jiyanê re gihaştibû hev.

Li Herekolê kampeke me ya zivistanê hebû, li cem me 10 rojan ders da. Behsa dîroka azadiya jinê kir. Piştî her dersê bêyî ku aciz bibe civat bi me re dikir û guhdarî dikir. Vê fermandariya wê şanî dida. Em jî li gel bûn û bi cîhazê tim bi hevalan re diaxivî. 2015'an dema berxwedana bajaran fermandarî li berxwedanê kir, tecrûbeya xwe tim vediguhast û di ser cîhazê re tim moral dida. Vê jî di şer û berxwedanê de xwe dida der. Li gorî asta leşkerî ya geş bûyî û rewşa hevalan tim guherandin dikir û bandor dikir. Koordînatiya berxwedana xwerêberiyê kir. Şev û roja xwe têr û tije dijiya. Bawerî pê anî ku dawiya vî şerî wê serfirazî be. Kes bi tempoya wê re nedigihaşt. Şerê giran ê hewayê, pirsgirêk û şehadet li pêş wê nedibûn asteng. Ev qas çalakbûna wê û bi roleke mezin rabûna wê pir bandor li ser me dikir û dibû mînak.

Şehîd Armanc Goşkar bi moral û coşiyeke mezin hîn me kir bê ka divê em çilo tevlî şer bibin, çawa koordîne bikin û şer bikin. Fermandarî çawa geş dibe, di şexsê wê de em hîn bûn.''